Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    efendîno - tirşik
    efendîno
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. navê helbesteke arjen arîye ku tê hezkirin.



    efendîno

    rahijin teşkên xwe

    rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

    çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

    tenq, top, tiveng, teyare…

    û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

    û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

    û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

    hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

    û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

    û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

    tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

    hûn ê biçin

    hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

    hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

    biçin: berî kuç û kevir di we werbin

    biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

    û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

    hima niha, vê kêlîkê, ji vir

    rahijin teşkên xwe

    û biqeşitin ji vir, efendîno!

    hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

    berî ku hûn bisekitin se se

    hima rahijin teşkên xwe

    û

    biqeşitin!





    2015.03.31-14:32 | serhednişîn

    2. (bnr: arjen arî)

    (bnr: helbestên arjen arî)



    2015.03.31-21:19 | xendekî

    3. hûn ê biçin

    hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

    hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!



    2016.11.05-11:47 | hozan serhad

    4. ji Dengê jinekê guhdar bikin:










    2018.03.22-23:43 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rîçala bacanê reş [2]
    Dema ez zarokikî biçûk û neqenc bûm, diya min carekê rîçala bacanên r...
    lo dublaj [2]
    Bavê min 24 seat temaşe dike, jibo wî jê aciz bûm :( Carna ji xwen şîy...
    whatsapp kurdî [2]
    Me go merheba? * pir dem borî ku ex nanivîsim. Karê min pir in. Welha...
    lo dublaj [1]
    qenaleke youtubeê ye ku tê de dublajên komîk yên fîlmên navdar, tê çêk...
    torî [3]
    Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bav...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » efendîno

    Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî