1. êşeke gelekî pîs û ne'alet e. ev çend roj e, nahêle bi te'ama devê xwe dersên xwe bişûxlim. hema piştî rûniştina 7-8 se'ata destpê êşîn dike û hek ez tênekevim nav nivînê xwe, rûdine li ser hilma min. bi ser de ev rojên germ... |
|
20.05.2014 10:53 |
biruya hayao miyazaki
|
2. êşa piştê carinan ji karê giran û carinan jî ji teraliyê ye. wekÎ din jî cureyên êşa piştê heye. Lê ya herî dijwar ya berÎ xebata dersan e... |
|
20.05.2014 11:50 |
dil-tesne
|
4. piştî 6 salan heman hîs û fikir di hişê min de ne. du roj berê li salona sporê piştî rakirina halterê êşek biçûk ket pişta min. (cara pêşîn bû, min dest bi 50kîlo kiribû) êvarî êş zêde bû û do êvarî sebra min nehat. sibê zû rabûm çûm acîlê. çi çûn... bi kaşkirinê çûm. derziya êşbirê li min xistin. niha êşa wî kêmtir bû lê hîn dewam e. ditirsim piştî bandora derziyê xelas bibe, ew ê dîsa zorê bide min :( |
|
02.02.2020 16:22 ~16:22 |
biruya hayao miyazaki
|
5. êşekî pîs e. |
|
03.02.2020 00:03 |
brusk56
|
6. êşa ku heta neyê serê mirov ti kes alaqê xwe pê nayîne. gelek caran nîşanî nexweşiyekî mezin nade lê belê dikare hem bi hilkirina firaxên giran hem jî tenê bi rûniştinê derkeve hole. ya teqez ew e ku mirov postura xwe needilêne dawîya rê fitiqa piştê ye. |
|
23.05.2021 13:52 ~13:52 |
hueyn
|
7. Bi piranî ji hilgirtina barê giran tê serê min an jî dema demeke dirêj karê malê nakim wek ku laş neelimiyê wî karî pê re zêde diweste û roja din bi êşa piştê şiyar dibe |
|
23.05.2021 15:06 |
merwano
|
8. ev hefteyek e bela xwe dide min. ne dihêle razêm ne jî dihêle rûnim. jixwe herî kêm salê carek tê bela xwe dide, kêfa min direvîne û xatira xwe ji min dixwaze malmîrat. |
|
01.10.2023 13:58 |
kurê xelkê
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |