Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 69 peyam
ekola tirşikê - tirşik
ekola tirşikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî ekolên sedsala bîstemîn yên weke ekola hawar û ekola riya teze, ekola sêyemîn e ku xwe di destpêka çaryeka sedsala bîstûyekemîn de ava kiriye*.



armancên wan :

- ji bo pêşvebirina huner û raman û civakê tekûzkirina rexneya objektîf

- biserhevbirina zimanê axaftinê û zimanê nivîskî

- li ser înternetê komkirina ciwanên kurdewar û bi dînamîzma ciwanan avakirina derûdorek kurdewarî

- li hember zimanê çêkirî avakirina zimanê organîk û bi vê yekê rizgarkirina kurdiyê ji monotoniyê û bikaranîna argoya kurdî

- îfadekirin û derbirina ramanên cuda û bi vê yekê ji bo siberoyê hiştina şêwirgehek bingehîn... ;)



xwedê bike...



28.03.2015 23:46 ~23:47 | ceso

2. ekola ku ber bi ekolbûnê ve diçe.



28.03.2015 23:51 | xewnname

3. ekoleke nû ye. riya wê vekirî ye lê ji ber rexne-qebulnekirin û xeydokan hinekî karê wan zor e û sebreke deryayî pêwîst e.

wê pêşeroja kurd û kurdistanê pêşvetir û nêziktir bike bi kar û barên xwe.



29.03.2015 00:04 | azadixwaz

4. ekola ku ne sêyem e, mirov dikae bêje ekola çarem e; ekola hawar û ekola riya teze û ekola rewşen jî heye piştî vana a çarem e.



29.03.2015 00:14 | xendekî

5. Ez bawer dikim li ser ekola tirşike li pêşeroja me da gelek rewşenbîr û ronakbîrên heja û serketî li wir derkeve.Xwe û civaka xwe, dîrok û weja ya xwe, paş û pêşîya xwe ke bivînê ev ser civaka xweda bandorek mezin dibe.bandora hêzê raman desta kêda be avakirina pêşerojê destê wî/ê da ye.



29.03.2015 00:30 | quşxaneli

6. ekola ku ne xeyal e, divê em bawerî pê bînin..



29.03.2015 15:17 | ferhenga şikestî

7. ekola ku dive li ser partîyan cih bigire ye. niviskarên tirşîkê dive ne mina sempatizanan partiyan teqîb bikin ya dive bixwe li vir seba partiyên kurd salixdan û rexneyan bikin. ew çax ji bo kurdî û kurdistanê xebatên xweştir derkevin holê.



04.04.2015 17:42 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekola hevalekî min
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî