Ferhenga înteraktîf
kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere
tirşik-kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin

1. bi piranî kurdên ku ji kurdistanê dûr li welat û wîlayeteka ewropa û emerîqayê dijîn bi vê nexweşiyê dikevin.. bi dilekî paqij dixwazin bal û meyla raya giştî ya xanim û mîrzayên ewropayê bikişînin ser kurdistanê, ji bo vê yekê hêmayên mîstîk û egzotîk bikar tînin, ji ber ku li gorî fêhm û feraseta welatiyên sade yên ewropî û emerîqî, ji ewropa û emerîqayê wêdetir herkes li ser pişta ker û bergîr û hêştiran diçe û tê, ji emerîqa û ewropayê pê ve her der çol û beyaban e, qene qal û qirşek jî lê şîn nabe.. medeniyetê riya xwe bi van deran nexistiye filan.. ev hinek kurdên me yên dinya û ewropa-emerîqadîtî jî ji bo ku kurdistanê li ber dilê ewropiyan sempatîk nîşan bidin gelek caran di kar û xebatên xwe de hawara xwe digihînin hêma û elementê oryantalîst.. û vê yekê jî bi ser navê senteza rojhilat û rojavayê didin nasÎn û nûmayîş dikin..



21.02.2014 03:42 | endazer

3. (bnr: helly luv)



09.03.2014 23:16 | endazer

5. Kesên diçin qursa wênekêşiyê an jî wênekêşekî profesyonel bê te hew dît derket kolanan û wêneyan dikişînê. Jinên li ber tenûra, çaya qaçax, zarokên çilma wan diherikê, kalên bi kopal, deqên rûyên pîran mijarên wan yên sereke ne. Tu dibêjê qey ew bi xwe ne ji vê civakê ne û cara pêşiyê van tiştan dibînin, wusa ecêbmayî dimînin. Ceynika min ji wan diçê.



29.11.2019 23:04 | nan û av

6. li kurdistanê her tişt heye. bes welatê me ji bo ku pêş nekeve her tişt kiriye dijmin. kurdên ku diçin li ewropa jî çerax û lempe û ronîyên zêde dibinîn dibejîn qey ewropa ji welatê me xweştir e.



05.04.2024 17:57 | renasbutimar

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên li qeraxa kendava farsî
» çavên te

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî