Ferhenga înteraktîf
sepana tirşikê ji bo telefonên jîr
(8) (1) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-sepana tirşikê ji bo telefonên jîr

1. sepana kû ez (û ez bawer dikim ku nivîskarên din jî) li bendê ne, bi teybetî li ser ios.

malmîrato divê ez herime şîvê lê ez nikarim ji ferhengê bi veqetim, ez bi rasta wesiyeta qazî mihemed ya ji bo gelê kurd hatim û heta min xelas kir ez ji nêza ketim li vir.



06.10.2013 20:41 | saladin

2. ku hebûya wê baş bûya.

aniha ji bo vê yekê xebatek tune lê wê di nava çend mehan de versiyona tirşikê ya ji bo cîhazên mobîl were amadekirin. yanê wê şûna vê sepanê bigire.

vêga telefonên bêrikan de karanîna tirşikê bi rastî jî zehmet e. rast e.



06.10.2013 20:43 | simurg56

3. kêmasiyeke mezin e.. divê roj berî rojê were safîkirin.. ji ber ku êdî kombers hêdî hêdî şûn û şopa xwe ji telefonên aqilmend re dihêlin û diçin.. divê versiyonek kêrhatî ya tirşikê ji bo van telefonan jî were çêkirin..



06.10.2013 21:18 | endazer

4. me go merheba?



min dil heye ku sepanekê ji tirşikvanan re amade bikim ango binivîsim. ji bo vê yekê alîkarî, motîvasyon û bawerî lazim e.

ez hê ji bo destpêkirina wê ne amade me lewra hê ez zêde bi pêş neketime lê ez ji xwe bawer im ku ez ê çêkim û bidim ber destê we tirşikvanan *



12.01.2015 22:05 | mergehez

5. ya ku piştî tirşik derbasî sîstema nû bû wek berê ne lazim e lê dîsa jî ger hebe wê gelek baş e.

ger mergehezo nançû bikare tiştekî wisa bike wê popularîteya xwe ya di tirşikê de derxîne asta herî bilind *



13.01.2015 00:17 | brusk56

6. çend roj berê di civatekî de mijar hat ser tirşikê, yekî pirsî sepana tirşikê ji bo smartfonan heye gelo?, kenê min hat, min di dilê xwe de got heta me versîyoneka mobîl jê re li hev anî mala me çû mîratê, îcar jî dora sepanê ye?.. xeyalek e hêvî dikim pêk were, bibe rastî




7. hê jî tune ye *



30.06.2015 17:59 | xendekî

8. Mijara mayinde ya tirşikê ya dem û dem dibe rojev. Hê wext pêwîst e ji bo derketina wê, bila raya giştî tam amade bibe. Li bendê bin.



01.07.2015 16:20 | azadixwaz

9. Di peyama dawîn de hatiye gotin ku di rê de ye. Heke ku ji hinekan re hatibe gotin, bila ji min re bê gotin da ez belasebeb nekevim telaşê.

Kes nehatibe dîtin ez ê bi silametî van rojan dest pê bikim. Tabî ji ber ku înternet li mala me tune ye ez ê zehmetiyeke mezin bikişînim. Her tişt ji bo tirşikê ye*



03.07.2015 02:18 | mergehez

10. sepana ku hê jî ji aliyê tu kesî ve dest bi amadekirinê nabûye. yê ku dixwaze çêke, bi dilekî rehet dikare dest bi karê xwe bike.

(bnr: quwet be)



03.07.2015 11:05 | brusk56

14. hêvî dide mirov. em bi hesret li benda versiyona alfa ne.



29.07.2015 22:49 | simurg56

15. (bnr: waow!)

(bnr: super e)



29.07.2015 23:59 | brusk56

16. Hêviya pêşeroja kurdan e. *



30.07.2015 00:07 | azadixwaz

19. sepana ku divê bisebir bê çêkirin, qene tişteke xweşik û kêrhatî/berketî jê derkeve; jixwe ecela me jî nîn e, ev sê sal e em sekinîne, em dikarin salek din jî bisekinin heyra.



30.07.2015 02:02 | xendekî

20. sepana edî mergehezo nançû wê wekî simurg56 xwe pê qurre bike ewê here were wê bêje sîstema sepana nû ya tirşikê...

niha ger wekî sepana opera mobilê nebe jî ev tekoşîna mergehezo nançû hêjayî hertiştîye destê wî sax û em dîsa dibên serkeftin.





not: ez qisqanmîş nabim.



30.07.2015 11:14 | shorbevan

21. Sepana 40 milyon kurd li bendê ne. Hêvîdarim vî awayî be jî em bikarin bikar bînin. Û emê çawa daxin gelo?



31.07.2015 14:09 | azadixwaz

22. (bnr: em ji bo ios'ê jî dixwazin)



31.07.2015 14:29 | ceso

30. Here lînkê



03.08.2015 16:06 | shorbevan

31. Sepana ku bila li androîdê bê barkirin û rojenekirin ji wir bê kirin çênabe qey ?



03.08.2015 18:41 | brusk56

32. Mixabin nabe. Ji ber ku niha di halekî tewşomewşo de ye. Bi darê zorê dixebitînim* ma versiyon hê 0.0.5 e ew jî ne neheq e ku ewqas tewşo be*



03.08.2015 18:49 ~18:50 | mergehez

Rûpel: ( 1 2 3 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» sepana radyoya tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» telefonên biaqil
» jîrikan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî