1. taybetmendiyeke zimanê kurdiye ku ez tu carî lê tam serwext nebume. gelo yek zane hebe dikare min agahdar bike ka çawa û bi peyvê ve yan cuda tê nivîsîn.? |
|
03.07.2014 18:41 |
azadixwaz
|
2. ger de'ya ku tê qalkirin ev de'ya be wisa tê bi kar anîn: "şaqûlên min di bêrîka min de ne." yanî cuda tê nivîsandin. li hin herêman weke 'da' jî tê bi kar anîn: "şaqûlên min di bêrîka min da ne.".. |
|
03.07.2014 18:52 |
mergehez
|
3. ji bo min grift e. bawerim ji ber dezenformasyona zimanê tirkî li ser binhişê min, carna wisa li min diyar dibe ku divê ez bi peyvê re zeliqî binivîsim. |
|
03.07.2014 19:15 |
azadixwaz
|
4. divê cuda bê nivîsin an zeliqî bê nivîsin nizanim. lê ya ez dizanim ewe ku, di aliye fonetîkê de, daçeka "de" weke "da" di dev derdikeve. dema ku ez û hemû mirovên kurd yên ez nas dikim diştexilin, "de" yê weke "da", "re" yê jî weke "ra" bikartînin. ger şaş nîbin "da" û "ra" bi aliyê celadet bedirxan ve, ji ber ku fonetîka kurdî piçek nerm bike, weke "de" û "re" hatiye guhertin. |
|
04.07.2014 13:15 |
nazim tolhildan
|
5. her û her cûda ye. yanî tevlîhev e. |
|
04.07.2014 18:30 |
simurg56
|
6. a ku hatî fêhm kirin ku ku cuda ye lê ez bi xwe û gelek nasên min jî weke de û re bikar tînin. |
|
04.07.2014 18:33 |
azadixwaz
|
7. ku de'ya tirkî vebêjim, nivîsandina wê gelek hêsan e, dema hûn de'yê ji peyvê derxînin heke wateya peyvê xira nebe cihê tê nivîsandin.. |
|
26.02.2015 21:57 |
ferhenga şikestî
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |