Ferhenga înteraktîf
mêrdîn
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-mêrdîn

1. bajarê ku ji erotîzma cin û însên çêbûye...



26.08.2013 17:07 | devliken kelogiri

2. yanî ku niha mirov derbasî mêrdîn bibin wê nîvê bajêr xuya be û nîvê din na.



26.08.2013 21:16 | rêdûrkobanî

3. bajarê kurdistanê ku bi nivîskarên xwe yên kurdînivîs meşhûr e.. hetta dikarim bêjim ku ji çar behran sê behrê nivîsarên kurd ji mêrdînê ne û ji wan nivîskarên mêrdînî jî ji çar behran sê behr qoserî ne.. wekê din bi qasê ku ez li amedê dibînin û liqayî têm hema bêje hemû ciwanên di nav xwe de bi kurmancÎ diaxivin jî mêrdînî ne.. vê dawiyê nivîskar û lêkolînera kurd kejê bêmal li ser malbateka mêrdînî ku ji ber ku bi zimanê kurdî li mekteban perwerdehî nayê dayîn zarokên xwe rênekirine mektebê dosyeyek bi navê diline aşık çocuklar yanî zarokên ku dil dayîn zimanê xwe amade kiribÛ û di rojnameya evrensel û di gelek rojnameyên din û malperên înternetî de dabû ber weşanê..



08.09.2013 16:44 | endazer

4. payîtexta lat û kevir a, ji kevira yek nikarê bimeşê. go hûn li mêrdînê bigerin wexta êvarî hûn çûn malê hûn ji ber nigê xwe îdare nakin. ay û hey ay!



06.03.2014 12:41 | mamostanısebin

5. bajareke ku teNê jê re dikarim bêjim çîrokî ye.

dema ku ez xwendekar bûn, em 13-14 heb heval, bi organizasyoneke ku şarederîya mêrdînê û zaningeha mimar sinan bi tev dikir ve çûne mêrdîne û em 15 rojan li wir, li ser malên mêrdînê yên dîrokî xebitîn. me yê projeyên malan xêz bikira û pêşkeşî unescoyê bikira. bajar , bi taybetî jî êvaran di nav ronîya lempeyên rengûreng de ew gas xweş dibû ku, ez têr nedibûm ku di nav kolanên teng de bigerim. weke min bi sêrî de got, bajareke çîrokî ye, ez di tê de bûmê alaaddîn û 15 rojan lempeya alaaddin ya biefsûn gerîyam.



21.03.2014 19:37 | nazim tolhildan

8. bajarê me yê zêrîn, muzeya servekirî, her wiha mêrga lêkolînêr û nîvîskarên kurd e.



05.11.2014 18:34 | diclefirat

9. bajarê ku hejmara gelheya navenda wî li dor 90 hezaran e. lê dema mirov diçe lê digere dibêje qey gelek ji 100 hezaran zêdetir e. piştî zaningeha artukluyê lê vebû, bajar di aliyê çandî de xwe bi pêş xistiye. cafeyên xweşik ên ku tê de xwerû pirtûkên kurdî tê firotin vebûye.



alê turîzmê de jî rewşa vî bajarî ya herî baş e di nav bajarên kurdistanê de. di salekê de hejmara turîstên tên li mêrdînê ji mîlyonekî zêdetir e.



22.11.2014 01:19 | brusk56

10. bajarê ku di her demsala zivistanê de ji ber mijê tu nikarî pênç gav pêşiya xwe bibînî, hama bêje her rojên zivistanê bi vê ecêbiyê dibuhure, mariv di vê demsalê de tahm û çêjek ji vî bajarî nagire..

ez îro jî çûbûm, dîsa wek her car bi heman dîmenan rû bi rû mam



03.01.2015 21:34 | ferhenga şikestî

11. bajarê ku ji xeynî mêrdîniyan weke mardîn tê bilêvkirin e*



03.01.2015 23:38 | berxweda

12. ger cîh û warek gotina navdar ya osman baydemir ya "bajarê qedîm" heq kiribe, bêguman ew mêrdîn e. min cara ewil berî heftiyekê mêrdînê dît, li her derê wê negeriyam lê du rojan di nav kuçeyên wê yên teng û çend mizgeft û dêran geriyam. ji ber ku jixwe her derê bajêr dîrok e, min pêdivî pê nedît ku yek bi yek cihên ku di rêberên geran de dinivîsin bibînim û bigerim.



ji ber ku tê de kaş zêde ne, heta ser û binê wê kaş in mirov ji gerê diwest e lê dema mirov li cihek disekîne û li deşta mezopotamyayê dinêre û li ber bayê wê xwêdana xwe zûwa dike, westa xwe ji bîr dike.

dema mirov bi şev, ji ciheke bilinf yê mêrdînê li deşta mezopotamyayê dinêre deşt mîna behrek bê dawî û tarî xuya dike. ew çend ronahiyên ku ji çend gundan diçe, mîna ronahiyên keştiyan in. û lembeyên kuçeya wê ya herî mezin ku mîna ristikeke li stûyê bajêre, di nav wê tariyê de mîna pira stenbolê li ser vê behra tarî dibiriqe.



min ji xwe ji mêrdîniyan hez dikir, ji ber ku li zimanê xwe li her derî xwedî derdikevin û gelek hunermend derxistine. dema li mêrdînê geriyam, min dît ku ev ne nêrînek bêbingeh e. bi rastî jî min xelkê mêrdînê jî hez kir. samîmî xuya dikin û ne çavbirçî ne. dema mirov ji dîlokê here mêrdînê, ev yek gelek bala mirov dikişîne.



piştî ku şaredariya mêrdînê bû yek, şaredarî ket destê hdpê. loma mirov dikare li her derê bajêr lewhayên bi kurdî/tirkî/erebî/sûryanî bibîne. mirov pê kêxweş dibe.



bi qasê min dîtî, li navenda bajêr (ya kevin û dîrokî) zêdetir bi erebî tê axaftin. hinek ji wan erebên esnaf, bi kurdî jî dizanin.



li serê girê ku mêrdîn lê ava ye, keleha mêrdînê heye lê mixabin ji aliyê artêşa tirk ve tê bikaranîn loma mirov nikare herê. ez bawer im mirov bikare derkeve wir, wê dîmenên herî xweş yên mêrdînê wê demê bibîne. tê gotin ku wê sala bê, vebe lê ger pêvajoya çareseriyê bi vî rengî here, vebûna wê ne pêkan e.



03.08.2015 18:27 ~18:27 | simurg56

18. bi fikra min bajarekî ne ewqas xweş xweş e.
yanî ew pesnê ku jê ra tên dayîn û Mêrdîn ji hevdû nagrin.
erê cîhekî dîrokî û tûrîstîk e. lê ewqas efsanewî nîn e..



24.10.2017 12:51 | bûtîmar

19. Bajarê ku polîtîkaya asîmîlasyon li ser kurdên wan zêde tesîr nekirîye. Vî warî de em mêrdîn û bajarên kurdên din bidin berhev, Mêrdîn ser dikeve. Yan jî min wisa dît. Xort û ciwanên wan di navbera xwe Kurdî diaxifin. Zarok jî zimanê xwe fêr dibin. Li navenda Amedê mixabin di nav 500 zarokê de belkî yekê wan zimanê xwe dizanibe, wisa dibînim.



28.11.2019 10:24 ~11:09 | kajav

20. Li jMêrdîna kevn ez şevekî mam li mala hevalê xwe. Şeva wê xweş, siba wê jê xweştir. Li jorê te asîmanek berfireh û jêrê te deştek bê binî. Û sibehê bi dengê baranê rabî ku di fonê de Mohsen Namjoo û di nav du lêvan de camelek hebe dilê mirov ji kula wê har bibe. Bajarek efsûnîye ji bo min û dîrokî. Kuçeyê teng , derbejêr û derbejor mirov çiqwas biwestîne jî kêfxweşîya dil tew xem nake. Û dikanê çerezfiroşan her tim behîvên şêrîn an jî qehweya pêşkêşî mirovan dike gelek xweşa min diçe ev. Lê jêre wê bajarek ji rêzê ye tiştek wê tune ye.



28.11.2019 13:44 ~15:41 | rizgarm

21. Bajarekî kevnar û kozmopolitik e.
Ji bo kurdî cihekî pir girîng e bi ya min. Ji ber ku
mêrdînî di warê wêje û hunerê de xebatên baş
dikin. Li gor îstatîstîkên pirtukakurdi.com pirtûk ji
herî zêde vî bajarî dihê xwestin.
Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn,
Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex,
Kerboran, Stewr û Rişmil.(
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/M%C3%AArd%C3%AEn
)



28.11.2019 13:57 ~14:37 | hesinkar

22. bajareke ku guhdarîkirina çar zimanan pêkan e.
Kurdî
Tirkî
Erebî
Suryankî

û bajarê ku dixwazim êdî jiyana xwe li wir bidomînim. Xebat û karên li ser Kurdî zêde ne, axaftina Kurdî zêde ye. Zêde ne qelebalix e, her çiqas havînan piçekî germ jî be dîsa jî xweş e.



28.11.2019 14:32 | gulêê

23. Bajarekî biçûk û ji aliyên ol û neteweyan ve rengîn e. Mêrdîna kevn ango Mêrdîna jor li deşta berriyê dinihêre û gelekî kevnar û xweş e. Ev sala minî pênca ye li vira dixebitim, sedemek berbiçav nexuyaye lê dixwazim li vira bijîm.



28.11.2019 19:43 ~19:44 | xabûrî

24. Bajarê ciwaniya min. Bajarê ku hê jî bêriya wan rojên min lê derbaskirî dikim e. Bajarê ku min di navbera 1999 û 2002ê lîse lê xwendî ye. Dema min lîse dixwend Mêrdîn ji aliyê geştiyariyê ve ewqasî ne berbiçav bû. Dema dibûya bihar hema bêje dawiya her hefteyê me ser û binê Mêrdînê lev dida. Sûka Hesen eyar, mizgefta mezin, mizgefta zincîriye, mizgefta Qasimiye, dêra ze'feranê, dêra mor mîhael, bax û baxçeyên bin keleha Mêrdînê, şikeftên bin yenîyolê.. hema bêje kolanek ne mabû ku me ne gerayî.
Dema ez Mêrdînê re derbas dibim ev roj wek xeyalên xweş tên ber çavê min. Axx xwezî wan rojan..



28.11.2019 21:02 ~21:15 | nan û av

25. kesên nisêbînî dema xwe didin nasîn nabêjin em mêrdînî ne



25.04.2020 18:41 | merwano

26. gelo çima pirraniya kurdînivîsa ji vî bajarî ye ?
lekolînên we hebe parve bikin jkxr ..

ev e tiştekî dîrokî ye an ?

seba çanda mêrdînê ye belkî jî
-éwil wergera kitêba li nisêbîn pêk hatî ye .
û zanîngeha éwil a li ser rûyê dinyê jî li nisêbîn bû .



18.06.2020 02:08 | shwinsherm

27. bajarekî li ser çiyayekî hatiye avakirin.
bi piranî ji aliyê xaniyên xwe yên kevirî tê nasîn.
ev xanî ji kevirê kalker (kevirê qusekê) tên çêkirin.
ji ber ku ev kevir, di nava xwe de pir bi kils e, zû şekil tê didin.

her wiha dema bajar tê avakirin, ji ber erîşên dijmin xwe bi parêzin û hwd. li ser çiyan tê avakirin. Îro xaniyên nû li dewsa cihên dîrokî nayên avakirin.

her wiha 10 navçeyên mêrdînê hene û ji aliyê gelhe (nifûs) ve navçeya herî qelebalix qoser e, piştre Nisêbîn e.
-qoser
-nisebîn
-artuklu
-midyad
-kerboran
-mehsert
-dêrika Çiyayê mazî
-Şemrex
-stewr
-rişmil.



18.06.2020 18:32 ~18:32 | merwano

Rûpel: ( 1 2 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrdîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî