Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rojnivîska tirşikvanan
      peyamên çepikkirî

      1. ew rojnivîsk in ku tirşikvanên hêja tên di bin vê mijarê de dinivîsin..

      ne her roj be jî, car carinan tirşikvanên hêja rojên xwe yên ku ecêb û seyr derbas bûne, dikarin di vir de binivîsin..



      têbinî: min dil û nêt heye ku di hefteyekê de carekê bêm û serboriyên xwe yên ku hêjayî nivîsandinê ne binivîsim..



      2015.03.07-22:48 [guhertin:2015.03.07 22:49]| ferhenga şikestî

      3. (bnr: tevlihevkirina mijaran)

      (bnr: rojnivîska spînoza)



      2015.03.08-11:31 | ferhenga şikestî

      4. tu zanî, ez hej ji çîrokan nakim û min bîst û çend car ji te re sedema vê hejênekirinê rave kirin, te gotibû belê, xebera te ya. xayînê ma tu çîma fêm nakî?

      serpêhatiya min û te tu car nabin çîrok û di tu kitêban de hilnayên! ma çima fêm nakî?

      çima fêm nakî ku te ez di orta nava germahiya tîrmeha amedê de hêliştim û çûyî. hama te li pişt xwe jî nenihêrî, qaşo te hej ji min dikir, te di nameya ku li dû xwe bo min hêlîştiye de gotiyî, 'hej ji xwişka min bike û lê xwedî derkeve, êdî cihê vala yê ku bi çûyîna min di dilê te de vebûyî, pê wê dagire kurê meta min' ma tu neçûya min ê xwedî lê derneketa keçxal? ev çîroka min û te, çîroka tevahiya kurdistanê ye, gelek kes behsa vê trajediyê kirine lewma tu lazimî nîn e bo min, feza valahiyeke bêserûber e, tu kes ji binî vî barî ranebûne.

      min wan rojan hemî pereyên xwe yên ku ji dema xwendekariyê ji min re mabûn, dabûn pirtûkên kurdî, te gotibû ez ê du hefte paşê werim û emê bi hev re xelas bikin, ez naxwazim ku zimanê min êdî di devê min de biterpile, min gotibû temam e nûjîna min, ma çi bûyê hemî kitêbên kurdî bibin sedeqeya serê te, lê qaşo em xwedîqewl bûn, te peyman xera kirin, qewlê min û te bêî silav û kilavekê xera bû, wêran bû. niha tu çi dikî li wan beyar û çiyayan? ma bi te ne sar e? bi min sar e û dema sar be bêriya te dikim û hîn pirtûkên te jî min germ nakin, tu zanî, hemî efinkî bûn, ez xwedîqewl im û tucar devê xwe nadim wan. heta ku tu werî û vî dilî cebar bikî..

      bavê te hê jî vedixwe, xwedêgiravî soz dabû, 'soz soza mêrên berê' lê hîç fêde nekir, serê wi tim mest û gêj e lê divê xema te nebe canê, ji te pirr dûr e, ya rastî tu jê dûr î..

      îşev bîst û pêncê avrêlê ye, ango dozdeh roj paşê ber bi amedê ve diherim, te jî têr ji wî bajarî nedît, qaşo temenê me têde biriziya lê çênebû, ji metropolê taa deriyê çiyê, hemî giş di bin çavdêriya te de bûn, te digot ma 7 sal ez ê li romanyayê bixwînim! hest sal kuro! hest sal serhad abê! ma ez ê çawa debar bikim? min hestîrên te paqij kirin û te dît ku yên ku diniqutin, diherikin ên min in..

      du sal, hama bêje du sal xelas bûn lê bawer bike ev êşa çûyîna te hê jî mîna roja yekê ye. kîja bêmirad gotibû ku mariv ji bîr dike? derew e, vir e. ji wan bawer neke.

      pîrê jî mir te ew nedîte, baş e te nedît. ji teqet ketibû, nema dikarîbû biştexiliya.

      neyse li xwe miqate be, dibe ku bayê çiyayan xedar be, hay ji dûpişkan hebe.





      2015.04.25-23:00 | ferhenga şikestî

      26. silav rojnivîskê! ev cara ewil e ji bo te dinivîsim. nizanim çima dinivîsim, belkî êdî tiştek nema em binivîsin û bêjin, belkî êdî fihêt dikin biaxivim hatim ber deriyê te. dibêjin her tişt hal dibe, erê baba, her tişt hal dibe lê ev meseleya kurdistanê çima hal nabe? niha her tişt serobino bûye rojnivîskê. li rojava şer e, şerê daîş û cengaweran şêrên deştê ypgê ye, her ku ypg pêşve diçe dewleta tirk dixwaze xira bike, planên kûr dike (belkî ne kûr be, planên rojqedên bin) lê rihet nasekine, niha tenê ji rojava hin xeberên xweş tên, li gor agahiyên duh heseke ji daîşê hatiye paqijkirin, şervanan qira wan ji nav hesekê rakiriye. lê li bakur rewş ne wisa rojnivîskê, her tişt tevlîhev bûye, piştî hilbijartinan wî devbigûyî devê xwe xira kir û pêvajo jî rakir, got pirsgirêka kurd nîn e, lihevhatin pêvajo tiştek tune ye, piştî van gotinên wî leşkerên wî çiyayên kurdistanê dan ber agir, du hefteyan sax her roj li deverekî agir bi çiyayên te ket rojnivîskê (bnr: şewitandina daristanên kurdistanê), dûvre li sirûcê bombe dan teqandin, dûvre dest bi destgîrkirinan kirin û dest bi bombebarandinê kirin, va hefteyeke bi firokeyên cengî f16yan qendîl û çiyayên kurdistanê didin ber bombeyan û duh sivîl qetilkirin, 8 welatiyên başûrê kurdistanê ji aliyê firokeyên cengî yên tirkan ve hate kuştin, erê dîsa, ez zanim tu dibêjî -vana hê heyfa solînê û malbta wê neda, erê carek din gundî insanên sivîl qetilkirin. li başûr qrîza aborî, siyaseteke dubendî heye, pdk êrîşên artêşa tirk mafdar dibîne ynk û goran dibêje bila derhal bisekine, yek dibêje bila pkk ji başûrê kurdistanê derkeve, yên bakur jî bi reşkirineke dehşet êrîşî pdkê dike, pdk jî eynî wisa reşkirinê dike. rojhilat kerr e, a rast li benda teqanekî ye. herroj cinazeyên şehîdên kurdistanê li bajarên kurdistanê belav dibin, dewleta tirk nahêle 13 meytên şehîdên rojava werin malên xwe binax bibin. yanî tu dîbînî rewş malwêranî ye, ne tişteke din e. belkî ji ber wê kes nayê li ba te nanivîse tirşikê.



      2015.08.02-20:58 | xendekî

      29. rojbaş tirşikê!

      rojeke nû destpê dike dîsa di van rojên têr-xwîn de. li amedê di otobuseke ji seda 90î tirkîaxêv de ber bi zankoya hiqûqê ve bi hevalekî navê wî şiyar botan lê piça kurdî nizane re di gel tîrêjên rojê yên gava otobus ji vîraja fîskaya dizivire di nava otobusê de 180° digere diçin. û ava mezin xuya dike, baxçeyên hewselê yên bi rengê payîzê xemilî wek ku li kurdistanê şereke qirêj nîn e û wek ku kurdistan nr di bin nîrê tirko de ye dikene. de bikene...



      2015.11.11-09:03 | xendekî

      30. Rojeke xweş û germ e. nêçîrvan (pisîka me) herim kû li pey min e, xûya ye birçî bûye evî zikmeşk yan na ew tu carî guh nade min. Ji ber vê carnan wî dişibînim hin kesan* jixwe em û ajal ne zêde ji hev cuda ne



      2015.11.11-10:40 | sergijik

      31. rojeka bi nîvro bûye şeveq seet bû dozdeh hêna gêjê xewême û rewşa farqînê û kurdîstana bakur ji bîra min naçe û hingî diçe fikra min xera dibe ez bi pkkê û bêdengîya barzanî jî dibehecim.. ez dibêjim ezê bi şev derêm derva sed dused heb erebe bi şewitînim an du teneke tîner bibim roja înîyê xwe di camîyekîda bişewitînim.. çavê xwe li bombeyên desta digerînim nabînim niha ez dibêjim ezê karê pkkê bidim ser milê xwe lê tiştek ku ez pê çalakîya li darbixim tune wekî tivinga rûs roja lazime valaye an nateqe anjî li hev siwardike û ji kerema xwera bira di cîhê pirtûkande duheb bombe werin ewê pir qenc çêbibe.



      2015.11.11-12:20 | shorbevan

      33. Şeva te bi xêr tirşikê. Weke tu jî zane ev mehek bûye ez hatime welat. Ji cerfa ez hatime welat ez fanatîktiyeke bê fikir dibînim. Kes naxwaze bifikire ê difikirin jî ji bo sûda îdeolojiya xwe difikirin. Ji ber wê ye ez li welat nema dixwazim bipeyivim.



      Li ser meselê tirşikê. Bavê min îro bavê min ji nûçeya leşkerên tirk ku li nêzîkî mûsilê ne bîhist dest bi peyvê nebaş bo berzanî kir. Ez nepeyivim min go mezinê min e, bavê min e. Tiştê min êşand van peyvan bi zanebûn bi kar dianî. Bi zanebûnek partîzanî. Ne a fikrî.



      Bavê min zanebû leşkerên tirk ji sala 1997an piştî amerîka û hevalbendên wê li seddam xistin wek 'artêşa aşitiyê' çûne başûr û hîn jî li wir in. Wekî din bavê min zanîbû ev leşker ji berê de li wir in û ên nuh çûnê ji bo guhertina leşkeran çûnê. Wekî din bavê min zanîbû partiya wî leşkerê tirkan ji nav kobanî derbas kirin û hiştin ew meytê kalikê xwe têxin axa kurdan. Lê bavê min dîsa jî ev tişt ji bo hevalê xwe sor bike digot.

      Piştî wê demê min fahm kir ez êdî xerîbê miletê xwe yê 'ji fikirînê azad bûye' me. Ez li cem miletê xwe êşê dikşînim. Ev êş ne ji ber îdeolojiyê ye ha. Ji ber durûtiyê ye...



      Kurdên vir giş zanin ku hilbijartinên vir ên partiyê derew in. Giş zanin ên di şaredarîyê de ne zikmezin in. Giş zanin ji şaredar bigir heta encûmena jî ê rant û xwarinê ne. Zanin ku şaredarî ruşwetê dixwin û bi plan û projeyên bajêr ji bo rantê an jî bi rişwetê diguherin. Lê mesrl yekî feqîr be derin xaniyê wî li ser serê wî xera dikin.

      Erê rojnivîskê, bavê min û hemû partîzanokên derewa van tiştan dibînin lê qet behsa wê nakin. Le dema mesel bibe rişweta başûr an jî meseleyek li ser berzanî dibin pîzok û har dibin. Ya rastî ji ber vê durûtiyê ez nema xwe ji vir dihesibînim.



      Ez zanim ku êdî ev milet ne kurd in lê pkkyî ne. Ne kurd in lê dijberzanîcîne. Ne kurdvin lê parêzerên halkların kardeşliği û demokratik turkiye ne. Ez zanim ku dema ew behsa yekitiya kurdan dikin tenê qala kurdên wek xwe dikin.



      Min ji hineka bîhist ku bela berzanî xwe bi rûsya nagire lê amerika digire xayîn e. Û zanin ku ê kobanî xelas kir amerîka û berzanî bû jî. Lê wek min got tirşik miletê min êdî bi derewan bazarê dimeşînin. Derewên hemû bajar pê dipeyivin lê zanin derewin jî.



      Wek min got tirşik êdî ez zanim ez xerîbê vî gelî me. Nizanim bê xelasiya min di ku de ye...



      2015.12.07-01:38 | berxweda

      34. silav û kilav..

      gelek ji te eciz bûme, ji te, ji jiyana xwe ya monoton, ji kurdên ku vê taliyê hêşê xwe bi vîdeoyên ahsen tv'yê xira kirine û ji karê xwe yê îmana min jê diçe, ji tevan, gişan, hemûyan...

      serê sibehê di saet 7'an de şiyar be, rabe qurteke av di ser çavên xwe de wer bike, diranên xwe firçe bike, kincên xwe li xwe ke, di vê sir û seqema şefeqê de ji malê derkeve, here rawestgehê, deh deqe li otobusa ku ji xirecirê bi rewiyên wan re dibî xizim nîv saet ber bi karî re here, di cihê karî de bi tirkan re 9 saet wext bibihurîne, dûre di saet 16.35'an de ji karî derkeve, were rawestgehê, dîsa li benda otobusê bisekine, were malê, firaqên qirÊj bişo, tiştekî amede bike ji xwe re, bi tena serê xwe rûne û bixwe, wan rake deyne li ser dezgehê, çaya xwe dagire, kombersa xwe veke, cara ewil çavek li tirşikê bigerîne, peyaman bixwîne, ku bikeve hêşê te çend tiştan binivîse, paşê rabe here kitêbek veke, çend deqe bixwîne, piştre bêje 'yav çima edebiyata kurdî nake pênç qirûş?!', kitêbê deyne, fîlmek veke, bîst deqe temaşe bike jê eciz be, bila êdî fîlm jî te tatmîn neke, dîsa rabe tirşikê veke, bibîne ku xalî bûye, bêje 'uff îroj jî tiştekî hejayî nivîsandinê tune ye' kombersê bigire, bikeve nava nivînan, piçeke xeyala amedê bike, dûre rakeve...



      serê sibehê di saet 7, de şiyar be, 'ufff nikarim rabim yav! ezê êdî zû rakevim, erÊ! îşev teqez ez zû radikevim, wilo nabe, nikarim şiyar bim' here qurtek av di ser çavên xwe de wer ke bla bla bla...

      saet serê sibehê 7'an de şiyar be, 'de uffff eciz bûm ji nivîsandina vê rûtîna xwe ya monoton û yek-reng' çima eciz dibim? ma her roj bixwe dijîm....

      saet serê sibehê 7'an de şiyar......



      2016.01.07-20:13 | ferhenga şikestî

      37. slavên germ li te! sitara bêkesan, rojnivîskê... niza'm çima, îro dema ber bi malê ve dihatim ket hişê min ku ji te re çend gotinan bikim. zanim ji zûde ye, ji guhdarkirina me û xewn û xeyalên me yên beredayî pir westiyayî. lê çi bikin, xeynî te tu kes nîne ku em tûrê xwe, ya dile xwe jê re bê tirs û fedî vekin. carnan difikirim, ger te jî tûrê xwe ji me re vekira wê çi jê vala bûbûya? Gotinên bextewar an yên mehdtirş, yên belasebep an girîng ? dibe ku tu tişt… lê mixabin wekî hemû xeyalên din ên ecêb ev jî ne gengaz e. Tu yê tu carî neaxivî û ez ê jî tim wê efsûniya te ya şanaz û tûrê te yê heta ji dêv dagirtî meraq bikim... zanim, li gor rê û rismên rojnivîskê divê min qala rojeke xwe bikira lê ji ber ku hemû rojên min wek di makîneyekê de derketine, tev wek hev in( çûyîna dibistanê, xwendavanên şirîn, midûrê mehdtirş, vegera malê, xwarin, xwendin, raketin…) min tişteke te bixe nav kelecaniyekê nedît binivîsîm. Lewma min biborîne rojnivîskê… Li derve dengê zarokan tê, bi kelecanî dileyîzin û dengê pitikeke ku şîr dixwaze û li hundir dengê nîzamettîn arîç… bi xatirê te.



      2016.03.28-17:43 | sergijik

      38. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

      2016.03.28-20:41 [guhertin:2016.03.28 20:45]| rasteqîn

      39. merheba rojnivîskê... îro tişteke ecêb hat li serê min lewma min xwast demildest vê tiştê ji te re vebêjim * piştî li kar, li dibistanê derketim ji bo dîtina hevalekê çûm banqeyê. dema karê min qediya û derketim li derve, rastê mêrekî ciwan hatim, bêhemdî çavên me li hev ket û wî, bi baldariyeke mezin li min nêrî lê min bi lez û bez wek keçeke binamûs * serê xwe xist li ber xwe û ketim ser rêya malê. çi ecêb piştî demekê min ferq kir ku ew hinekî li paş min e. bi vê hayîbûnê re, ez şaşopaşo bûm, hîn ketim nav kelecaniyekê hîn jî tirsekê... ger bixwazî wî ji te re teswîr bikim, kesekî wiha bû: rengê kesekî nebaş nedida. rûyekî wî yê paqij û qeşeng hebû, bejn û bala wî baş û cilên xweşik lêbû. ango wek beredayan tolazan nebû. jixwe şaşmayîna min jî ji ber vê bû. axirê rojnivîskê, ez çendîn hatim ew jî hat, ez ketim dikanekî ew sekini. ez meşiyam ew meşiya, ez cardin sekinim û ew jî cardin... * dawiyê aciz bûm û min bi awayekî xwe jê qut kir û hatim malê. lê dema hatim malê di hişê min de ev pirs çêbû gelo ew kî bû ? *



      2016.03.29-18:47 [guhertin:2016.03.29 18:57]| sergijik

      40. îro şemî bû, rojeke germ û keskesorî bû. şêniyên bajêr, wek ku ji zûde ye li benda vê rojê bûn xwe avêtibûn li parq û kolanan, kuçe û bin daran... min li pişt pacê bi deqîqeyan li wan nêrî. dawiyê çawa bû niza'm min jî xwe li cem wan dît. dayik, milê wan de pitikên wan û hin jin mêr, dergistî di milê hev de û qîjeqîja zarokan.. hin kes di taldeyekî de hin li ber tavê rûniştibûn. ez jî li kerasihekê.. bêyî ku haya wan ji pê bibe min cardin çavên xwe, zivirand li ser wan. xeynî çend kesan hemû kes bextewar bûn an jî wisa dihatin xûya. lê wisa be jî ne xem e. dibe ku wek john Berger jî dibêje bextewarî ne tişteke domdar be. ew tenê tişteke "gavî" be. herhal em şêniyên parqê jî, wê gavê di hembêza bextewariyê de bûn. lewma dilê me kutekut bû, hew kêmasiya me çend perperok bûn* bawerim, ji erzaniyê ye wekî hemû parqan di vê parqê de jî piranî dendik dihate xwarin û çaya qaçax a di termosan de... ciwanan bi sebreke mezin bi dehan wêne dikişandin da ku biavêjin facebook û filan bêvanê * kal û pîr ên ku di nav her qurçimeke wan de hin tirs, hin poşmanî, hin aramî... dihewandin, li derdora xwe dinêrîn û serê xwe mîna ku gihîştine efsûniya jiyanê ji hev re dihejandin. li kêlekê bêhneke kûr dikişand kalekî din. titûna xwe ya di bêrîka xwe de derdixist, bi tiliyên xwe yên hejhejok dipêça dû re dibir ber lêvên xwe yên tenik.. û li ber dîwêr parsêkekî ecêb.. ecêb bû çimkî li tu kesê/î lavayê nedikir. tenê bê seda li erdê dinêrî û di halê xwe de diponijî. çi serfiraz! axirê, zemanê bêbext wekî hemû tiştên xweş, ev roja jî domand û berê min da rêya malê. lê çi ecêb hîn bextewar im *



      2016.04.02-20:20 [guhertin:2016.04.02 20:29]| sergijik

      41. rojnivîskê ez ê nekarim hestên xwe ji te re rave bikim. hevalê min ê zarokatiyê van rojan şehîd ketiye. ji te tenê tiştek dixwazim; herdem bîne bîra min û bêje "te sond xwaribû ku jiyana xwe ji bo gelê xwe biborînî. li hember zilma van kafirên mirovatiyê, bexwedana xwe bernedî"



      2016.04.05-20:37 [guhertin:2016.04.05 20:37]| simurg56

      44. ev çendek e xwediyê malê, min digeriya ku li qata ez lê rûdinêm temîreke înşaatê heye û wê karkerekê ji bo temîrê bê. dawiya dawî îro deriyê min hat lêxistin. lê lêxistinek çawa? erê, min bihîst dengek hat lê ne bilind ne nizm, ne heye ne tune ye. dû re telefona min lêxist yê digeriya xwediyê malê bû. got: " ew karker li ber dêrî ye. qey hûn li mal nînin? " min piştî telefon girt, derî vekir. û li pêşberê min kesekî jar (zeyif), rûyekî mahcûp û çavên şikestî... hîn min tiştek negot wî bi halekî fediyok çend gotin kir: "qusûrê nenihêrî, ez ji bo temîrê... aciz nebî..." min got aciziya çi, kerem bikin. û min rê nişan dayê. wî solên xwe derxist, da destê xwe û derbasê terasê bû. ji bo ku toza solên wî nekeve malê gavên xwe hûr û baldar diavêt.. çi kubar! di wê dema kurt de hin tiştan bala min kişand. ev karker, kurmancî diaxivî û pir şikestî bû. ne wek yên din bû. çav û mîmîkên wî de hin keser, hin fedîkirin, cardin mahcûbiyet hebû. min got yeqîn ew, ne ji mêrdînê ye. piştî wext hinekî derbas bû ez bi hinceta tiştekê îkram bikim çûm ba wî. û piştî çend pirsan, hînbûm ku wek min texmîn kiriye ne ji vir e. ji rojava ye, ji tirbêsipî.. got: "ez li înşaetekê nobedar im û mehê 1300 lîra distînim. 300'î didim kirê û sê zarokên min hene..." min dixwast hîn bibêje lê çi çare.. divê bixebitiya. kêfa wî ne ya min bû. min ew bi karê wî re hîşt û hatim. dû re fikirîm, gelo ew kesekî dewlemend bûya wî yê dîsa bi dengekî nizm û carekî li derî bida yan wî yê li zengilê bida ? yê dîsa evqas mahçûp bûya di tevgerên xwe de? gelo bi hezar lîrayan çi dike û di nobedariyê de çi difikire, çi hîs dike? ev camêrê tirbêsipî min hestiyar kir îro. hîn teqereqa wî tê. jiyan bê wîjdan e, bê merhemet e.



      2016.04.17-14:23 [guhertin:2016.04.17 14:26]| sergijik

      45. ev salek e tiştên li kurdistanê qewimî û diqewimin, hişê min ji serê min bir û dibe. sebr û tehamula min ji nûçeyan nayên. xemgîniyek bêçare î tehl rûniştiye li ser çavên min. carinan dema bi hevalên xwe re dipeyivim, espriyek baş min dide kenê lê poşmaniyeke yexçar radide dilê min. piştî xwarineke xweş an jî çayeke hêja jî jê ne cudatir e. ditirsim. her tim ditirsim. dema di çûkaniya min de bitirsiyam bi xwedê re dipeyiviyam. lê belê êdî tirsa dilê min min ji xwedê dûr dixe. ez xwedê winda dikim. di nav taristaniyeke heta hetayê.



      lê meriv candareke ji rêze ye. dijîm. herçiqas çar aliyê welatê min bi kuştin û xerabî ve hatibe dorpêçkirin û hêviya min ji tiştekî nema be jî bi xwestek an jî jirêzêbûnê ve wekî bêxem û ji derdê dûr dijîm, dimeşim, bazarî dikim û dikenim. dikenim wekî girîn. wekî pejirandin. pejirandinek fedîkarî.



      tehma devê min tune ye.

      lê bira derew nebe, dijîm.



      û ez nikarim ji nav vê psîkolojiyê xilas bibim.

      dibe normal.

      heyf e.



      2016.04.18-00:55 [guhertin:2016.04.18 00:57]| biruya hayao miyazaki

      46. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

      2016.04.18-01:34 | elegez

      46. silav û rêz li te rojnivîska delal.

      weke ku min çend roj berê jî ji te re gotibû psîkolojiya min ne baş e niha. min gotibû ez ê di tirşikê de binivîsim belkî hinekî rihet bibim lê rastî êrîşekê hatim, mirovên fesad dest bi qerf û tinazan kirin. behecîm, aciz bûm. ez ê binivîsim dîsa, nikarim li benda wan bikevim.

      erê hevala delal, li ser ew bûyera ne xweş, bûyereke din jî hate serê min. çi xweliyê li serê xwe bikim nizanim. her tişt li ser hev hatin. dixwazim dev ji van tiştan berdim lê weke werîsekî hustê min badane. li hêlekê êşa eşqê li hêlekê jî neheqiya ku li min hate kirin. du derbên mezin min xwar di vê mehê de. derbek derbas dibe lê ya din pir zor e. ligel xwestinê mirov çawa dikare xwe ji tiştekî mahrûm bike, ez fahm nakim. duh gote min bêriya te kiriye, hembêz kir û hew. min jî sêwî sêwî lê nihêrt. tiştek ji destên min nehatin. min soz dayiyê û gotiye ez ê dev ji te berdim lê wer xuya dike ku ew jî naxwaze dev ji min berde. erê rojnivîskê ev ne neheqî ye? ez şaş li meseleyê dinerim? ez fêhmkor im qey? naaa. lê dinerim û dibêjim ez ne fêhmkor im. çimkî her tişt li ber çav e. xwexapandin jî li ber çav e. ev tevgerên wê nahêle ez zûbizû dev jê berdim. rojnivîskê pêşniyarekê li min bike. ez li hember van tevgerên wê xwe kerr bikim? ti bersivê nedim wê? çi bikim? haa, çi bikim?



      2016.04.26-12:24 | mergehez

      47. merheba rojnivîska şirîn!

      ez îro bi zarokên ji nisêbîna rengîn û dêrik'ê hatine re axivîm. min guhê xwe da derdên wan û çend pirs li wan kir.. ji ber ku gellek in, li dibistanê ji bo wan poleke nû hate vekirinê lê mixabin di her astê de, hejmara wan gihiştiye çilî û ew di tevahiya mijaran de jî paşve mane.. lewma dema dikevim dersa wan nizanim ji kû dest pê bikim û ji wan re çi vebêjim.. min ew tekûtekû guhdarî kirin. tiştên wan vegotin, hişê serê mêriv dibir lê ez ê qala wan tiştan nekim. min heta niha ewqas behs kiriye ku devê min qerimî êdî... bi kurtasî rewşa wan a ji min re gotin ev bûn: hin çil kes malekê de dimînin, hin 34, hin 20, 25... wek ku digotin çend malbat dibin yek û wisa ji xwe re malekê kirê dikin. dema wan, qala van tiştan dikir ez li ber xwe diketim lê yeqîn lewma dibêjin: "dinyaya zarokan" ku qet xema wan nebû û tim şiheşiha wan bû.. tiştên hatî serê xwe jî bi laqirdî vedigotin. heta ku carnan bêhemdî ez jî dikeniyam* lê cardin dihatim ser hemdê xwe. tişteke din jî min ferq kir ku zarokên nisêbînê hem jîr hem jî kurdewar in.. hema bêje di navbera xwe de tim kurdî diaxivin. dema ew gotinên wan tên guhê min ez jî tevlî sohbeta wan a şirîn dibim û peyvên ecêb ji wan dibihîzim...



      2016.05.05-17:13 | sergijik

      48. duh êvarê tev li civîna bîneya ku ofîsa min tê de ye bûm. ji bo bîneyê gelek tişt hatin niqas kirin. yek ji wan mijaran jî mehaniya dergevan bû. dergewan rebenekî kurd e. di bînê de 24 heb ofîs hene û dergevan serê her ofîsekê 60 tl distîne. yanê mehaniya wî dibe 1440 tl. lê di civînê de yek ji xwedanê ofîsekê pêşniyar kir ku mehaniya dergevan li serê her ofîsekê bibe 40 tl. yanê got bila tevahî mehaniya wî bibe 960 tl. mirovê ku ev pêşniyar kir yekî azerî û mhp'yî bû. ez ji pêşniyara wî pir aciz bûm û min qebûl nekir. ji ber ku 960 tl pir kêm e. xêncî wê, min ferq kir ku mêrik pêşniyara xwe bi helwesteke nijadperestî ve kir, ji ber ku dergevan kurd e. lê ya agir berî min da pêşniyara wî nîn bû. piraniya xwedanê ofîsan kurd bûn, lê mixabin bi rayên wan ve pêşniyar hate qebûl kirin. hah vê yekê agir berî min da û hiş ji serê min çû. kurd çima ev qas bêbex in. lê piştî ku civîn qediya min qazî dergevan kir û got "dile xwe fireh bike û netirse, geva ku mehaniya te kêm bikin ezê jî vê bînê bişewitînim".



      2016.05.21-11:03 | nazim tolhildan

      49. rojnîvîska minî mayînde ev çi roje tu li xwe dikî bar te hê negotiye çibû çi qewimî ez dest pêkim wekî hergav şeveqê bavê min min rakir limêja sibehê got rabe tu wekî kerekîyî tu betalî kar û îşekî jî tune tu çima limêj nakî tabî min jî bi nîv dezmêj û bê fathakî û bê eşhed.. xwedê qebûl neke belî eks nîne* di peyde razam rabûm seet bû 10 xurînî kir.. mêvanê me yên ji malê hebûn herdû xuşkê min hatibûn kete behsa behs hate ser masîya a rastî min bi nevsa xwe nikarîbû min got ezê herim masîya bînim emê wan sorkin.. min berê xwe da ber erasê ez çûm cîhê mehsîya a ku min dît masîyê ez dixwazim qediyane lê min got piştî ez hatime divê ez bê masî neçim min dît li derek din masiyê bi navê sazan û ez masîya pir naznakim yê din dibe jêre bibêjin bersor bi kurtasî masîyê malabadê herwiha min her yekê du kîlo kîloya wan hima bibêjin belaş yek 2,5tl yek pênc ecêb!.. jiber erzan bûn min got masî yê te ne genîne.. binihêre diya min mirtive ewê masîya cardin ji tera weyne * werhasil1 neh deh telaqa avêt got ez heroj livirim.. jiber lehd bû masîya paqijnekir an kesên paqijdikin îro betlana wan bû ez hatim diya min qiyametê rakir got ev çi masîyê ne şûştîne.. tabî mafdarin hergav min şûştî dihanî ewjî jixwe nexweşokin û karê wan jî hene.. xuşkê min jî her yekê du heb sê heb zarokên ne jiwan hene(tu dibê jî qey agirê semewatêne) ji riyê wande wan jî nikaribû masîya paqij kin.. herê welleh ev masî tev di sityê minda man inca karê min tune pûlê sazana jêkim û wan bi qelêşim û wan meqeskim paqijkim* werwasil2 rojnivîska min a tev

      li vir tije bû.... dema masî çêbûn min got ezê cardin ji van masîya weynim zêde zêde bi tehm û bi dehsîbûn qasê di ber xwarina wande mam diber paqijkirina wande nemam * ha ez naxwazim zêdebikim minê bigota jiber min îro masî çêkir tirşik jibîrkir ez lêborîna tirşikê ji xwe dixwazim







      2016.05.23-01:14 | shorbevan

      50. Min îro rêwîtîyeke zehv xweş û ecêb kir. Saet 18:00 an de piqava amedê siwar bûm û min Berê xwe da amedê..

      Bê mede bûm..



      Demên Pêşîyê şofêr piqavê da mûzîkên arabesk vekir.

      Min go aha wele teze me îskenceya xwe dît.

      Ji xwe kêfa min jî qet tinne bû.

      Mi go kuro rêwîtîyeke zehv bêhnteng pêşîya te ye û min guhdanka xwe amade kir û di hişê xwe da ew muzîkên ku ez guhdar bikim wana fikirîm..



      Neyse wesayît di cîhekî sekinî rêwî hilda

      Mirovekî 35-40 salî, tonton şêrîn û mixabin lal û hinekî jî kêm aqil hat kêleka min rûnişt. Zehv kêfa min jê re hat. Mi go ahan min rêhevalê xwe dît!



      Çend dem derbas nebû ez û dîno me bi rêya tevgerên dest, jest û mîmîkan ji hevdûra axifîn.



      Alîyê çepê da ro hêdî hêdî diçû ava. Muzîkeke ecêb teyîbê da û

      Kêleka min da rêhevalê min ê lal û min dîntir...

      Ez jî wî dîntir



      rêhevalê min Destê xwe va tilîya gustîlê nîşan da paşê jî ez nîşan dam. Bawerim li min pirsî ku ez zewicîme an na yan jî heskiriyeke min heye, tinneye ewa pirsî

      De were êja vê meseleyê rêya tevgeran ve bibêje piihhh..

      Ka ezê çakî bibêjim? Min çend tevger kir serê xwe hejand ewî min fehm kir! Ecêb..



      Belkî jî fehm nekir



      Paşê em li ber goristanan re derbas bûn rêhevalê min fatîhe li min da xwendin.



      Em li ber zevîyan re derbas bûn ewî behsa zevîyan kir..

      Min telefona xwe derxist û wêne kişand.. Zehv şa bû..



      Pere ji min xwest min pere derxist dayê..

      Me ji hevdû re henek kirin em kenîyan, me sille çoka hevûdû xist, me hev hembêz kir..

      Qey tê bibêjî deh salê em hevdû digerin û me deh sal paşê hev dîtîye..



      Welhasil ez serîda her çiqas bê kêf bûm jî, wî rêhevalê minê min aqiltir û min, me rêwîtîyeke xweş ji hev re derbas kir..



      Dawîyê da em Amedê peya bûn ewî xwatîrê xwe ji min nexwast meşîya. Ez li paş da sekinîm min lê nihêrî, ew zivîrî min destê xwe jê re hejand ewî jî ji min re destê xwe ba kir, kenîya û çû..



      Ew rêhevalê bê aqil gellek merivên bi aqil baştir bu.

      An jî ewa û ez em bi aqil bûn, merivên din bê aqil in..

      Ez îro tiştekî dinê jî hîn bûm: Ji bo ku meriv biaxive û hevdû fehm bike peyv tinnebin jî dibe.



      2016.06.11-00:09 [guhertin:2016.06.11 00:12]| hozan serhad

      52. Dîsa rêwîtî û xeyalên xemilî yên cur bi cur..

      Ez jî nizanim çima tim rêwîtî û xeyal dibine para min.. Lê ne xem e. Em di sinorên panosê derketin. nîzikê erdîşê ne.



      Dîsa Çiyayê Sîpan û behrewan rêwîtîya min û efsûnê xeyalên min re şahidtîyê dikin.

      Çiyayê sîpan Serê xwe bi berfê xemilandiyê û du heb ewrên biçûk xwe li ser danîn e.



      Heheyy sîpanêê ey bûka gelê min a por hene

      dîsa jî nizanim çend evîndarê te hene..

      mêrg û zozanên bê daristan,

      gelî û banîyên ku zikê xwe de gundan dihewînin jî bi min re şahidtîyê dikin niha..

      ey gelî û banî ey mêrg û zozan û gelîyên zîlayê bê deng!

      Ca deng bidine dengê min!

      kurdîstan warê şêra bû kete destê kundên kor..

      hê jî dilê min pey evîn û evîniyê ye.. Ez çi bikim lawiko evînî pîroz e, kirasekî bi agir e.

      ma îhsan nûrî jî evîndar nebû?

      Lê Belêê Behra wanê dibe jî ku nebû şahidê evîna wî, lê glî dax serê xwe neçimand li ber evîna wî?

      Ma hozan jî nabêje agirê dilê min dudu ne yek tu yî yek kurdîstana rengîn e.



      Min serê xwe bilind kir û em erdîşê ne. Lewheyeke hîşîn, li ser da bi tîpên tirkîtî ! :

      "erciş nüfus:.."



      Ka guhdanka min! Ji min re bi dengê delil dilanar şerê tarxan vekin!

      Rizgan û nûrê derbas be şerê tarxan veke!

      Ez dizanim dengê guhdanka min dengê radyoya otobêsê nikare lê ew jî ne xem e.

      Min Bi kelecaniyekî Stran vekir.

      bilûrê ra tirsehêzî diherike pihhee!



      (De lo lo lo hoo lo lo ..!

      Ax lo lo lo..!

      Tu kela mêran i.

      Lê lê dayê! Wax lê dayê rebenê ka rabe binihêre şerê hanê şerê tarxan e. Keko tu ka rabe mêze bike ew dewa hanê dawa tarxan e.

      ..lawo xwedê dizane qetla te mîna qetla du mirîşkan e.

      ..çi bikim îro pêşiya te koçê qeleniyê ye koxa celalîyan e lo lo lo lo..

      Bê lo lo lo..

      Wey lo lo..

      Ax lo lo.. Tu kela mêran î

      ..lê dayê rebenê rabe sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

      Lê keko tu rabe mêze bike sira qeleniyê bişewite bextê min ra sibekî çiqas sar e.

      .. Lê eskerê şahê ecem giran e 12 hezar e. li ser milê me herdu birayan da hatî par e.

      Ez ditirsim eskerê şahê ecem eskerekî zor î zexm û giran e.

      Eskerê birayê te vê sibêkê pê nikare ax.

      De birano lêxin eskerê şahê ecem derbas bikin. Li sinorê ebaşikeftê baciyê ava elegezê.. Destê kekê cewzo da kare kare hoo lo lo..)

      ..

      Dîsa û dîsa û dîsa ..





      Min ev strana çend cara dubare kir nizanim. Lê min dêna xwe dayê em li arnêsê jî derbas bûn. Lezeke din ew cîhê ku min xwe re kifş kirîye bo ku ez avahîyekî lê çê bikim min mêze kir. Hê kesekî dest nedayê de baş e. Li ser wî zinarî erdbej jî çê bibe nikare avahîya min bihirşîne. Ew rojê werin!



      Hey gidî kurdîstan! Gelo tu heta niha çend evîn û evîndarî ra bûyî stargeh û wargeh?

      Geh li sîpan geh behrewan geh li artos..



      Saet bûye 07:00

      Niha daxwaza min tenê ewe ku ev rêwîtîya min neqede. Lê ez dizanim mîna her tişta xweş eva yê jî biqede. Ez dizanim bextewarî kêm dikişîne.

      Lê ezê dîsa werim! Ezê di kela mêran warê şêran bextewarîyekî saz bikim.

      Ezê werim!



      Bûka gelê min sîpan, piştî demeke kurt dîsa xwe xuya kir. Bi rêzê da behrewan, doravek û sîpan hev dixemilînin.

      Di guhê min de lo lo lo lo ya delîl. Wey delîlo tu her hebî camêro!



      Saet 07:40 balafirgeh! Xatîyekê satileke mezin tijî penêrê wanê kirîye yê bihere stenbol mistenbola. Can qurbanê wê xaltîkê jî..





      Vê demê xwatirê te cîh û warê şêr û mêran, sîyabend û xecê!

      Ev xwatirxwastina jî weka, xwatir xwastina 9ê vê mehê giran e!



      Ezê werim!

      Ezê werim.



      2016.06.22-08:19 [guhertin:2016.06.22 17:27]| hozan serhad

      53.

      Şeva te'b xêr ez xulam; ev peyam peyama min a yekemîne ku di beşa rojnivîskê dinîvîsim. Îro seet 6 ê êvarê de ji mêrsînê ketime rîyê da ku biçim wanê nîk birayêt xwe û piştî çend roja ezê berê xwe bidim gever ê nîk xwîşka xwe erê ew gevera ku ji ber şerê hendekan kavilbuye û wêranbuye, dizanim min haj xwe heye ku ez ne supermen im ku bikaribim tiştek biguherînim lê hêjku dikarim li gel xwîşka xwe li gel mîlletê xwe bikim girî dikarim axîn ù kesera bêdewletbùnê li gel gelê xwe bijîm û tijî nifiran bikim ji bo dijminêt xwe dîsa hêj ku dikarin dua bikim bo rewşa gelê xwe û kurdîstana xwe.



      . Piştî geverê jî înşaallah ezê bo hevdîtinekê çime colemêrgê ku sedemek mezin digire bo vê rêwîtîyê.



      ev rêvîtî ji bo min ji rêvîtîyên dîtir cûdatir e ji ber ku encama vê gera min a axa bav û kalê min wê îhtîmalek mezin bandorek mezin ji bo jîyana min bike belkî pêşeroja min jî biguherîne.



      Bavê min heftîyekê berê ku niha li wanê ye bo min telefînek vekir ji bo ku bême colemêrg ê bo hevdînekê , ji min xwest ku bo eyda remezanê li gel betlaneya fermî 9 rojê xwe li wanê û colemêrg ê biborînim. Helbet piştî ku behsê sedema gazîkirina xwe bo hevdîtinekê kir ez cihê xwe şaş ù metelmayî bum. ji ber ku tiştek wesa ji min dixwest ku her tişt ji bilî îradeya min rêvediçu loma min go ez nikarim bêm hem ji ber medreseyê(di med-zehra yê) ku me dest bi bernameya perwerdehîya zarokan a dewra havînê kirîbu hem ji ber semînerên ku serperîştîya perwerdehîyê a mêrsînê amade kirîbu û tevlîbuna min jî bo semîneran şert Bu, ji ber van hecetan min go ez niha neşêm bême colemêrg ê lê çi gava min go neşêm û nikarim bêm, kerbê bavê min vebu bi helwesteke tund emir da min ku bême colemêrg ê digo bila çend roja yekî şûna te bikeve waneya zarokan a medresê, ji bo semîneran jî heceta min zanî û got jixwe betlaneya fermî ye min dîn neke zû here bîletê xwe bistîne bo wanê . min çend seetan ' 'berxwedanek bi heybet' çêkiribît jî ew ji ya xwe nehat xarê û dawîyê go eger tu neyê ji ber ku min sozek daye filankesan ezê êdî nabêjim tu kurê min î.



      Wax jarê ezê lawo bavê min çendî bi qerar ù israr Bu ku niha min xeberê wî kirîye ù ketime rêya colemêrgê bo hevdînekê ku dibe ku jîyana min biguherîne.



      Hey xwedayê min ê rehman tu bike xêr ku hêj ku ev hevdîtin ji bo min hem bi xêr bît hem jî li gorî dilê min bît. Her çendî bi israra bavê xwe ketibime rêkê jî dilê min jî lê heye bo vê hevditînê. Ką bila ev 9 roj xilas bibît hingê ezê encama hevdîtinê û hestên min yên ku ji ber gevera xirabbûyî çêbûyî ezê binîvîsim bo te : rojnivîska tirşîkê. Hîvya xwedê...*



      2016.06.30-21:50 | azad30

      57. rojnivîska min û xwe ya îro akpyîyan ji nêvzde naskiriye ez cardin bejna teva liber te di tewînim û tiştê te dît ka li rûpela tirşikê jî barkim, herê roj nivîsk xwendno min îro hinek tîşortên Wêneyê erdogan li serê bûn min got ez bibim qada bağcılar'ê bifiroşim herwiha min bir pot li erdê raxist got werinn tîşortaa! 10tl- 5tl tunebe canê we saxbe, du sal garantî... min qirka xwe qelaşt law evan kurê kerêyan kî diçe tê dipirse dibêje belaşe? hînî miqarneyên belaş bûne * ji wan şitrê qey deweta diya wane hertişt belaşe.. yê tê dilê wî heye Bistîne lê tirşikçî wekî hûn zanin tîşort li gorî bedena wan tunene *, yên jin tên bi çarşef.. tîşortên milqol lixwe nakin divê min ji wanre li ser çarşefê çêbikira.. * ez ecêb mam zabita dihatin nedihiştin ez bifiroşim 4 çar cara berî min dan tabî ez rûşûştîme * min ber xweda camêrek min dît got bifiroşe ezê telefonî serokê şaredariyê bikim camêr telefon kir serokê şaredariyê got qedexeye nehiştin gotin em cardin te bibînin emê derbeyê li tîşortên te bikin dest bidin serê.. ez çûm derek din qaskî ma dîsa hatin min tîşortan berhevnekir min got ez belaş didim milletê got na gere tu ji vir herî.. min got dest didin ser tîşorta bidin serê min wisa got wan jî riya xwe nedîtin wan tîşorta newêribûn bivin werhasil Mehmet metiner hat ewtiya, ziriya, reyiya.. ez jî êdî hatim.. werhasil min got belî weka li geziyê xweş bi firoşim nebû tabî min 2 seetande 300 tl karkir.. lê li geziyê rojê 4000 tl ji tîşortên bi nivîsên everyday i am çapûling kardikir.. Rojnivîsk çavê xwe bû şahedê akpyî tev yên xwarinê, yên belaşî û menfaetêne..



      2016.07.17-23:51 | shorbevan

      58. rojnivîska şirîn, îro tişteke ecêb hat serê min* min beriya mehekê ji dikaneke emlakê re gotibû ji min re maleke bêhnfireh û nêzî dibistanê lazim e. eger we yeke wisa peyda kir, hûn li min vegerin ez ê kêfxweş bibim. îro ber bi êvarê telefona min lêxist. ya digerî, kesekî ji emlake bû. got: "mamoste merheba , min ji we re maleke şirîn dît. eger keysa we pê girt niha werin binhêrin." min jî xwe amade kir û derketim lê min nexwast tenê herim wê derê. lewma min got ez ya baş gazî hevalê xwe yê îrfan bikim. ji ber ku him mala wî nêzî wê taxê bû him jî ji karên wiha fam dikir. min telefon lê kir wî hilda lê tişta ecêb wî, min nas nekir û dengê wî jî hinekî cuda dihat. min got ez evîn... baş e ku hatim bîrê * got: "bibore, telefona min xera bibû ji ber wê hejmarên tê de tev jê çûbûn" ( ruhê min ji vê virê diçe. mirov bi durustî bibêjin min hejmara te ya telefonê heşibandiye ez ê qet aciz nebim lê dema wiha tewş diaxivin bêhemdî kenê min tê) min jî got ne mesele ye. piştî kêf halê wî pirsî min got eger guncav bî gelo dikarî bi min re werî ji bo dîtina malekê. wî jî xwedê jê razî, got helbet serçavan û serseran... û me cihek nişan kir ku em li wir hev bibinin. piştî ez hatim wê derê min dît îrfan amîda ber bi min ve tê. min jî di dilê xwe de got çi rasthatineke xweş..* û ez sekinîm, min destê xwe dirêj kirê û got merheba. piştî çend gotinan min xwest xatirê xwe jê bixwazim û min got ez li benda hevalekî xwe me lewma divê ber bi wî ve bimeşim, bi xatirê we.. lê wî bi ruyekî ecêb min dinêrî û got:" va ye ez hatim, ma te negot em ê li malekî binerin?" piştî vê gotinê wek ku tasek ava sar li ser serê min de hatî xwarê min şaş û metel lê nêrî û nezanî dest û piyê xwe daynim kû derê. erê, rast e min ev tişt gotibû lê ji îrfanekî din re* ax rojnivîskê! wekî ku te jî fam kir, min bi şaşî cihê ku hevalê xwe bigerim, li îrfan amîda geriyabû. di rehbera min de du irfan hebûn. hejmara telefona îrfan amîda bi tesadûfekê li cem min qeytkirîbû. ango me ewqas hev nedinasî tenê me çend gotin kiribû carekî û hew. piştî min ev rizaleta ferq kir, bi dilekî mahçûp dest bi lêborînan kir û hewl da ku wî secih bikim. wî ez fam kirim lê ruyê wî de hîn ecêbmayînek hebû. piştî xatirxwastinê ji wir bi reverev hatim û min irfanê din geriya. min dît erê ev irfan ew îrfan e ango ne îrfan amîda* dengê wî siviktir û ji dil bû. me hev dît û min ji wî re tişta hatî serê xwe vegot em gellekî pê keniyan. lê hîn jî dema ew rizalet, tê hişê min fedî dikim.



      2016.08.02-00:34 [guhertin:2016.08.02 00:40]| sergijik

      59. îro ji ber çavên xwe hindik mabû serê min bikeve belayê.

      berêvarkî, li jêr malê, parka bîrdariyê (anıt park) heye, carinan diçim,rûdinim, îro jî çûm, li ser sekûyekî rûniştim, qederekî min serê xwe xist nav tabletê û tiştin xwendin, dû re bêhna min teng bû, min li dora xwe nêrî, ez li dora xwe dinêrim lê tiştekî zêde nabînim, ji ber ku normalde di her du çavên min de jî 3.5 derece miyop û di çavê rastê de jî 0.5 astîgmat heye, ne bi lensan be, derûdora xwe xweş nafitirînim. û ji ber ku çavên min enfeksiyon girtine ev çend roj in ez nikarim lensan bidim ber çavên xwe. axirê piştî qederekî keçikek texmînen sih salî filan hat cem min, bi tirkî go ez ''dikarim rûnim'' min jî go ''belê kerem ke'', paşê go ''em ji kû hevdu nas dikin'', min jî go ''nizanim, ez te nas nakim'', go ''nexwe çima nîv saet e, tu zîq li min dinêrî'' -tirseke şirîn bi dilêmin ket ;) - min jê re behsa nexweşiya çavên xwe kir, min go ji ber lensên min ne li ber çavên min in, ez xweş nabînim, binêr çavên min sor bûne, ji ber enfeksiyonê,filan, go ''temam, min bawer kir'' û ket nav derdên xwe de, baş bû ku telefona min lê da, bêyî ku xatir jê bixwazim, mn xwe jê xilas kir.

      van rojan hew ew parka bîrdariyê hebû, ku berêvarkî bêhna min lê fireh dibû, ew jî çû.



      2016.08.13-00:15 | endazer

      61. îro li ofîsa ku carinan ji bo wan projeyên mekanîkê çêdikim min xanimek nas kir, bi tesadûfî mijar li ser tirşikê vebî, dema diştexilî û dor dihat ser bilêvkirina dengê k xanimê du sê caran dengê xwe di dilê xwe de necerribandibûya min hîç ihtimal nedida ku kurd e û bi kurdî dizane. ez dirêj nekim, piştî behsa çend çend nivîskarên wekê simurg56, elegez, ceso.. kir go yekî bi navê endazer heye, tu yê bêjî qey ji bo dewletê dişixule, hemû karê xwe kiriye reşkirina partiyê ;)

      min kir û nekir negot ka di tirşikê de dinivîse an na, min jî jê re negot ez endazer im ;)



      2016.08.27-00:05 | endazer

      72. rojbaş rojnivîskê
      beyanî be xêr
      îro 23ê meha kewçêrê ya sala 2016ê ye. ji rojan yekşem e. emro zanîngeh tune ye, spartek tune ne, plan nîn in; seet bûye 11:00ê nîvro hê xewde bûm.
      rojeke xweş e yanî; ji qîrevîj û qareqara sedsala 21ê herkes kerixîye, lê yek ji me nikare bêje ka bise yaw, ev çi heyat e; em çi insan in, herrooj şer şer şer şer şer şer, kuştin, teqîn û dagirkerî. em nikarin berê xwe bidin marsê jî, ku biken pismam; avgîrek e jiyan.



      2016.10.23-11:21 | xendekî

      75. waa rojnivîskê, min got ka ez slavekê bidime te. lê mixabin ez bikêr nehatim kû tişteki rast binivîsim. min tevlîhev kir û dev jê berda. ji bo wilo nehêjaye werê xwendin jî , lê dîse va ez ji bo xwe parve dikim, ne ji bo xwendinê.


      evîndarî jî zîndaneke ku fikr û raman, mêjî û dil têde tê asêkirin û fetisandin. çav kor dibe, guh jî kerr dibe. mirov dibe qereçiyê xeyaleke dûr û mij. însaneke biçûk weke çîyayekî mezin û gewr dibe, tu jî bi rizaya xwe dibe seyê biska pora wê. heyf û heyf.

      -hal ew e ku ; ne ew wilqasî mezin e, ne jî tu wilo biçûk î. tu ne reşê reş î, ew jî ne spîya spî ye. .
      -na loo , ev nivîsên wisa ne li gorî min in. ez kîîî, xweşgotina karên dil kî.
      -ev çi hale vêca kuro , de raze. dev ji îşên boş û belaş berde.
      -ez jî nizanim wela. serê min tevlîhev bû ye.
      -ma çiqasî xerîb e ku ...

      -min dîîîît...... withdrawal syndrome. erê erê ev e.

      -di nav xemgînî û bê dengiyê de ev çi qîr û qîrîn e. ev çi qiyamet e.

      -peyv difirin, qîr xwe soba dikin, noqa diavêjin. hêvî kirasê min bû...

      -nîvê wêne reş e , nîvî jî spî ye.
      -av zelal, xwîn sor e
      -xwê şor, şekir şêrîn e.
      -çûk difire, gulîlk bêhnê divedê

      -schoole, schûl, schule

      -gelo we jî biçûçikayî nanê ava bacana dixwar?



      2016.10.24-01:56 [guhertin:2016.10.25 16:11]| gumgumok

      82. duh tiştek ecêb hat serê min;

      weke hûn dizanin ji ber sedemên teknîkî ev nêzikî heftiyek e, di tirşikê de problem derdikevin. ji bo ku barê tirşikê sivik bikim, min servîsek nû ya hostingê/ kirê kir. min vê carê ji şîrketa godaddyê standibû. herdem ji malperên biyanî distînim, ji ber ku ji tirkan bawer nakim.
      neyse. problemek hebû û diviyabû ji servîsa teknîk ya şîrketê bipirsim. berî 3-4 rojan min telefonî nimroya wan ya amerîkayê kiribû û bi îngîlîzî alîkarî standibû. paşê min dît ku li tirkiyê jî telefona wan heye. duh min got ka li servîsa tirkiyê bigerim.
      min telefonê kir, jinekê telefon vekir. min jê re mesele got û agahiyên xwe dayê. dema ket hesaba min, got tirşik.net? hahaha, çiqas komîk e. û bû tiqtiqa kena wê. demek dirêj keniya. dema hişê wê hat serê wê, got we çima navek wisa lê kir. min got hal û mesele ev e. got ez jî ji amedê me. piçek bi kurdî fêhm dikim, ji tirşikê jî hez dikim fîlan û behsa xwarinên van deran kir.
      min got xêr e xweha min, wextê firavînê jî derbas bû ma tu birçî yî?
      got, ez li îrlandayê me, li vir saet hê 12 e, yanî wextê xwarinê ye û vê carê behsa nexweşbûna xwarinên îrlandayê kir.
      paşê ji min xwest ku malperên di derbarê çanda kurdan de, jê re pêniyar bikim. paşê di hesabê min de dît ku turkcekurtcesozluk.com jî aîdê min e. got ez ê navê van malperan qeyd bikim û bişopînim.
      welhasil piştî ku me bi qasê 15 deqeyan behsa tiştên wisa kir got "problem çi bû?"

      xanimê di nava çend deqeyan de problemê jî çareser kir.



      2016.11.24-19:34 [guhertin:2016.11.24 19:35]| simurg56

      86. carê min dixwest bibime hackerekî bikêrhatî. Lê mixabin Niha bi tiliyan li tîpêk klavyayê digerim.

      Erê erê felekê xayînê...



      2016.12.25-13:10 | gumgumok

      88. niveşeveke li amedê ye niha. derve dengê bombe û çekan tê.. kî dizane aniha xwîna kê diherike..

      îro ez li nav sûrê digeriyam, nişkava dengê gumîna bombeyekî hat. milet çavên hev nihêrîn du-sê deqeyan.. Û paşê qey tê bêjî ti tişte nebûye berdewam kirin.

      -abê werne sêva! Werne sêva

      min milê qoçixê xwe bêhn kir. Hê jî bêhna xwînê lê dihat!
      erê bêhna xwîna merivan.
      duh ez û hevalekî xwe em dîsa li nav sûrê digeriyan, em ê biçûna mala dengbêjan, me dêna xwe day du mêr lihevdixin.
      sê-çar jin li wir bûn lê kinnedikirin nikaribûn wana li hev veqetînin.
      De neyse em ketine navçitîyê û me ewna li hev dûr xistin.
      netika yekî diriyabû û wek kaniyekî xwîn divîzikî.
      min ser û çiyê xwe nihêrî ev çi bû!
      kincên min serî heta binî di xwînê de mane.
      xwîna wî mêrikî rijiyaye li ser kincên min.

      wan jinan de yekî gazî me kir û em çûn hindirê malê da ku em kincên xwe paqij bikin.
      maleke feqîr bû. Hevalê min destê xwe çawa avîte kaniyê! kanî wek borîyeke mezin a teqiyayî av li ser min da vîzikand.
      ez di nav xwîn û avê de mam.
      em çûne cîhekî din, min xwe ziha kir vs vs..

      min montê xwe du caran şûşt lê hê jî bêhna xwînê lê tê. ew bêhn ev bêhn e.
      ez duh va dibêjim wey bêhna xwînê li hemû diyarbekirê têt.
      ji xwe ma ne wisa ye?
      li her derî merivên biûnîforma! Bêhna xwînê ji wan tê.
      bêhna xwînê ji awirên wan tê.

      erê! ezê dîsa nefeseke mezi kaşê cegerên xwe bikim û bêjim: nizanim yaw.


      îşev:
      Îşev dîsa li ser înterkostala min re hesteke xerîb xwe diçirisîne li nav dilê min.
      ev dinya birastî jî bêbext e.
      ez wek zarokekî pêşeroja wî tarî me li nav mêrgeyên şevtariyan de.
      bêpar im, li ser qirarê dilê xwe yê par im.
      hine caran dîn im, hine caran kêmaqil.
      carna zarok im li nav xeyaleke spî de.
      carna jî aqil kemal im hemberî cahilan.
      Lê îşev dîsa birayê bêpar im.
      nexşeya welêt bûye sed parî lê parek nabe para me kurdan!
      hez û evînî bûye milyon parî û li dinyayê belav bûye.
      lê parek nabe para vî gelî!
      ...
      ez murekkebek bim, li ser sîpanê wek nivîseke azad werim nivîsandin û berfa sîpanê li ser min de bihele û min li vê dinyayê biheşibîne û biçirisîne nav axê.
      An mirineke wisa nemumkun e?

      bes e yaw ez westiyam.
      dibe ku ez qet neçibûme li wî bajarî...



      2017.01.11-00:48 | hozan serhad

      94. Xelkê silêmanî birastî jî camêr in. Qedr û qîmetên mêhvanan zor digirin.

      Rojekê li silêmanî li mêhvandariyê bûm. bû behsa soranî û Kurmancî. Min jî behsa Kurmancî dikir. Werhasil nizanim ji bo çi bû, min jî Mînak da :

      - ker û kêr, du peyvên cuda ne. E û ê....
      + ( hemû pevre kenîn)
      - ker û kêr?
      + ( dise hemû kenîn)
      -ker? Kêr?!
      ( law ev ji bo çi dikenin vêga!)

      Hevalekî soran û Kurmancîaxev dikenî û hate cem min, tiliya xwe rakir û hêdîka got :
      - kuro wateya "kêr " di soranî de "kîr e".
      Waweylê! Eybiya reșê!

      -?
      - îda em tevde kenîn. Kenê wan sekinî lê ez hê jî dikenîm *



      2017.03.05-11:22 | gumgumok

      96. Rojnivîska delal , ev cara ewiliye ez ji te re dinivîsim. Ne baş im rojnivîsk. Beecîm , betilîm , dilê min diêşe. Ez zanim kî bêje çi ev êşa min kêm nabe. Tu gotin nikare ji derdê min re bibe derman. Hey şeva me ne baş e bila ya te baş be. Bi xatirê te rojnivîsk.



      2017.05.10-00:46 | biaqila malê

      98. wê rojê ez gavên bi lez va di nav çarsiyê da dimeşîyam, rojnivîsk hate bîra min. Mi go erê, jiyana min a bêhest û sar û xar da tişteke qeydkirinê tine ye.
      Lê eva sê roj e bûyerek çêbû îro dibe nesîb ku binivîsim.

      sê roj ewil sibêzû wek hero ez dîsa diçûme kar, di nav aveke piçûk û genî da masiyek diçû-dihat.
      Ez şaş mam. Pêşîyê min go qey xewn e an jî xeyal e. Lê na! kûrahiya ava genî herî zêde 9-10 cm bû. Ev kortika şûna tekerên wesayîta va çêbibû. Êvarê jî şilî barîbû av têda kom bibû.
      Lê masî kû hatibû gelo?
      Masiyeke mezin û gewr bû.

      ez şaş mam û min masî seyr kir.
      masiyê ferq kir ku ez sekinîme wê temaşe dikim, ewa jî qederekî sekinî paşê dîsa çû-hat xwe di nav ava genî da çeliqand.
      min destê xwe va çavên xwe givaşt lê na masî birastî jî masî bû û li wir bû.
      gelo ev mesî ji kû hatibû vira? An kê/î anîbû danîbû nava vê ova genî? helbet însanekî eva anîbû xistibû nava vê avê. Lê çima?

      dilê min ra derbas bû min go ez ê wê masiyê wira derxim û biherim bavêjime nava çemekî.
      Lê min wisa nekir. Mi pişta xwe da masiyê û ez çûme kar.

      Ew roja heta êvarê ew mesîya hişê min da bû.
      Ez êvarê kar derketim wira ra derbas bûm lê mesî wira tunebû, av jî kêm bibû.
      Jixwe eger wesayîtekî wira ra derbas bibûya tiştekê bihata serê wê.
      dilê min ji bo masiyê şewitî. Min dikaribû ew masî bibira bavêta nav aveke mezin, şolî û temîz.
      Lê min nekir.

      dibe kû ew masî ez bixwe bim jî.
      Di dinyayeke şolî da ......................

      Lê ku masî avê derkeve wê bimire.
      Lê ku masî avê derketa wê bimirîya..



      2017.06.07-00:01 [guhertin:2017.06.07 00:13]| hozan serhad

      101. xewa min tê lê ez dikim nakim nikarim xew ra herim..
      bêhna min teng nîn e lê fikr di hişê min da zehv in. Bawerkim loma nikarim xwe nîvmirinê daynim.
      lê sewa çi ye evqas fikir, hesab, geremolî, trafîka jiyanê, çûyîn, hatin.....
      ?
      yanî çi?
      sewa çi?

      Murathan Mungan, melayê Cizîrî, Hesen Zîrek, Geometrî, Şêxê Sen'an, Instagram, projeyên statîstîk, Ahmet Kaya, Atilla îlhan, axaftinên li ser helbestan, faiz problemleri, Messenger, xeberdanên li ser feqîrtî-zengîntiyê, Mele Ebdullahê teraşî, payîz, çarşef, Parka şaredariyê, navçeyên Agirîyê, eskerîyê ma salek, afedersiniz bey efendi çantanız açık kalmış da dilerseniz ben kapatabilirim, keko devoka serhedê de em jê ra dibêjin "alîyê kalî?" yanî "kîjan alî?".....
      sen kürt asıllı mısın?
      -hayir, kürt asıllı değilim, kürdüm.
      -yanî tu kurmancî zanî e?
      ...
      getirdin mi anahtarı?
      abi ofiste tek başına çalışmakla olmaz bu iş.
      ...
      kurko dîno ewrê reş e li ser çiyan e..
      te qe îro çi kir?
      mala me ber mala we ye tb tenê sebra min bi te tê,.. yaw ez timî dewama van herdû strana bîr dikim.
      -tu van roja her tiştî ji bîr dikî. Te îro jî li ser derî anahtar bîr kiriye tu çûyî.
      ez wek berê bûme erê.
      ...
      afedersiniz şimdi hangi sayfadaki şiiri okuyor?
      134.
      teşekkür ederim. Kitaplardan kalmadı mı?
      maalesef, yarınki etkinliğe gelirseniz alırsınız.
      tamam.
      ....
      min sibê zû da tişte nexarîye mamoste.
      kuro tu çima wisa dikî heyfa te.
      ..ku ez hatime Stenbolê, ezê te kêr bikim welle.
      ...
      keko vîllage çawa tê xandinê?
      yaw tu çi dikenî? Ez nizanim ha! Vîlleyç? An vîlliç?
      Whose? (Wos?)
      yaw dewr dewra nezanîna min a îngîlîzîyê nîn e haa her kes idî inglîzî zane.
      divê ez hîn bim ji min re şerm e.
      Nekenee!
      ...
      -keko, tu ji şevan hez dikî an bi rojan?
      -ew çawa pirs e?
      -bersiv bide..?
      -ji rojan hez dikim, tim ronahî ye. Lê tu?
      -na ez êvaran hez dikim. Xazika şev dirêjtir bûyana. Şev xaş in.
      ...
      hinneya destê te jê çû?
      na iha hê sekinîye.
      ezê dîsa bikim.
      ....
      te dît kurê mam Celal çiqas xaş bi îngîlîzî dipeyive.
      ..te pirtûk xand, ji min re rexneyên xwe bêje..
      xwezî îsal qe zivistan nehata. Par zehv sar bû îsal ez qaçaxê zivistanê me.
      erê qaçaxê zivistanê.
      ...
      sıradaki şairimiz katalonyadan.
      (pîî ewî nogo Îspanya. Go katalonya. Eferim wî ra. Lê eger ku ew helbestvan, ji başûrê Kurdistanê bûya, yê bigota kuzet Irak..)
      ...
      ee Antalya işi iptal olduysa şimdi ne yapacaksın? Üç haftalık tatilini kullanacak mısın?
      -şimdi Kütahya'dayım, kuzenime geldim, evet üç hafta gezeceğim, sonra gelecem oraya.
      -iyi yaparsın, senin sesin niye iyi gelmiyor? Moralin mi bozuk?
      -hayir tam dışarı çıkacaktik sen aradın.
      ...
      ey lilişan ey lilişan gülmüşem ağlamışam, bir tuhaflık olmuş olmuş dünyanın hâli.
      ...
      keko li cem me em nabêjin "ğedar"
      em dibêjin "xedar"
      ne ğem, xem....
      ... di kurdî da ğ tine ye.
      de here loo.
      ...
      devoka serhedê, ya Amedê zengîntir e.
      -keko tu evê ji dil dibêjî? Ez şa bûm haa ku min ji te eva bihîst.
      -erê ez dil dibêjim. Jixwe li Diyarbekirê kêm kurdî tê axivîn. -mixabin-
      ...
      abicim yokuşu çıktıktan hemen sonra bırakacaksın çocuğu.
      ...



      2017.10.13-02:27 [guhertin:2017.10.13 02:55]| hozan serhad

      102. ez îro sekan bûm. eva demeke dirêj e li ser singê min da hezar peyv, bûyer, fikir û pirs şer dikin.
      Lê îşev şeveke sekan e. lê dibe ku eva jî sekinandina pêşiya şerrekî nû be?
      na lo her tiştî di hişê xwe da bavêje. Nefikire. Her tişt di hişê te da ye. Ma tê emrê xwe pûç kî

      siya şevê, serhildanên Agirî, kayyûma şeredariya Bazîdê, lîsansa bilind, kent meydani, Xelefê Êzdînşêr, mîr Bedirxan, Cîzîr, Amed, şerê Xendekan, asoya helbesta Kurdî, înstagram, cv, referans Hoca, şilî, mij, başûr, katalonya, negredo..

      çok ayıp ediyorsun, bu saate kadar kaldın, şimdi kalkıp gidiyorsun. Bu gece burda Kalamaz misin?
      bak sana bağlama da çalarım eğer kalırsan.
      bağlama dut ağacı.
      -hayir gitmem lazım. Arkadaşıma söz verdim.
      -stran....
      -tu nikarî min bikujî. Tu ni-ka-rî min bi-ku-jî. Sen beni öldüremezsin. Bu şarkıyı söyleyerek beni öldürmek istiyorsun ama beni öldüremezsin.
      ....
      tu li kû yî?
      ez rêdanim têm.
      hê li stenbolê derneketime.
      temam, ez ê li sûkê hêviya te bim, tu hatî xeberê bide min em tev derbasê malê bin.
      -efendîm?
      ah.. ben çarşida seni bekliyor olacağım, geldiğinde haber ver, birlikte eve geçelim.
      .........

      keko duh êvarê heta ber destê sibêzû ez ranezam. saet tam 04:00 an de ambûlansek li ber derî ra derbas bû. li pey ambûlansê va jî qîzeke ciwan nazik nazik direviya.
      baranek hûr hûr dibariya. lê porê keçikê qe şil nebibû. Te digo qey baran ji bo ku porê wê keçikê
      şil nebe wisa kubar kubar dibare. keçik jî wek şilîyê kubar direviya.
      lê îfadeya rûyê wê da tirsek, telaşek hebû.
      êşiqa lembeya soqaqê sûretê keçikê wisa xaş ronahî dikir, min go qey êşiqa tavehîvê a zer e.
      .....

      min pênûs derxist û ew bûyera di deftera xwe da nivîsî.
      ....

      aa sen sigara mı içiyorsun ? Sen sigara icmezdin?
      -iki gündür içtiğim sigaranın ve biranın haddi hesabı yok endezyar.
      -neden o kadar içiyorsun ? ya şarap?
      -hayir ben şarabı mutlu olduğum zamanlarda içerim.
      -ah.. mutsuzsun.
      ....

      na na me celaliya me îxanet nekir. Heft milê Celalîyan hene. Ji wana yek jî eşîra kotî ne. Gencê kotîyan lêdan birayên xwe ên kurd kuştin. Di sala 1929 an de. Li agiriyê.
      kuro kurmanc hema wisa nin. A te wê rojê nedît Pavel Talabanî......
      -ax Welleh de idî bes e. Te dilê me werimand. Îmana min da be dilê min werimî.
      -ez ê kurdtîyê îstîfa bikim..
      ......


      - gece bizde kalmayarak ayıp ettin.
      - ben kalmaya gelmemiştim ki.
      - o zaman bir ara kalmaya gel.
      - bakarız.
      - sen o çocuklari gerçekten hiç tanımıyor musun?
      - hayır orda o an tanıştık.
      - ben senin aramanı beklerken, sen gidip hiç tanımadığın insanlarla oturup sohbet ettin he?
      - öyle işte unutmuşum. biraz da yürümek istedim. Sen ne yaptın?
      -bekledim bekledim bekledim yine bekledim ve yine bekledim. Sen aramayınca ben de dışarıya çıkıp gezdim gezdim sonra tam eve geçiyordum, sen aradın... Gözlerine ne oldu ? Göz kapakların çökmüş.
      - bêdengî...
      .....

      - bavê min tu silamet î? çi dikî? te xêr bû?
      - baş im bavo tiştek nebû, min şixwe geriya mi go çiqa hun çi dikin.
      - de baş e.
      - ka telefonê bide ciya min.. inê min wê rojê di tirşikê da behsa te kir.
      - heehh ? Te çi nivîsî?
      ......

      - oğlum ben bağırmak istiyorum.
      -saçmalama oğlum.
      - lan valla içimdeki birikmişliği dışarıya atmam lazım.
      - êja ma dolmuşun içinde içini dışarıya atacaxsan?
      - lan valla özlemişim ha Diyarbakır ağzını.
      .....

      hızlı tren yolculuklarını çok seviyorum.
      Fransızca çok zor bir dil.
      kendini ezdirmeyeceksin.
      insanları yönetmeyi bileceksin.
      min bêriya memleket kir.
      tu çima wisa durgun î (sekan î) ?
      sen bağışıklık kazanmişsın artık haa.
      sanatçı, öldüğü zaman mutluluğa kavuşabilir.

      .....
      mamoste! idî ez nikarim. ez li hemberê jiyanê pir zeîf û jar ketim.
      ....
      ilk defa nesnelerle konuşmaya başladım!
      ...
      şiir yaz şiir.
      bunu şiir kurtarmaz mamoste.
      ....

      kendine iyi bak endezyar.
      görüşürüz.
      görüşelim di mi ? Evet görüşelim.
      -evet.
      ....

      - senin şiven var ama neresi olduğunu çözemedim.
      - ben İtalya'nın Patnos kasabasındanım.. şaka şaka Ağrı Patnos. Bir keresinde birini acayip kandırmıştim böyle dalga geçmiştim.
      - sonra da kurdçe bir kaç kelime söyleyip, İtalyanca diye yutturmustum. Kim bilir o adam nerde ve ne zaman patnos'un Ağrı'da bir ilçe olduğunu öğrenip bana küfürler yağdıracak..

      .....

      em dostê hev bûn keko, min rojekî çima hevalê wê ê kurîn rexne kir, wî çaxê da ji min ra xever nade.
      lê em dost bûn yaw.
      -lêê wisa ye wisa.

      .....

      dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
      tirba min çêkin dilo hewar bin Dara gûzê..
      Keko em dibêjin gûz lê hinek dibêjin gwîz. gwîz daha xaş e bi ya min.
      - apê Hesen apê Hesen min gûzek dizîî
      em piçûk bûn zûgotinokeke wisa hebû.

      .....

      sanatçı dedin mi acı çeker.
      .....

      ne yapacağımı bilmiyorum.
      iki seçenek var ikisi de acı verecek ama birini seçmek zorundayım. Ne kadar kötü bir durum.



      2017.10.29-01:15 | hozan serhad

      107. -- êvareke seşemeke mijdareke sar--

      ***Kurê min, di nav zarê xwe da, ez en zehv te dime ber dilê xwe. ku tiştek were serê te, ez ê çi xalîyê serê xwe bikim. Ezê li kû da herim?..
      -wisa nebêje inê.


      ***bu işe seni almak istiyorum ama işimiz çok yoğun, ben sana fazla yüklenmek istemiyorum çünkü sana ağır gelebilir.. sonuçta meslektaşız, ikimiz de mühendisiz..
      -doğrudur.

      ***kuro ez şerm dikim simbêla te binêrim.
      -simbêla min rind e rind nesa? min ji te ra helbesta melayê cizîrî şandibû, te xand?
      -erê zehv xweş bû, spas dikim..

      ***yaşadım bir kaç bin yıl, acılara tutunarak
      acı çekmek özgürlükse özgürüz ikimiz de.
      xelqno li min kin şîretê, ew dilbera zêrîn kemer
      min dî di halê xefletê, hat der ji bircê wek qemer

      ***bavo, em ê li elcewazê wê zevîyê bistînin, ça jê kinê? ha tu îllaqim dibêjî em ê bistînin, sê-çar dolima em ê ber devê behra Wanê bistînin, bes e.


      ***tanıştığımıza memnun oldum.
      -siz kürt müsünüz?
      -evet.
      -pîrîm ne demek?
      -prim mi?
      -hayır pîrîm pîrîm
      -haa
      -evet, alevi kültüründe...


      ***Kuro Çeto te çi kir?
      -îmge îmge abê. Wana ez firotime du îmgeyan. Du îmgeyên bardaxê cam..
      -kuro ew mesele wisa nîn e...


      ***abi ben bugün akşama doğru bir iş görüşmesine gidecem, yemeği de dışarıda hallederim, sen ye. evde de bir ekmek vardı.



      ***Kurê min, ez qurbana te bim.. qubana te.. dengê te çima wisa nexaş tê? Te nan xarîye? Tu li kû yî niha? Tu çima tiştê boş ra hişê xwe diwestînî? hişê xwe bide serê xwe, bêna xwe fire ke, qubana te, xweda padişah e, xweda mezin e. A Welleh Welleh meriv çi ji xwedê bixaze, xudê dide meriva.
      -erê inê rast e wisa ye. Ez baş im, teze rabûme loma qey dengê min wisa tê. hişê xwe min va newestîne kewgozelyê..

      ***
      -tu çi dikî?
      -senin gönderdiğin şiiri dinliyorum.
      -keşke o şiiri sana göndermeseydim.
      -hayır, acı da çekiyorsan, kaliteli çekeceksin.
      -ne diyeceğimi bilmiyorum.
      -mürekkebin çaresizliği karşısında susmak lazım.
      -evet, bazen öylece susmak...
      -şiiri çok güzel okumuşsun.
      -yarı ağlayarak okudum onu.......


      ***ez kîngê te ra têlefûnê vedikim, ku em çar deqa xever din, sê deqê wî da tu behsa nekişandina şebekê, tinebûna qontora dikî. Bes e bes. Vana derbas be, dûrima kurê te çane?


      ***sen ağrılıydın di mi ? Kürtlük var mı sende? Yok sen Kürtlere benzemiyorsun hiç (Ey rojnivîsk! idî birastî jî îmana min ji vê pirsê çû. Her roj her roj ev pirsa hanê li min dipirsin. Ez pirî bi vir keniyam û min dilê xwe da da xevera idî westiyam.
      -Evet benzediğimi söylerler ama kürdüm.
      -ama hiç benzemiyorsun.. Kürtler esmerdir. Sen ağrı'nın Kafkas Türklerine benziyorsun.
      -eeeeeehhhh yettiniz artık ulannn sana ne lan benim milletimin ne olduğundannnnn it! (Eva dengê hundirê min e lê)


      ***makale, Talisca, Ales, Barzanî, petrol, cem Karaca, watsap, asoya helbesta Kurdî, melayê Cizîrî, Ahmet Kaya, tirsik.net, rojnivîska tirşikvanan, westiyam.


      **ne zaman sevdiğim insanlara yürüdüğüm zaman, ben hep üşüdüm.
      yazda, kışta, baharda, güzde..
      ama mevsimsel....

      ***idî tilîyên min nagrin. Çavên min û hişê min jî westiya. Ezê xwe nîv-mirinê daynim.



      2017.11.08-01:30 | hozan serhad

      108. ***
      Bejna te darexî? zirav
      de li xwe ke wan kincê zirav
      destê min bigre bike dîlan..
      gönlümle başbaşa düşündüm demin
      artık bir sihirsiz nefes gibisin...
      artık sen de her kes gibisin.


      ***
      -sende de koku sendromu oluyor mu mustafa?
      -o nasıl bir şey abi ya?
      -mesela diyelim ki bir kızı çok seviyorsun ve onun belli bir parfümü var. Sonra o kız seni terk ediyor, aradan uzun zaman geçiyor; 2 yıl, 6 ay, 5 yıl , 10 yıl.. sen hiç beklemediğin bir zamanda hiç beklemediğin bir anda o koku bir yerden gelir.. mesela kalabalık bir caddede yürürken.. birden etrafındaki bütün insanlara bakar ve o kokunun sahibini ararsın ve bulamazsın tabi..
      ve kalbine o an öyle ağır bir his oturur ki ne yapacağını şaşırırsın.
      işte ben bazen öyle oluyorum..
      -evet abi ya öyle bir şey var hakkatten.
      -bu sadece bu konu için geçerli bir durum değil.. memleket hasreti için , çocukluk anıları için .... de geçerli...


      ***
      para peşinse cehennemin dibine kadar nakliye yaparız biz.
      -tasavvuf strese iyi geliyor bence.
      Seyhim adım kara listede eyvah.
      Görünmüyor hicret yolunda vaha
      Açamam açamazsın açılmaz şeyhim.
      sıfırın içinde bir delik daha


      ***
      mamoste babamın mezarında ilk defa ağladım. Hem de hüngür hüngür. Dedemin mezarının yanında iki taş gördüm. O taşları gördüğüm an gözyaşlarım toprağına döküldüler. İçim de rahatladı biraz.
      Ve o an annem iki kolunu açarak bana doğru koşmaya başladı.
      sanki o an havadaki bütün o oksijen elementleri, tozlar, yollar, mezar taşları, toprak gökyüzü.. her şey annemin eteğinin peşinden püskürüyordu..
      ve annem bana öyle bir sarıldı ki anlatamam.
      -peki ya annen ölürse?
      -bêdengî...


      ***
      -tu ji kû yî?
      -ya ez li manîsayê mezin bûm?
      -tu li vir dixwînî? çi dixwînî?
      -belê, ez li zanîngeha mîmar Sînanê tarîh dixwînim.
      -dur tahmin edeyim kaçıncı sınıfta olduğunu... 3 mü yoksa 4 mü?
      -ya ben uzattım, bu sene 5.senem..
      -bibore, te got malbata min li Manîsayê ye erê?
      -erê? ji navçeya...
      -hmm.. bibore, paşnava we çi bû?
      - Ar...
      -hmm..
      -çi bû? rengê te guherî?
      -erê, ez barikem te nas dikim..
      -waa çawa?
      -ez û tu em dijminê hev in, divê ez niha demaçeya xwe derxim û te bikûjim. paşê yê derê nûçeyan; Istanbulda genç bir kadın çalıştığı yerde vuruldu.
      -haha.. (ken).. erê dijminên me hene lê... de bêje ka tu li kû min nas dikî? min zehv meraq kir...?
      -esas ez te nas nakim, lê dibe ku eqrebayeke te nas dikim..
      -lê kê?
      -stranên dengbêjî hez dikî?
      -mijarê nehuherîne, de bêje tu kê nas dikî?
      -li serhedê; devedora Mûş, Agirî û Wanê, tu li kê/î pirs dikî, yan dibêje Şakiro apê min e, yan jî dibêje Şakiro hevalê kalikê min bû..
      -erê lê îddîayeke min a wisa tine.. tu çima nabêjî ku tû çawa me nas dikî?
      - (.......)
      -na dibe ku ew eqrebayên me bin, ew dijminê me ne..
      -himm


      ***
      ***
      - sen Türkçe'ni hiç geliştirmemişsin..
      - sen de İngilizce öğrenmiyorsun ama dustumm!
      -öğreneceğim.
      -sen hep zamanda bu cevap veriyor bana ama sen hep tembel.
      - evet, ben tembelim.
      - eğer sen ne zaman İngilizce öğreniyor, o zaman benim ile kurdler hakkinda her şey konuşabilirsin.
      - ah dostum, bizim kurd tarihi o kadar karışık ki, ben Türkçe ve Kürtçe bile anlatamam sana
      - 1. Dunya savaşinda her millet devlet yapti ama sizin devletiniz neden olmadı?

      - ah sana ne diyorum! anlatamam ve sen de anlamazsın zaten. Çünkü Türkçe o kadar iyi değil. Cok parametre var Amana tek bir kelime ile açıklamak istiyorum : ""ihanet""

      - o nedir?
      - ah ah dur turenge bakayım.
      - seni çok iyi anlıyorum dostum. Çünkü bu bizde da hep vardi.
      -bir de biz birlik olamıyoruz.
      -birlik? ne demek o?
      - ax ax ax ax bu konuyu kapatalim lütfen lütfen. Ben çok yoruldum.
      - tamam dostum..


      ***
      ***
      -bira melayê Cizîrî çi gotiye zanî?
      dibêje "her dilê sotî bi ulfê, yar ne derman kit bi zulfê. Ta ebed ew bend di qulfê, işq derdê bê dewa ye"
      qulf zanî çi ye? berê, bona ku birînên kir bidirûtana, çengeleke mezin bikar anîne. A navê wî qulf e.
      lêêê..
      ewa birîna me Kurdan jî idî wîsa kûr bûye, idî qûlf jî têrê nake ku em birîna xwe pê va bidrûn.
      yanî derdê bê dewa ye haa.
      - bêdengî...


      ***
      yaw İstanbul yaşanacak şehir değil haa.. burada hayata tutunmak gerçekten çok zor. A bak adamlar sokakta uyuyor.
      biz durumunuzdan şikayetçiyiz ama baksana adamlara...


      ***
      ***
      - ben kendimden kaçıyorum mamoste. Baksana halime. Bir haftadır elbiselerimi bile çıkarmamışım.
      - peki sen insanlara karşı o kadar açık sözlü davrandığını söyledin ya, hani hoşlandığım bir kıza direk söylüyorum, maaşımın az olduğunu düşündüğümde direk söylüyorum ve bu beni eskiltiyor dedin. sevdiğin birine onu sevdigini söylemek neden insanı eksiltir ki?
      - ya ben uzun cümlelerle süsleyip uzatamıyorum ve karşımdaki insanlara bunu aktaramıyorum. Mesela ben biraz önce bir arkadaşa bir şey anlatıyordum, sen dedin zaten o dinlemiyor seni. Birak da buna ben karar vereyim.... İşte insanlari bu kadar basit yargılıyor ve atıyoruz. Mesela sen gittin, uzun bir ara sustun. İnan da 5 ay sustu. Halil de 3 ay sustu. Ben de sadece durdum ve izledim.


      ***
      helbest:
      ....di hindirê şikeftên teng da hepsî ye ruhê min..
      bixu bixu xever didim ez...
      .......
      eger ez bi şevan, di paşika xwe da welatê xwe razînim, wî çaxî şevê bibe şev.....



      ***
      ***
      - en son ne zaman onu gördün?
      - üç hafta önce.
      - gözlerini iyice aç ve bana bak. Ben senin gözlerinde onu ariyacagım. Bana bak...
      - hayır hayır benim gözlerimin içinde çok kötü şeyler da var..
      - ben onu arıyorum.
      - sen mecnunsun. Babaannem her zamanda senden bahsediyor. diyor Mecnun ne yapıyor..
      - onu gören gözlerinle kötü şeyler yapma!..


      ***
      -eloo
      -aylo ha kewê, keremke..
      -tu çi dikî bavê min? Ez qurban..
      -ez baş im inê, stenbolê me, ez ê îro vegerime cîyê Xu. tu çanî?
      -wele xaşiya te qubana te.
      -inê ezê niha non bixum, paşê çûme malê em xeberdin...
      -temam bavê min. haj xwe hebe, neçe ser behrê..
      -temam kewgozelyê..


      ***
      - deprem Irak'ta olmadı, Kürdistan'da oldu.
      - yani insanlık için dua edelim.
      - evet ama mesela Gürcistan, Rusya değildir. Doğru mu?
      - bêdengî.


      ***
      billeh çi teb'et ademî
      yekser dibêm yek alem î
      deryayê qaf û qulzem î
      yan çerxê gerdan î mela

      Düşmüşüm kaldır
      Mihnetim oldur
      Ağlarım güldür
      Derman sendedir


      ***
      ***
      -ben doğuyu sevmiyorum, onun için zorunlu görevin dışında doğuya gitmem.
      -evet, işinize geldiği zaman vatan toprağı diyorsunuz. Ama oraya okumaya ne çocuğunuzu yolluyorsunuz ne de kendiniz geliyorsunuz. O zaman bana vatan toprağı deyip durmayın.


      ***
      -tüm kardeşlerinin isimlerini hızlı hızlı sayabilir misin ?
      -buna ne gerek var?
      -sen kaçıncısın...


      ***
      - tu ferhengoka min î.
      - waayy gecenin sözü. Bunu günlüğüme yazacam.
      - gerçekten mi?
      - tabii ki de. Bu benim için çok büyük bir şeref.
      - birinin sözlüğü olmak çok güzel bir şey olsa gerek..


      ***
      mihemed arifê Cizrawî, radyoya Êrîvanê, mirûstang, azerî, Ales, îngîlîzî, ...so that...
      tirşik.net, nivîskarên girêdayî, cinorek...
      oy xezal, li ber destê şefeqeke şev-payîzîn...
      Mehmed Uzun, cümlenin anlam bütünlüğünü bozan cümle. Kirmaşan, erdhej, nanê tenûrê..


      ***
      sen sabahtan akşama kadar o odada ne bok yapıyorsun?
      - hih...



      2017.11.16-04:13 | hozan serhad

      110. Îro çumê şaxa eskerîya amedê ji bo karên xwe yê taloqkirina eskerîyê ez pêşîya şandeya tenduristîyê (saglik kurulu) bum. Wek min pir kes ji bo ku bikevin heyetê hatibun, hinek esker hinek peya hinek ji bo ku çuruk bistîne , anjî taloq bistîne hatibun hinek ker jî ji bo çawîşîya pisporî bikin hatibu.

      Min dît xortek ku bi giranî astengîya zîhnî pêre hebu li gel dayîka xwe û birayê xwe re bu min silav daye min hinek heneka kir xortê astengder re û min rewşa wî ji kekê wî pirsî min jî qala xwîşka xwe û astengîya wê kir paşî yekî din hate nîk me û ew jî dest bi axiftinê kir vêca tirşîk min jî pirsî ka te xêrê çi nexweşîya te heye çima hatî hinek sekînî go ez ne nexweşim ji bo çawişiya pispor hatim min go tu ji ku yî go ji wanê me mi go me ne şerme dê bibî uzman dê kevî şer însana dê kujî heyfe guneh e ew jî gote min nizanim kar tune dûre hevalê din jî behsa xirabîya şer, eskerî wan tişta kir lê tabî xuya bu ku mesele ne bêkarî bu axiftin dewam dikir min nihêrî ciwanê wanî behsa vatan sevgisi kir go "bizim aile de askerlik genetik tir 4 tane amcaoglum uzman kardeşim askeri lise de okuyor bizde herkes uzman çavuş oluyor" hwd wek hûn taxmîn dikin ka dewama wê çawa bu axiftin dewam dikir lê min nêrî ka çawa mêjî, namus û hişê wî çawa winda bubu min bi hincetek xwe ji wan dûrxist dema dora min hat ketim heyetê belgeyên xwe da paşî derketim çum nimêjê paşî hatim min raporê xwe girt çum ji wêrê .

      Paşî dema derketinê min dîsa nêrî çavê wî min dilê xwe de go gunehe jare min nexwest tiştek nebaş bête serî lê paşî gotina seyda hate bîra min "zarara kendi rizasiyla girene merhamet edilmez ve layik da degildir." Wiha ye tirşîk îro eve hate serê min nizanim mirov zindîyek çawaye taybetî însan çawa dikare ewqas tiştek rezîl qebîl bike û fikra xwe jî sedî sed biguherîne.



      2017.11.22-18:54 [guhertin:2017.11.22 19:00]| azad30

      113. Îxtimalek pir hindik heye ku li googleê di ser iş kevim.
      Dive mirov zêde xwe kan neke lê disa jî xew nakeve çawên min.
      Ya qebûl bikin. Ew heyecana işte...



      2017.11.25-16:39 | cinorek

      115. Piştî jiyîna bi 3 zarok, 2 pisîk û kuçikekî re min ferq kir û heyatê de nikarim di mala xwe de kuçikekî xwedî bikim. Yaew tu derî vedikî, dikevî hundir kuçik kurê kuçika xwe dibavêjê ser te. Erê zanim, hij dike le qurbana te ka ji bin piyan here. û tu piçekî rû bidî har dibe, ev çi yaew. Her dem yek li bin qûna te, te bêhn dike. Qet ne xweş e hilmi bunu beğenmedi.
      Ma pisîk wisa ne, qet yalaqalixê nakin, jiyana xwe dinêrin. Tu dixwazî wan hij bike ew rû nadin te. Tenê çaXÊ xwarina xwe sÊ çar miyawan derdixin wekî din tu tişt ne xema wan e.

      Hûn ê bibêjin mirovên normal rojnivîskên xwe êvaran dinivîsan, kula te çi ye? serê sibehê dinivîsî.
      Ez ê jî bibêjim welle ji derdê vê xewê jiyana min serûbino bû.



      2017.11.28-10:03 | gulêê

      116. îro ji bo dersên zimanê Rûskî bi polê re ketim dersê, -ji ber ku ez dereng hatim Moskovayê, ji bo demeke bo ku bigihîjim polê mamosteyeke dersên yek û yek dida min.
      Di pola min de, sê Koreyî, Çîniyek û Fransizek heye. Dema ku min axaftina Koreyiyan bihîst ji dilê xwe got eV FEQÎRÊ cİnorek ÇAWA VAN DENGAN DERDİXÎNE. Dibe ku zehmet be. Ji nav wan koreyiyan tenê yek biçekî îngîlîzkî dizane, ên din re çat û pat Rûskî xeber didim. Mamosteya me jî jinikeke xweşik e, îngilîzî baş nizane, ev tişteke baş e. Ji bo ku em peyveke fêm bikin gelek mînakan dide. Ca em ê binêrin çi dibe çi nabe...



      2017.12.04-19:08 | gulêê

      118. Xwarina humusê min heft sal berê li erebistana seûdî xwaribû xweşiya min çûbû. Îro hevaleke minî felestînî ji xezze yê ku heftiyek zêdetir e gotibû ezê werînim û ji bo min anî. Min ne zahf lê têra xwe xwar. Xweş bû. Efsanevî nîn e lê bi rastî xweş e, cuda ye.

      Dîsa hevalê min behsa xwarina felafelê kir û got xwarina me ya herî navdar e, gelek xweş e. Min dawet kir got rojek emê biçin bazarê bixwin? Min jî got dibe ku emê rojek guncan de herin bixwin. Heke emê herin û bixwim ezê li ser wê xwarinê jî binivîsînim.

      Vêga camêr şîraniya loqmeyan ya girover aniye û em wana dixwin. Tenê çaya me kêm e.



      2017.12.11-00:59 | bilbilê dilkul

      121. îro servîsa acîlê ji bo nexweşekî telefon kir: li nexweşxaneyek taybet emeliyat bûye berî 2-3 heftiyan û niha cihê birînê werimîye û edab jê diherike.
      ez çûm ku birînê vekim û edabê vala bikim. min nexweş stand odeya pansumanê û nasên nexweş (2 kurên 20-30 salî û jina wî ya navsere) derbasî aliyê din yê paravanê kirin, da ku nebînin.
      piştî min destpê kir, wan jî destpê kirin di navbera xwe de biaxivin.
      gelek kes dema cara ewil min dibînin, texmîn nakin ku kurd im. (heta carekê li stenbolê, pirtûkfiroşek ji ber tîp û axaftina min got gelo tu ji ewropeyê hatî? min got, na kurd im belkî ji ber wê te wisa zen kiribe. û mehdê wî guherîbû.) neyse, tirkiya min jî ya tirkiya stenbolê ye yanî ger bi qestî nekim, bêdevok diaxivim. ji ber van sedema wan jî gotin qey bi kurdî nizanim û loma bi kurdî di nav xwe de xeber didan.
      ji ber ku bi dengekî nizm diştexiliyan, min her tiştî fêhm nedikir lê yek ji hevokên ewil yên jinikê ev bû "min çend heban diziye ji doktoran..."

      min got herhal min şaş bihîst lê min jî guhên xwe bel kirin. dûre min bihîst ku jinik bi dengê nizm dibêje "meqes! meqes!" û piştî gotina wê min dengê xirandina amûrekî metalî bihîst/hîs kir. min texmîn kir ku tiştekî dizîn.
      min dev ji karê xwe berda û derbasî aliyê din yê perdeyê bûm. mîna ku li tiştekî bigerim min çav li derdorê gerand. li wir kaseya metalî ya amûran hebû lê vala bû. li kêleka wê jî yeke plastîk û şeffaf û tije amûrên qirêj û devgirtî bû. nizanim ka kêm bûn an zêde bûn. ji ber ku ne karê min e paqijkirin, hejmartin û hwd. ya amûran.

      dîsa vegeriyam ser karê xwe. di ber karê xwe re, min got gelo çi bikim. çi bêjim? wan tawanbar bikim? êê, ger bêjin tu derew dikî an jî îftîra dikî ez ê çawa îspat bikim. jixwe dawiya heftiyê ye û li vê qata nexweşxaneyê ji bilî me tu kesek din tune. te hew dît min lêdan jî xwar! neyse, min got ya baş, dema derdikevin ez bêjim "ez bi kurmancî dizanim û min gotinên we fêhm kir."

      min karê xwe qedand û mîna ku dîsa li tiştekî bigerim, çûm aliyê wan. min dît ku di wê kaseya metalî ya amûran de, ku berî 2 deqeyan vala bû, niha amûrek heye. min fêhm kir ku gumanên min rast bûn. vêca nizanim ji xeynî wê, tiştekî din dizîbûn an na lê yekê danîbûn wir. îhtîmalek mezin ji nêrînên min yên gerok û ji tevgerên min, gumanê ji gumankirina min xwaribûn. min jî tiştekî negot lê heta ku wê derê terikandin, min wan tenê nehişt li odê.

      welhasil gelek ji wan aciz bûm. wê her roj werin pansumanê. di normalê de, di rewşên wisa de her roj qeyda nexweşan çênakim ku zêde pereyê wan naçe. lê her roja ku ev nexweş hat pansumanê, ez ê jê re qeydek nû vekim ku pereya muayeneyê bidin. û di dawiyê de ez ê bêjim, ya baş hûn herin cem doktorê xwe. da ku bicehimin herin rihayê û li wir jî pere bidin. û ez ê li cem wan bi hemşîreyê re bi kurdî biaxivim ku bizanin ez bi kurdî dizanim.

      nexweşxaneya me têra xwe baş e. ji gelek nexweşxaneyên taybet baştir e jî paqijtir e jî. lê dema min got, "ger hûn bixwazin dikarim nexweş razînim jî, lê dikarim derman binivîsim û we bişînim malê jî. hûn ê tenê werin pansumanê." jinikê dîsa bi kurmancî kir pistepist: "na na bila ranezê, ev der pîs e"

      bênamûsno, diçin li nexweşxaneya taybet pere didin û emeliyat dibin û birîna wan enfeksîyonê digire. tên li vir ez pîsatiya nexweşxaneya taybet, paqij dikim û di ser de jî tiştên me didizin û behsa nexweşxaneyê jî dibêjin pîs e.

      hestên min tevlîhev kirin welleh. ez jî ne evîndarê dewletê û sîstemê me lê ev jî bênamûsî ye yaw. dema tu vê tiştê didizî, li ser kê hatibe zîmetkirin, dewlet perê wê, ji wî kesî distîne. û jixwe ew amûr (klemp) ji xeynî xistina qûna xwe, wê kêrî tu tişta te jî neyê ha...


      lêzêdekirin: îro nexweş hat kontrolê. di ber karê min re jinikê bi kurmancî pirs kir "xoce tu bi kurmancî dizanî?" û min got erê. peyvek din ji devê wê derneket.



      2018.01.06-22:44 [guhertin:2018.01.11 20:54]| simurg56

      126. Îro bû hîvdeh roj ku ez bi mielmên xwe re li Midyadê me û li gundan digerim, gundê ku suryan lê dijin, û em li ser zimanê wan lêkolînê dikin.
      Bi avayekê mijar tê ser komkujiya 1915an, Suryan jê re dibêjin ferman, seyfo -seyfo di zimanê suryankî de tê wateya şûr-. Jixwe kengê mielmên min ji wan re bêjin Gulê jî ji vira ye. Nêrîna wan diguherê, û ez barekî giran ser milê xwe hîs dikim. Dema ku dibêjin Misilmanan Suryan kuştin, bi tilîka xwe min nÎŞAN DİDİN. wEK KU hemû kes ji aliyên min ve hatibe kuştin. Ev tişt li Ermenîstanê jî hatibû serê min.
      Di hemberî rewşeke wulo de, divê mirov çi bike nizanim?
      Lê ez wî çaxî dixwazim bikevim binê erdê.



      2018.01.20-11:53 [guhertin:2018.01.21 08:58]| gulêê

      127. Berîya hefteyekê ji min re telefonek hat û gotin Kargoya we heye divê hûn bên postê. Erê, di dawiyê de, axir, mala xwedê ava be ku pirtûka min hatibû. Pirtûka Hinar Dawî ya dinyayê.
      Îro jî çûm postê û bi wê numreya ku wan dabû min Kargoya xwe stend. Erê, li xurbetiyê, min kargoya xwe ya yekem jî girtibû. Çawa bextewar bûm çawa. Û divê li vir tişteke din jî bibêjim ku ev pirtûk ji alîye camêrekî tirşikê hat şandin. Ew jixwe xwe dizane. Mala te ava!



      2018.02.22-16:17 | gulêê

      129. Min got: berxikê, ma tê bîra te min wateya "berxikê" ji te re gotibû?

      Wê got: hmm koyun muydu?

      Min got: quzzelqurt ! De hinekî romantik bibe keça kerê. (Tabî kî di dilê xwe de min got )



      2018.03.20-04:52 [guhertin:2018.03.20 12:13]| gumgumok

      131. Li salona postexanê ez, mêrikekî simbêlboz û ciwanekî qemer runiştîne. Telefona cîwanê qemer lê dixe, ve dike bi kurmancîyeka delal xeber dide. Ez şa dibim. Mêriké simbêlboz bi coş dipirse; wayy tu jî Kurdî?
      Cîwanê qemer dîsa bi kurmanciya xwe ya xweş dibê: na ez Êzidî me.
      Mêrik posîde dibe, dibê: ma heyran tu Kurdê Êzidî yî!
      Cîwan bi tûndî dibê:na!
      Ez xwe nagrim dibê'm; belê hin Kurdên Êzidî bi awayekî polîtik xwe wekî ne Kurd lê Êzidî dibînin.
      Cîwanê qemer û mêrikê simbêlboz bi şaş û metel dibên; tu jî Kurd î!
      Ez dibêm; erê ez "Jî"

      (Ev "jî" ya gelekî girîng e. Ji ber ku her çi qasî bi awayekî polîtik mafê her kesî hebe ku xwe li ser taybetmendiyeka xwe ve pênase bike jî dawiya dawiya mirov dîrokî ye, nikare xwe ú aidiyetên xwe bijbêr e. Dibe ku piştî van tofanên bê dawî, Êzidî nexwezin xwe wekî Kurd pênase bikin çimkî zêdepariya Kurdan misilman e. Tu carî ji dev ji misilmantiya xwe ya xwinrêj ber nadin. Jixwe her kom/girse gorî cudayiyén navbera xwe ú cînaran xwe pênase dikin, navekî xwe dikin. Her çi qasî em vê yekê hez nekin, ev gotin dilê Kurdên Kurdayatiyê wekî neteweyekî dibînin bişkêne jî ev wiha ye. )



      2018.03.25-15:35 | jifêzagorda

      132. merheba ji ter rojnivîskê,
      ez nexweş im. têkiliya di navbera tiştan nema zû dimînim. dereng dimînim ji her tiştî. hişê min belawela ye. her tiştî nîvco dihêlim, an jî nikarim biqedînim.

      li ser meselê peyama min ya dawîn a di tirşikê de 2 meh berê ye, lê ji min heye ev hefteyeke nanivîsim. ji ber mêzîna hişê min xera bûye wext jî ji hev dernaxim. nîşana rojekê ya herî mezin şev e. en nema dikarim vî hesabî jî bikim. mejiyê min şolî bûye.

      welhasil dîsa merheba ji te re tirşik



      2018.04.05-21:26 | berxweda

      136. îro ji min re teklîfa karekî hat. ji bêlqîsê(nizip). me hê hevdîtin nekiriye û şert û mêrcên kar jî nizanim. piştî min vê teklîfê stand, yekemîn tişta min kir ew bû ku google vekim û binivîsim "nizip seçim sonuçlari".
      ev jî krîterên min in *



      2018.05.12-11:39 | simurg56

      142. jiyan zehv ecêb e..
      hine caran tirşikvanên kevin dinihêrim, dibêjim gelo ev kesa, a niha li kû ye, çi dike, gelo mirîye an sax e.. gelo di hundir de ye an derva ye. Gelo bextewar e an xemgîn e..
      mesela hine tirşikvan hene sê sal ewil li ven deran tiştinan nivîsîne û sê sal e têketin nekirine..
      gelo çi karî dikin, diçin kû..
      gelo ez û ewna em li ciyekî li rastê hevdû hatine yan na.. gelo em bi tesadûfî li ber hev ra derbas bûne an na..

      nizanim gelo vê tiştê bi tenê ez difikirim an na..



      2018.07.20-01:49 | hozan serhad

      143. 28.07.2018
      Jineke pîr, û çavşîn bû. Bi nexweşiya qensêra rovîkan ketibû. Metestazên wê zêde bûn. Bi ser de jî perîtonîtis karsînomatosîs derketibû. Û dibê qey ev jî ne bes bû, îleûs jî derketibû ku îda rovîkên wê sekinîne û hew dikarin bişuxwilin. Ev jin jixwe, hetibû dawiya emrê xwe. Yani (bnr: nexweşa termînal) bû. Îda ji xwarin û vexwarinê jî ket. Herdem diverişihe. Bi awayekî wisa zêde diverîşihe ku nayê gotin. Piştî demekê pîsîtiya ûrê wê di devê wê ve herikî.
      Piştî tedaviya 2 rojan verîşandina wê kêm bû lê rewşa wê xerabtir bû.

      Ez zehf bi vê rewşê adiz bûm. Di vizîtê de, yanî di serlêdana nexweşan de min ji mamosteyê (bnr: onkolojî)yê pirsî, " ma çima em nikarin feydeyekê bidine vê hermetê? Ka agahiyekê bide me da em karibin wê baştir bikin! "
      Mamoste sekinî û li min nêrî: ev jin baştir nabê! Wextê wê hate dagirtin! Tiştek ji destê me nayê.

      Gelek nexweş tên û li cem me emrê xwidê dikin. Dema mirov wan nexweşan nas dikê û piştî têkiliyekê, mirina van nexweşan li mirov girantir tê. Vê hermetê jî zehf dua ji min re dikir. Digot xwidê tu derxistî pêşiya me. Xwidê ji te razî be. Tu jî kurê min î.

      Werhasil, roja dî vê nexweşê xwest ku herê malê. Lê mixabin ne mumkun bû herê malê. Ve hermetê miqersî kir û got îllakî ez ê çime mala xwe û di xaniyê xwe de mirim!. Biryareke ecêb bû. Keça wê û mêrê wê jî gotin, esil ew e. Ew bê çi em ê biya wê kin. Ez ecêbmayî bûm. Mim nexwest destûrê bidim. Û gote wan " ma hun zanin ev biryar tê ser çi wateyê! Heke hûn wê bibin ew ê mirê! Teqez ewê mirê! Di nava çend rojan de ew ê mirê!

      Mêrê wê got rojeke welatê mirov, ji heyveke xerîbiyê û nexweşxaneyê çêtir e!

      Diho min 'tedavi red' bi wan da îmzakirin, jber ku heta mirinê zehf eziyetê nekişênê, min dermanên êşkujer yên bi hêz (weke morfîn, fentanil) nivîsî û ew taburcû kirin.

      Kêlîka dî keça wê jinikê telefon da min. Digirî. Nikarîbû bişitexilê. Bi zorê got; ciya min îro emrê Xwedê kir! J'bo her tiştî xwedê ji te razî be û telefon girt.

      Helal bê ji vê jinê re, go xwe li ber mirin û çend rojên ku bi rezîliyê derbas binin kêm nekir. Bi hemû wêrektiya xwe, mirina xwe qebûl kir, mir û kefenê xwe li xwe kir.

      Gelo go ez, ji bedêla wê nexweşê bame, minî kîjan mirin neqandibane? Bêguman mirineke birûmet ji jiyaneke rezîl çetir e. Lê lê lêêê rih şêrîne loo. Wê kêlîkê biryar zortir e.



      2018.07.28-20:41 | gumgumok

      146. îro sibeh diçûm nexwşexaneyê, zilamekî (k.b. 32) otostopê dikir, ez jî sekinîm û min mêrik stand erebeyê. got wê biçûya senayîyê (1 km dûr e). di vê rêwîtîya evqas kurt de dest bi xeberdanê kir;

      - tu şaş fêhm nekî ez ê tiştekî bipirsim. yaw malbata min nahêlin ez bizewicim, ez çi bikim. birayê min ê mezin nazewice, îcar nahêle ez jî bizewicim. dora xwe daye birayê min ê din û nade min. loma ez jî nikarim bizewicim.
      + ma keçik hazir e?
      - erê ew ne problem e. yaw wellehî dijmin jî tiştekî wisa nake ha!
      + bi xatirê te.
      - sax bî.



      2018.10.28-12:31 [guhertin:2018.10.28 12:32]| simurg56

      153. duh ez çume cihê ku miayeneya erebê xwe çêkim, gava wana erebê kontrol dikirin mêrikekî nêzîkî 60 salî ba min bû ew jî tirê xwe anîbû li wir. Min jê re go merheba felan û bêvan, min li nihêrî ku herfa h dike x, pêşî de min texmîn nedikir kurd be, min jê re pirs kir tu ji kû yî ew go ez ji Sêwasê me û dewam kir go ez kurd im, ez hinekî şaş mam mêrik dilsoz bû ji nişke ve go ez Kurd im milet texlît dike ku kes jê re nebêje kurd e. Ji aliyekî din ve sureta wî qe bîna kurda nebû jî.

      Piştî go ez ji Sêwasê me, min jê re go tu ji Koçgirî yî he?!... Mêrik cewab da maşellah tu meseleyan baş dizanî, baş kurmancî dizanibû min go tu zimanê xwe rind dizanî ew jî go ez li Lîbyayê û Îtalya yê de mam li wir de enstîtuya Kurdî hebû ez çume wan deran, ji min re go xwendin û nivîsandina min a kurdî jî heye. Me hinekî serhildana Koçgirî, Dêrsim felan kir. Go em ji eşîra Şadî û elewî ne, em pêşî kurd in paşî elewî ne.

      mêrîk şofêra tirê bû lê sêwas, kurdbûn, kurdî, extiyarbûna wî gelek li ser min tesîr kir. Heyat tiştekî çawa ye însan Nizane carna digerî jî kesekî rastê te nayê tu jê re mijûl bî, lê carna jî qeder te dibîne cihekî û mêrikekî tu ixtîmal nadî rastê te dike...

      xalo 67 salî bû, ji min re şîretan da go xwe re miqat be, ez êdî îxtiyar im lê tu hê xort î, Me hev re nimreya têlefona xwe da û ji hev xatir xwast... Hindik mabû ez destê xalo paç bikirama û hembêz bikirama...



      2019.02.10-22:32 [guhertin:2019.02.10 22:50]| mîr

      156. rojnivîska biqedr,

      piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê...
      Gelekî bextewar im, ez ê bavê xwe jî bibînim, ew jî li gund e, îro diçim ji wî re diyariyeke bikirim, Zanim êdî mezin bûme û nikarim destvala herim dîtina bavê xwe,,
      ez ê ji ciya xwe re jî kirim lê belkî wê nebînim, ji ber ku ew hê li Stembolê ye. te dî belkî hat, ne diyar e,, lê zanim gelekî bêriya min kiriye...
      Min jî gelekî bêriya wan kiriye...



      2019.04.20-17:35 [guhertin:2019.04.20 17:41]| gulêê