Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
helaw - tirşik
helaw
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. celebek xwarin û xureka şîranî ye.. ji ard û ardik û dohn û şerbetê çêdibe.. gelek cure û celebên vê şîraniyê hene.. wek helawa tehînê, helawa kaxezîn, (helawa êr), helawa bindanê.. li gorî daxwaza dilî mirov dikare şerbet û lîmon û biharatan lê bike an bi ser de bireşîne..

li gorî çand û edetên me û yên birayên me yên tirk piştî ku nas û xizm û xweyiyek diçe ber rehma xwudê an bi jargoneke din jiyana xwe ji dest dide bi teştan ev şîranî tê çêkirin û li derûdorû û li cîranan tê belavkirin ji bo pêhesandina miriyên xwe û dua xwestinê..

di helbesteka şairê gewre arjen arîyê rehmetî de jî ev peyv û şîranî li hest û dilînên keservaniyê difesilin..



'nanê şikeva kir sedqe

bi çengan şekir, teşt teşt helawî

dieyan neanî hêsran venegerand

pîra Şemsê mir bi kula wî lawî'





05.06.2013 07:42 | endazer

2. wexta ku dibejin "helaw" aşîtî tên bîra min.



03.02.2014 00:22 | dil-tesne

3. erebên SÊRTÊ tên BÎRAMin.



03.02.2014 13:01 | hemokrates

4. bê helaw taştê nabe!



03.02.2014 17:54 | havîn

5. meha remezanê tîne bîra mirov. dema li paşîvê were xwarin, demeke dirêj zikê mirov têr dihêle.

ger helaw hebe, şûna dims-tehînê wê tercîh dikim.



03.02.2014 21:23 | simurg56

6. li ser gotina simurg56 helawa davut selim pir xweş e şuxlê bavûkalan e, ê berê zanin :D



03.02.2014 22:20 | hogırekoseri

7. di devoka me de havla tê gotin..li ser vê pekenok jî hatiye nivisîn..

merivek dihêre dikaneke dibêjî "ji min re havla", dikandar dibêjî "tu ji min re havla" an biewte.. paşê zaniyek ku havlayê dixwaze..



19.07.2014 00:34 | havka

8. kurd ji tirkan zahftir dixwin. Erzan e û popûlerîte wê kem bûye. Berê ewqas xwarina taştê tune bû niha 999 cûre tiştê xwarinê ji bo taştê heye.

hevalekî minê Halewfiroş mi ra go, em zêdetirin bajarên kurda û li rojavayê tirkiye jî taxa kurda da halew difroşin. Aboriya kurda ji gorî tirka kêm e loma daxwaza standina wan zêdeye



19.07.2014 01:11 | mîr

9. Helawe (m)

Bi zaravayê kirmanckî em ji dimsê re helawe dibêjin. Helaw gava bi ard bê çêkirin dibe helawî.



05.04.2021 09:06 | kajav

10. (bnr: helawtî)



05.04.2021 21:42 | navîgiranmezelîwêran

11. min do ji xwe re çêkir. di tawayekê de hinek margarîn û hinek rûnê şile yê gulberojan bihelîne. tê de du qedeh arvanên xwe biqelîne heta rengê xwe bigire. wê di pileyekê sorkirinê de xerc bibe avî ku netirse, rûn xwe dide der û dê li ser agirê kêm her biçe hişktir bibe. di çavekî din a tifikê de du qedeh av û du qedeh şekir bihelîne û bide kelandin. çawa xerca arvan xwe da der û te got va bûye, şerbetê kelandî birijîne nav. û bêyî sekan hema li hev bixe. wê rengê wê bibe qehweyî. te dît, tîrî bû, agir vemirîne. û bi ya dilê xwe ya germî ya jî bi sarî bixwe. noşîcan be.*

nîşe1. tu dikarî ji bo du qedeh arvan, qedehek av û qedehek şîr jî bi kar bînî.
2. heke kêfa te pir ji şêraniyê neyê, tu dikarî ne du, lê qedehekê nîv şekir bi kar bînî.



20.03.2022 15:55 ~15:56 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» helaw

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî