1. fîlmeke gurcîstanê ye. behsa şerê salên 1990î dike ku le herema abxazyayê diqewime. ji bo alîkariya abxazyayîyan, çeçen jî hatine û tevlî şer bûne. |
|
27.09.2017 22:18 |
simurg56
|
2. Fîlm di nav xwe de peyamên xweş û watedar dihewîne. Wer xuya dike bi butçeyek piçûk hatiye kişandin. Lê fîlmeke xweş derketiye holê |
|
28.05.2020 13:37 |
kajav
|
3. Muzîka filmê jî gelek serkeftiye. Navê camêrê muzîk amade kiriye (bnr: niaz diasamidze) ye. Bi rastî ruhê wê çand û erdnigariyê di muzîka xwe de bi awayekî serkeftî bi meriv dide hîs kirin û bi gelemperî dengê amûrê gurcîyan tê bihîstin. Mînakek din: vîdyoyê veke |
|
28.05.2020 17:45 |
rizgarm
|
4. Fîlma gelek xweşik ku di programa koma wergera fîlman ya tirşikê de ye û wê di roja 18.06.2020 de bi kurdî were weşandin. Ji kerema xwe bila kes heta wê demê temaşe neke. |
|
28.05.2020 19:21 ~19:21 |
simurg56
|
5. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
14.07.2020 18:47 |
simurg56
|
6. agir bi welêt keve jî mirov dîsa dikeve şopa malên xwe. îja mandariinid jî heta nîvê qala vê dike. |
|
28.10.2020 19:19 |
biruya hayao miyazaki
|
7. Fîlmek Estonî-Gurcî ya sala 2013-an e ku derhêner, çêker û nivîser Zaza Urushadze ye. "şaş nemîne. Hê kesên ku li ser soza xwe radibin hene" |
|
28.02.2023 17:12 ~19:53 |
burak derdilî
|
8. strana wî ya berbiçav: |
|
28.02.2023 19:20 |
horhorik
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |