Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 55 peyam
utopya ya misilmanîyê - tirşik
utopya ya misilmanîyê
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî kesên ku ji misilmanîyê bawer dikin, ne utopya ye. li gorî misilmanan, ol û sîstemeke bêkêmasî ye. Bİ NÊRÎNA WAN VE, her çiqas, bi aliyê dewletên misilmanan VE şaşiyên girîng bên kirin jî, divê ev şaşiyana bi misilmaniyê û bi qur'anê ve neyên girêdan. bi rastî jî, ev nêrîneke mafdar e. lê bi ya min, dema ku fikrek di piratîkê de şaş be, çima hemû bawerkarên wê fikrê, ramanên xwe bi vê hevokê ve diparêzin. ev rewş ji bo komunîzmê jî derbasdar e. hemû kesên komunîst, ramanên xwe bi vî avayî diparêzin û dibêjin "di rastîyê de komunîzm başe, lê mixabin dewletên komunîst, komunîzmê rasterast tetbîq nakin. bi sêrî de ez tê de, eger em misilmanîyê biparêzin jî, rexne jî bikin divê em nebin murîd û li ser vê rewşê jî bifikirin. gelo şaşî di teorîyê de jî tuneye? gelo bandora şaşiyên teorîyê, li ser pratîka misilmanîyê heye an tuneye?



ez ji xwe bi aliyê teorîyê de jî zêde ji misilmaniyê bawer nakim, ev fikra min xwe ye, dibe ku şaş bim jî. lê xwe de bike ez şaş bim û pratîkeke misilmanîya rast rojekî min di şermê de bihêle.



19.06.2014 10:54 | nazim tolhildan

2. ûtopyayek tune ye. misilmanî nabêje wisa û wisa bikin, da ku hûn bigihijin dinyayek bêkêmasî û ûtopîk.

berevajî, misilmanê dibêje ku xerabî jî ji xwedê tên û divê mirov hember van tiştan têbikoşe û ji ya xwe neyê xwarê. misilmanî dibêje ku ev dinya, cihê azmûnekê ye û loma ji bo dinyayek ûtopîk divê hûn li benda bihûştê bin.

yanî li gorî îslamê li vê dinyayê têkoşîn heye lê rihetî ne garantî ye.



19.06.2014 17:23 | simurg56

3. dîstopyaya hinek kesan e.

ji mirovê misilman re ê ku bi her awayî jê bawer kirî û şertên wê tîne cih re, belkî utopya be lê ji kesên ne bawer û ji kesên ne misilman re dîstopya ye.



20.06.2014 00:56 | brusk56

4. bi qewlê fethullah gülen, li her der û devereka dinyayê gerandin û belavkirina î'laya kelîmetullahê ye.. di we'zeka xwe de dibêje em ê namê celîl ê muhemmedî li her cihekê ku roj lê hiltê û lê diçe ava bigerînin.. http://www.youtube.com/watch?v=LP8Xvmne5z0 (haj xwe hebin, bi we'zekî hûn nebin fethullahçî * )



20.06.2014 01:08 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» utopya ya misilmanîyê

Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî