Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
raperîn - tirşik
raperîn
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

18. ez nizanim canikê jî tê li tirşikê dinêre yan na? bila kes jê re behsa tirşikê neke haa, bi xwedê kurtepistên me yên ku me ji bo wê nivîsiye ger ku bibîne wê dev ji stranbêjiyê berde:-)



11.04.2014 20:55 | ferhenga şikestî

19. wexta dengê wê tê guhê min dîn îman serê min diçe,çi stranên xweş hebin herimandiye.nizanim kurdî dizane an ne belam dury me dury me plz.



11.04.2014 21:14 | gulgenim

20. navek xwoş e *



11.04.2014 21:49 | nivîskar winda ye

21. ya ku kurmancî herimandiye û ji wê tirê qey bedewiya rûyê wê bes e ji bo hunermendiyê.

û bila dev ji stranbêjiya bi Kurdî berde ez ê nanekî birûn bidim feqîr û belengazan *



23.05.2014 15:02 | gulan

22. keçikek hunermende çiqas dengê wê ne ewqas jir jî be ev strana min parvekirî de bi dengek cuda distirê





12.09.2014 11:59 | birazî

23. (bnr: me got lêxe, me ne got bikuj e)



12.09.2014 17:16 | serpale

24. bi min qet xweşik nîne.



15.12.2014 00:27 | vêca çiyeeee

25. serhildana ku kurdên başûr di 5ê adara 1991ê de li ranyayê li dijî sedamî dest pê kir,

mixabin ev mijara delal bi navê stranbêjekê hatiye dagirtin.



12.09.2015 00:51 | dijber

26. par li stenbolê, di odeka otêleke stenbolê da du jinan lê danûn mêrikek bi kêran ve kuştibûn.

ez îro hîn bûm ku ji wan jinan ya servekirî raperîn e.
ez şaş mam.
raperîn çawa xapiya li wanê rê ket heya stenbolê çû û di oda otêlê da fotografên xwe mêrik da kişandinê?.

li ber ketim yaw..





09.06.2018 23:28 | bûtîmar

27. di twitterê de çend meh pêş de hatibû gotin ku raperîn kesek kuştiye lê min ji angaşta wî bawer nekiribû. heyf, stranên wê bi min xweş nedihat lê dîsa jî heyf him ji wê re him ji keça wê re.



10.06.2018 00:25 | sloujouc

28. Raperînê bi kêrê zilamek (qebrax, pezevenk) kuştî ye û 12.5 cezayê hepsê lê hatiye birîn. Sedema kuştinê xapandin e. Jêr gotiye ezê te bike manken, wê jî him pere dayê, him jî pêre veketi ye. Qîzê çi lazim e ji te re mankentî, heyfa te qet li te nehat te qebraxar têkilî kir? Medya tirk dîsa derewa dike wek her car, dibêjen 'sezen aksu'ya kurd'. Keseki nizani be wê bibêj e qey ev rast e. Ez muzîkê wê naecibîn e, lê hurmeta min wê mêriyana wêî dawiyê (kuştina pezevengekî) heye, her kes nikanin wan tiştan bike



10.06.2018 00:29 | serpale

29. Stranbêja ku min nûçeyekî de dît piştî ketiye girtîgehê keçika wê ya çardeh salî xwe jî zinarekê avêtiye û miriye. Heyf.



01.12.2019 00:37 ~00:38 | biaqila malê

30. Rengê dengê wê xweş û balkêş bû lê mixabin xebatên wê ne gelek baş bû li gorî min. Paşê ew jî ket pey jehra hezgelîyê û xwelî li xwe kir. Tişta ku min fêm nekirî hezgelîya Raperînê jixwe zehf bû çima ew tişta beredayî kir û ev xwelî li xwe kir? Her çi be, hemû kes dibe qurbanên biryarên xwe.



01.12.2019 06:45 | lîfikê firaxê

31. Xwe jî perîşan kir malbata xwe jî perîşan kir ew nûçe bi mehan di rojevê de mabu yanî hêj safî nedibû lê dawîyê de derket holê ku ew jinîk raperîn bu pir şaş mabum û pir heyîrîbum jinîk delal bu xweşîk bu her tişrî wêdetir şûkîrîbu û keça wê hebû çima serê xwe xiste belayê ? Xwede alîkarê wê be.



01.12.2019 11:30 | azad30

32. jinike heyf e..
ez wisa hest pê dikim, piştî hepsê yê xebatên baş çêke. Lê li gor xebera ku ji min re hat, dibêjin di hundir da rewşa wê ya psîkolojîk nebaş e :(



01.12.2019 12:05 | bûtîmar

33. îro hepsê derketiye, stranbêjek serkeftiye.
derbasî be raperîn *





edît: mixabin tenê mehnîvek (1,5 dqn) derketiye, ji bo vîrûsa koronayê.
spas #brzn



23.06.2020 01:26 ~15:18 | doesntmatter

34. Silav , Raperîn derneketiye , tenê girtîgeh hatiye guhestin .Guhestin bo girtîgeha vekirî hatiye kirin.
Here lînkê



23.06.2020 12:26 | brzn

35. li ser jiyana raperîn:




06.11.2020 19:21 | merwano

36. Peyvek kurdî ye wateya wê serhildan e.

Wek din jî, jinek stranbêj li xwe kiriye nav. Ew jin paşî ji ber ku mêrek kuşt kete hepsê, pişt wê bûyerê keça wê ya hêj zarok xwe kuşt. Trajediyek çi ji ber bêaqiltiya wê çi ji ber rewşa jiyanê hatiye serî. Niha jiber koronayê hopsê de derketiye û dîsa hatiye di nav piyasaya xwe ya berê. Helbet dixwaze jiyana xwe normalize bike dîsa lê bawerim divê ji psikiyatristekê alîkariyek xurt bistîne. Çimkî qet baş xuya nake. Jixwe aliyê polîtîk û ziman de qels e, ji wê tiştek nagihije kurdan. Ma ew kurda jş xwe re bibêje "sezen aksuya kurdan" dê çi jê çêbe*



20.02.2021 11:50 | de facto hozan