1. li deverên wek botan û toran û xerzan û behdînan yên kurdistanê bi vî navî li dayikan tê gazîkirin.. li deverên wek amed û serhedê jî wek dayê dayîk navê dayikan tê hildan.. ji ya û dêyê pêk hatiye.. yanî yaaa dê an waaa dayikêê.. herwiha bav jî li heman deveran wek yabo tên gazîkirin.. ew jî ji ya û boyê pêk hatiye.. yanî yaaa boo an waaa bavooo.. nizanim çima lê di kurmancî de şirîntir û siviktir peyv e li ber dilê min.. |
|
28.07.2013 05:14 |
endazer
|
2. navê straneka ciwan haco ye.. bawer nakim ku kesek li dûrî û dûryanan bijî û dema ku guhdarî vê stranê bike xwe ragire û negirî.. newaya stranê ji milkê û gotinên stranê jî ji milkê bi bistikên sorkirî hinavên mihû dax didin.. yanî heçiyê li xerîbiyê dijî bila xwe ji vê stranê dûr bide.. |
|
28.07.2013 05:19 |
endazer
|
3. navê helbesteka şairê kurd yeqîn h. ye ku ez ne şaş bim di hejmareka kovara çirûskê de derketibû.. mixabin niha di dest min de nîne lê eger şaş nebim ristek wek ''dizane ev kur yadê, te çend tenûr dadan li emrekî'' derbas dibû di helbestê de.. |
|
28.07.2013 05:22 |
endazer
|
5. ferhenga yek peyf û ya herî berfireh |
|
28.07.2013 18:32 |
seydayê_peyvan
|
6. di telefona min a bêrîka de navê dayikan min wuha di nivîse. dengeki ji dil tê |
|
29.07.2013 07:52 |
saryaudisasarya
|
9. ya herî rasteqîn e li dinê. |
|
29.07.2013 17:40 |
gulan
|
10. yadê gotina zarokan ya ewilîne... di helbesta rênas jiyan de derbas dibe.. |
|
29.07.2013 18:09 |
siyajîn
|
11. her çiqas telefona diya min jî li ser telefona min weke "yadê" hatibe qeyidkirin jî rastiyê de em botî ji yadê re dibêjin dodê |
|
29.07.2013 18:31 |
simurg56
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |