Ferhenga înteraktîf
ji akademiyê re raporek

Navê mijarê ya ewil ev bû:ji bo akedemiyê raporek
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-ji akademiyê re raporek

1. ji çîrokeke frans kafka hatiye wegerandin û guhertine lîstikeke şano ye.
lîstik ji aliye tuncay özel hatiye nîşandan

edît: Wek @xelil jî gotiye, min mijar çewt nivîsandibû, biborin



16.05.2020 03:36 ~15:50 | merwano

2. Mijara ku divê navê wê wek ji akademiyê re raporek were guhertin.

Lîstika ku min vê havînê li şa performansê temaşe kiribû. Bi rastî jî tuncay özel gelek baş dilîze vê skeçê. Kafka dîsa sembola heywanê ji bo rexnekirina pergala nû ya modern û şêweya jiyanê ya civakê baş bikar tîne. (bnr: veguherîn)

Lîstik qala meymûnekî ku rapora xwe ya di derbarê jiyana xwe ya ewil de ye û çawa jiyana daristanê berdaye û ketiye di nav civatê de û bi texlîtkirinê çawa bûye insan li ber juriyekê dixwîne dike. Bi min rexneyek mezin ji bo fikra azadiyê ya mirovên nûjen heye li vir ji ber ku azadiya me ya ku di nav çarçoveya jiyana medyaya civakî û çanda populer de asê bûye ji texlîtkirinê wêdetir tiştek nîn e. Her roj sibe heta êvarê em dikevin hesabên xwe yên medyaya civakî û xwezî bi mirovên din tînin û kirinên wan ên ku ew bixwe ji bona xwe dikin dixesûdin û ji ber ku em nikarin tiştan bikin, dikevin di nav valahiyekê de. An jî ji bo nîşandana jiyanek têr û têji wan kirinan dikin rêbera xwe û jiyana xwe jî li gorî van tiştan dirûvînin.

Serkeftin ji wan re. Hêvî me tûncay xebatên xwe yên vî rengî bidomîne û me ji berhemên bitahm û bikalîte yên wêjeya cîhanê bêpar nehêle. Derfeta min a naskirina wî çêbibû, Bi kesayeta xwe jî Mirovek qenc û jêhatî ye.



16.05.2020 15:33 ~15:43 | xelîl

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: tiyatrolistik tiyatrolistik tiyatrolistik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî