Ferhenga înteraktîf
elo dîno
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-elo dîno

3. Navê gundekî nêzê navçeya diyarbekirê bismilê ye.



19.12.2013 03:19 | ceso

4. Çi çax guhdarkim nereqisim nabe.

stranekî gelkî xweşe

koma gulê xerzan dibÊje



12.05.2014 00:30 | destbedest

6. elo dîno, wek robîn hoodê kurda tê nasîn û naskirin.
Elo dîno li hemberî mîrê botan mîr bedirxan dirabê û li ber çemê dîcleyê qesrekê çê dikê (bnr: qesra elo dîno) û keştiyên ku ji aliyê amadê têne bi ser botanê rêya wan digirê û xeraçê ji wan distênê.





her wiha stranek li ser wî jî strandine
gotinên stranê:
Elo dîno
Elo dîno, Elo dîno, Elo dîno, Elî Axayo
Simbêl reş û xwînşêrîno, Elo dîno, Elî Axayo


Qesra Elê mermer gişte
Birca Elê mermer gişte
Ew şûre beran pişte
Jaro Elo, Eli Axayo


Qesrê Elê nava rêyo
Birca Elê nava rêyo
Dengê du şêra wê têyo
Jaro Elo bi şûr çûyêyo


Dengê du şêra xweş tê
Jaro Elo bi şûr geheştê
Jaro Elo navda kuştê





06.06.2020 17:07 ~17:09 | merwano

7. çîroka wî û çîroka kelha wî ya dîrokî li vir di hesaba cemal dengbêjê kurd a li youtubeê de pir xweş hatiye gotin. De kerem kin!



22.03.2024 00:17 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» elomelo
» dîno

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî