Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 6 peyam
    tim û tim bi telefonê mijûl bun - tirşik
    tim û tim bi telefonê mijûl bun
    (2) (0) ecêb (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. pirsgirêkeke populer a dinyaya modern e. ku te hay jê tune be wê bibe pirsgirêkeke mezin ji bo yên derdora te. xwe jê dur bixin, ku hun nekarin qet nebe xwe ji yên derdora xwe dur bêxin.



    2014.11.13-23:40 | azadixwaz

    2. tişta ku li serÊ mirov dibe bela. ger di nav malbatê de mere her tim bi telefonê mijûl bibe, ji devê herkesî heman gotin derdikeve. de bes lo ew çi di telefonê de heye ku tu evqasî lê dinerî? *



    2014.11.13-23:44 | mergehez

    3. Wekî zincîrekî girêdayî ye histuyê meriv de. Êdî meriv eleqe xwe birî ye ji derdorê xwe, em jiyana xwe ya rastî de mirin ya jiyana xeyalê de dijîn.



    2014.11.13-23:56 | mîr

    4. tişta ku dibe sarbûna ji hevalê xwe. heqqet 2-3 hevalên min hene ku ez êdî qet naxwazim bi wan re rûnim. qaşo ji bo sohbet kirinê mirov rûdinê balê. ew hema her û her bi telefonê mijûl e. yek ji wan jî heye ku, ew gotinên xwe dibêje û li telefona xwe dinêre dema tu xeber dide te seh jî nake. ji xwe nizane te çi jî got. hema çi bizane wê dûbare dike.

    ê de were bi mirovên wisa re biborîne ..



    2014.11.14-01:08 | brusk56

    5. hindî mirov bêje hebûna (bnr: têlefonên bi aqil) bo mirovahiyê başe lê mezintirîn nebaşiyê jî didet.



    2014.11.14-01:13 | vêca çiyeeee

    6. tişta ku ez tenê ji bo nûçeyên anf'ê û xwandina peyamên tirşik'ê dikim. **



    2014.11.14-11:50 | nazim tolhildan

    7. Karê sereke yê hevalê min malê ye. Bawer bikin di tuwaletê de jî bi telefonê mijûl dibe. Ji ber wê herî kêm nîvseetê di tuwaletê de dimîne. *



    2014.11.14-20:03 | xendekî

    8. bi taybetî jî di metropolan de gelek bi hêsanî tê dîtin..

    lê divê mariv bi yek-çavî lê nenihêre, hûn ê bêjim çima?

    her dem û serdem û heyam li gor taybetî, pêşveçûn û geşedanên mirov, mirovahî û cihanê teşe digire.. hin kes dibêjin sed sal berê ne wisa bû, di malan de ceryan jî tunebû, dema tarîtî û zilûmata şevê, şevê zeft dikir, herkes li derûdora agirekî, findekê diciviyan û şevbûherkan dest pê dikir û şêniyan kêf dikir falan û bewan... îcar ez bipirsim; gelo mirov guherîn an jî teşeya cihanê?

    tabî teşeya cîhanê guherî kakacan. heke mariv here sê hezar sal berê hingê mariv dê bibîne ku wan deman jî tiştên ku sed sal berê hebûn, tunebûn. lê mirov her eynî ne, heman in.

    yan qenc in, yan qirêj in; aramî û aşitî jî heye, şer û pevçûn jî heye, dilpakî û dilsozî jî heye, zikreşî û çavnebarî jî heye, niha jî heye, beriya niha, hezar sal berê jî hebû, dê siberojê de jî hebe yanî yên diguherin ne mirov in, cihan e. û gelek normal e ku bi guherîna cihanê re mirov jî biguhere, axaftin, sohbet, hevaltî hwd.. tiştên baş in lê ev nayê wê wateya ku formata wana difelişe... bi guherîna cihanê, têgihîştin û mejîyên mirovan jî diguhere..

    jêrenot: dema ku nû hatibûm stenbolê, helwest û tevgerên stenboliyan ez şaş metal hêliştibûm, di destê herkesî de telefon û di guhên wan de mûzîk.. kes li kesî nanêre û kes bi kesî re napeyive; min gotibû ev çi ye? ev dinya û çandeke çawa ye? axirê mehekê jê derbas nebû, ez jî bûm wek wan. yanê robot!

    jêrenot2: di navbera mala min û nexweşxaneya ku têde dixebitim de saetek rê heye, û di heftê de pênc roj diçim û têm yanê dike deh saet rê.. ger hûn bin hûnê çi bikin? mariv ji ecizî û bêçaretiyê, xema dilê xwe pê telefonê direvîne.. mesele bi kurtasî ev e



    2014.11.14-23:31 | ferhenga şikestî

    9. kerrrratî ye. gelo tu karê wê kesê tune ye? ez naxwazim listîkan li telefona xwe zêde bikim ji ber ku meriv bi van tiştan pir mijûl dibe. gerçî dîsa tiştek nakim lê ji barkirinê çêtir e tiştê ku min kiriye.



    2014.11.15-11:56 | kurê xelkê

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.11.15-12:19 | derqamij

    11. van roja ew ez im... wexta li ser cadê dimeşim jî telefûnê ji nav destê xwe dernaxim, serê xwe dixime nav de û ez jî hew dizanim bê tê de li çi jahrê digerim... ez tirs dikim ji nişkê ve kamyonek li bin guhê min bixê û telefûna min di nav destê min de bibê piçik û parî... û not û neh libên tizbiyê min jî yeko yeko li ser riyan belawela bibin ku helîm yûsiv jî hew karibê careke dî wan bidê hev...



    2015.04.24-14:57 | ciwan

    12. dema ev tişt tê serê min derfet hebe ez li ser peyareyê zemîna ku ji kesên astengiya wan a fizîkî heyî re bi taybetî hatî danîn dimeşim.. :(



    wekî wêneyê de jî tê dîtin ji ber ku zemîna wê şerîdê bi piyan tê hesîn ji nexweşên telefonê re çareyek baş e :(





    2015.04.24-15:48 | hêja hûner

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.24-17:11 | elegez

    14. rojê en hîndik heşt seet pê mijûl dibim niha çavê min bûye wekî..........dêşê 2nûmare mîyop

    van roja êmin bese





    not: wedî neysa sansûr û qedexe nayê ser kurdî .



    2015.04.25-14:31 | shorbevan

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    êrîşa li dijî esnafên sirûcê
    berî hefteyekê ji hêla akpyî û dewletê ve pêk hat. li gor agahîyên her...
    kristin özbey
    Em îro pê malbata xwe re li stenbolê de digeriyan, ji aliyê (vbnr: tun...
    kurê min were em ê te ra yeke sergirtî, xayî eşîr, qur'anxûn, ehilnamûs bixazin, xwe ra bizewice, xwe bide ber mala xwe
    gotinên ku cîya min ji min ra her tim dibêje.. qe carekî jî nabêje ku...
    hdp
    partiya kurdan ya ku min xwest li ser twitterê jê re peyamek kurdî ya ...
    xewn
    xewn bû ya fîlm bû, nizanim. emreê min derbas bûye. ji xwe re yekî dît...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tîma sererastkirina peyv û peyaman
    » tîma tirşikê ya li hember pozbilindî û nijadperestî
    » telefonên jîr
    » bûna muxalafeta sereke ya hdpê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî