1. piraniya kurdan nizane lê li gorî rêzima kurdî di nivîsandinê de berî tîpên "h" û "y"yê ger tîpa "î" were, wisa nayê nivîsandin; tîpa " î " dibe " i ". |
|
31.05.2013 04:19 |
simurg56
|
2. çewtiyek ew qas tê kirin e ku, demekê min ji xwe guman kir * min digot belkî ez xelet dizanim . |
|
02.06.2013 16:10 |
brusk56
|
3. ez van tîpan nizanim :( |
|
02.06.2013 20:54 |
digor36
|
4. dema ku beriya qertafên kelijandinê |
|
22.07.2013 13:43 |
berxêres
|
5. Beqê ji shemarê gotiye tu bi chil lingên xwe chawa dans dikî, shemarê xwe shash kiriye. Beriya "y"ê "î" were tishtek jî nabe. Em barê xwe giran dikin. Fermo li alfabeya yewnana kevin binihêrin an jî li nexweshiya "obsesîs-komplesîf"ê binihêrin. |
|
22.07.2013 15:49 |
rojgar
|
6. qeydeya ku divê nivîskar ji bo nezanîna xwe zêde xeman nexwin û neqehirin.. ji xwe evê qeydeyê jî di nav kurdînivîsan de hîn cihê xwe xweş nekiriye.. |
|
22.07.2013 18:01 |
endazer
|
7. wele heyrana çavên we yên kesk û sor û zer. ez û çend hevalên xwe yên nivîskar, me biryar da ku çawa tê bilêvkirin, em ê wisa jî binivîsin. heke berî "y" û "h" yê "î" hewce ye, em ê "î"yê jî binivîsin. hayê min jî û hayê hevalên din jî ji vê qeydeyê heye, lê em di wê bawerîyê de ne ku, divê ziman neyê tengijandin. çawa tê gotin, wiha jî bê nivîsandin. yanî li gor dîtin û nêrîna van hevalên li jor agahî dane, ew pispor û em jî nezan an jî sêlek in. de bila wek we be, lê em jî têra xwe kurd in û bi kurdî zanin û em ji ya xwe jî danayên, vê jî zanibin hevalino! |
|
22.07.2013 18:15 |
devliken kelogiri
|
8. pirê caran dema ji dêleva "î" yê ku tu "i" yê bi kar tînî, peyv xav derdikeve û ji wateya xwe dûr dikeve. Lewma jî çawa tê guhên mirov, divê wisa jî bê nivîsandin... |
|
22.07.2013 18:19 |
devliken kelogiri
|
9. ji kerema xwe re, ka ji dêleva "mîh"ê, "mih" binivîsin û bixwînin. Bê wek hûn diparêzin, ji nav lêvên we ew dengê ku hûn dixwazin, derdikeve yan na? |
|
22.07.2013 18:24 |
devliken kelogiri
|
11. bila hevalên hêja bela xwe ji rexnekirina qaîdeyê zimanê kurdî berdin û baş hîn bibin du re rê nîşanî zimanzanan bidin, |
|
18.08.2013 23:19 |
azadixwaz
|
12. li ser ve mijarê nakokî û nîqaş hene. |
|
04.11.2013 23:37 |
diljan
|
14. gelek caran ez ketime vê xeletîyê. aha disa min xelet nivîs. de ka bila cara dawî be. |
|
12.06.2014 12:55 |
ciwanpiroz
|
15. tîpa î ku berî tîpa h û y were dibe î! Weled weled weled! lê çima? welê kêfa min hat bila welê be. Tişta welê nabe divê mantiqê vî tiştî hebe ji bo mirov bike lê hema zimanzana tevlîhev kirine hinek welê dibên, hinek ji wulo dibên |
|
18.07.2015 05:32 |
babrisok
|
16. ji bo girîng jî dibên divê hûn giring binivsînin lê sedema wê zelal nabêjin. Tişta dibêjin rayake wê ya ilmî nîne mixabin |
|
18.07.2015 05:34 ~05:35 |
babrisok
|
17. (bnr: kurdî de) |
|
26.10.2015 23:11 |
xwedaparêz
|
19. eger tîpa "î" berî tîpên h û y bihata nivîsandin, disa dirêj dihat xwendin. lê, di telafûza wê de xeletî çêdibû. û herfê "y" û "h", herfê "i" di telafûzê kurdî de dikê mîna î. yanî, di kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î, ji bo rastnivîs ya rastirîn e. |
|
10.04.2016 16:49 ~16:49 |
xwedaparêz
|
20. bi qasî ez zanim di kurmancî de ev tişt heye. mesela zazakî de tişteke wisa tune ye. |
|
10.04.2016 16:51 |
kurê xelkê
|
21. Qayideya ku hê jî di nava pisporên Kurdî de nehatiye çareserkin . Hinek alî dibêjin " belê wisaye ! " lê hinek jî qebûl nakin. Hefta çûyî li ser twîtterê rojev ev bû. Keçikek reben çûyî yekî Kurdolog re gotiye " ev te berî tîpa y yê î nivîsandiye. Xelet e ! " Mêrik jî gotiye " qîza gundê me hatiye Kurdî rê min dide " yanî xwe qurre kiriye. Îja tirşikvanek jî qey gotiye ew keçika reben ez im ji min re peyamek nivîsandibû him derba min (!) him derba mêrik dabû. Lê ew ne ez im welleh billeh ne ez im * Ez bi keçika hanê re napeyivim yan na min ê peyama wî tirşikvanî bigîhanda jê re * |
|
13.08.2016 16:44 |
biaqila malê
|
22. qayîdeya ku êdî ez jî gelek caran paşguh dikim. jixwe haya gelek kesan jê tune an jî dizanin lê qebûl nakin, ê feydeyeke wê jî tune... loma ez jî zêde giringiyê nadimê. li gorî keyfa xwe carina wisa carina wiha dinivîsim. |
|
13.08.2016 18:55 |
simurg56
|
hînbûna îngilîziyê [2] |
|
mehmûd berazî [1] |
|
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1] |
|
ercan bingöl [1] |
|
hînbûna îngilîziyê [1] |