Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 12 peyam
    şorbenîsk - tirşik
    şorbenîsk
    (0) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. yek ji xwarinên herî xweş e. wek şorbeya nîskan jî tê bilêvkirin. di malên feqîra de xwarina sereke ye. di malên zengînan de jî xwarina amadehiyê ye.



    di sermaya çilê zivistanê de gelek caran dilê me germ kiriye û hê jî dike.



    2015.04.15-01:07 | xendekî

    2. dema ez lîseyê meha remezanê ji ber ku ez li wargehê dimam, hema bêje her roj, hevalekî ji lîseyê an ji wargehê ez dixwestim şÎvê, axirê rojekî dîsa hevalekî ez û du hevalên dî xwestin şîvê/fitarê, piştî ku melayê mexrebê bang da em çûn ser sifrê, li ser sifrê rê tunebû, nîsk, selete û mezeyên muxtelîf, pelçim, borek û nizanim çi û ne çi, min jî zikê xwe bi xwarinên li ser sifrê tijî kir, min go belkî ev malbat jî wekê me kurdan malhazirî çi hebe carekî de datîne ser sifrê, axirê min laliya xwe ya nîskê xilas kir, min dît diya hevalê min, go kurê min te laliya xwe xilas kiribû ez xwarinê bînim ji te re, hingî min fêhm kir ku ew hêj lêlê bû û lolo jî di rê de ye, lê rêya revê jî nemabû, piştî nîskê çar pênc texlît xwarin anîn û her gotin de bixwe ma tu fihêt dikî?? bes xwudê zane wê şevê min çi qas zor da zikê xwe.. *



    2015.04.15-01:13 [guhertin:2015.04.15 01:14]| endazer

    3. şorbe ji xwe shorbeye

    nîskjî ji xwe nîske şorba ji dan û niska çêdive ka ez ji wera bejim çewa çêdibe avê didin serê gava dikele win (bnr: dan) û nîska dixinê... hevqasa bese ji lêgerînê bawer bikin win nizanibin şorbekî jî çêkin ez çewa bikim ji we.



    edît: ne min te dît ne jî tê min dît.



    2015.04.15-09:38 [guhertin:2015.04.15 12:57]| shorbevan

    4. li kurdistanê zivistanê serê sibe li ser sobê tê kelandin mirov vedixwe hinavên xwe germ dike piştre derdikeve dervê *. tiştekî eceb jî ew e ku hin jê dimsê jî dixin navê dema vedixwin.



    2015.04.15-12:42 [guhertin:2015.04.15 12:43]| gêjê

    5. şorbeya neteweyî ya kurdan *

    tu dibêjî qey jê pê ve cureyekî şorbeyê nizanin.



    2015.04.15-12:47 | kurê bavê xwe

    6. Li gund ,her sibê ser taştê dihat xwarin



    2018.01.20-00:54 | umed

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    gever [1]
    Şer û tofan e. Qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. ...
    pêşgir [2]
    ew çend tîpên ku bi hatina pêşiya peyveke din, wateya peyvê diguherîni...
    navên ecêb ên pirtûkan [1]
    (bnr: apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir)...
    zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne [2]
    Me go bila bariş ware em ê baleyê jî çêkin....
    kesên ku mirov ji mewlûda wan direve [1]
    kesên ku ewqasî zerera wan ji mirovê re heye (bnr: tofan) kes naxwaze ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şorbenîsk

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî