Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 9 peyam
    rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî - tirşik
    rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî
    (2) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.08-12:57 | elegez

    2. ''mala me li cem mala we ye

    tu bi tenê sebra min bi te tê

    dilê min di te de heye

    waa gezo şirîn şerbetê''



    ji dengê seîd yusiv, alÎn jî xweş dibêje..



    2015.04.08-13:49 | endazer

    3. cîran tê û tê ji mêrdînê

    cotkê memkan dihejînê

    ew kî kore cîran nabî

    herê cîran bextê te me,



    (bnr: fetîşîzma memikan)



    2015.04.08-20:33 [guhertin:2015.04.08 20:40]| vêca çiyeeee

    4. bêhna şevê ji te tê çavxezala min

    bêhna eşqê ji te tê kezîreşa min



    ciwan haco



    2015.04.09-02:12 | bijêrvan

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.09-14:01 | elegez

    6. min navê xwe kola li bircên diyarbekir

    gava ku stêrk

    li esmana stûxwar,

    gava ku

    ney û blûr û tembûr

    û dehol û zirna

    sar

    bûn.



    belê, ji bo min ev e, ji ber ku amed têde heye, min cehnima keziyên jinên xweşik kirî!*



    2015.04.09-15:06 | ferhenga şikestî

    7. lawo ez bi qurbana were mal

    serê vê sibê ji pêşiya derî rabûn sê kar û sê xezal

    yêkî dayê pêşiyê herdûyê din jî jê re hogir û û heval



    Ya dê ez ê rabim taştiyekî ji delalê xwe re çêkim

    Ez dikim berxê yek salî dolê wî beranî jê re serî jêkim

    Di sînîka zîv û zêr de bi birinca Qereşdaxê rûnê heft xîzanê jê lê kim



    Gava delalê malê qebûl neke!!

    Ez ê sing û berê di paşilê de

    û stûyê gerdena bi morî û mircanan

    Bi zendê gustîl û bazindî

    Bi hembêza qumrîka jê re vekim



    2015.04.09-15:17 | mele ehmedê nalbendî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    sevan nîşanyan [1]
    etîmologekî ne xerab e lê mixabin ku cudahiya farisî û kurdî nizane le...
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [5]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    firat wergerî [3]
    di esilê xwe da firat cewerî ye û bi rastî nivîskarekî hêja ye...
    danîna hinaran li ser goran [1]
    yek çû,wê hezar were...
    apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir [1]
    bi ya min serkeftîtirîn romana kurdî ye. û mînakeke gelek baş e ji bo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rêzikên stranên ne kurdî yên şaş hatine fehmkirin
    » herikîna hişê
    » enwar
    » stranên welatê dayika min
    » kurdiya nivîskî ya herî kevn

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî