Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
evdirehîm rehmî hekarî - tirşik
evdirehîm rehmî hekarî
(2) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. şanogerekî kurd e, li gor tesbîtên heta niha pîyesa yekem a kurdî ango şanoya yekem aliyê kurdî ji aliyê vî camêrî ve hatiye nivîsandin bi navê memê alan. lê ji ber ku çand û edebiyata kurdî tertûbela ye û bêxwedî ye sibî dusibê mirov hew dibîne tişteke nû ji bin qul û qewaran de derkeve û her yekem bên guhertin.

ji bilî vê lêkolîner sedat ulugana helbestên evdirehîm rehmî hekarî dîtine û li ser wan dixebite. kovara zarema di derheqê vê xebata ulugana de agahî danê û çend helbestên vî camêrî yên heta niha winda weşandine.

Here lînkê



2015.05.05-21:02 | xendekî

2. helbestvanê van helbestan e:



gaziya welat



Du teyrokan dikir gazî

Nizam kund e ya ne bazî

Dibê welat rût e, tazî

De megrî welato megrî



De megrî welato megrî

Yekî digo nav nifîn e

Yekî digo pir birîn e

Lewra: dile min bixûn e

De megrî welato megrî

De megrî Xuda li me kerîm e



Welatê min wê dinale

Nav nifînan bi berpal e

Zaroyê (zarê wî yê) xayîn naçine bal e

De megrî welato megrî

De megrî Xuda li me kerîm e



Welatê min hêja şifa ye

Zarê welatî bi xew e

Halê welat lewra ev e

De megrî welato megrî

De megrî Xuda li me kerîm e



(Ve helbestê navê xwe daye berhemê)





hewar



Gelo! rabe ey şêrê Kurd ê biêş

Bilez rabe şîrê ji kalan bikêş

Here serhedan zû tuxûban bigir

Serê dijminan tu bikî ber bibir



Tu hilbigrîne wê gurza giran

Metalê bilindke li ber 'asîman

bigre hem bi destê xwe sura eniyê

li dijmin bide guh bide naliyê



Ji ber nara ya te bilerizêt cîhan

Ku herkes bizane xençera cindiyan

ji bo dîn, miletê neyne der

Ji bo Heq nebê Kurd nakit sefer



Li hesbê suwar be bihetkine

rîmê tu rêmbaz îro bihêle memê

Tu tîra xwe dayne li mala

kewan bikêşe û berde li cergê (...)



Li derdê misilman bibe çaresaz

heqê tîr û rîman ji (...)

bixwaz Çendan li me ew bikerb ketînin

Ji hêlên ,cîhan neşîn derînin



Şerm bikin hûn ji bab û pîran

dijmin bû li wan cîhan (...)



Wan terk nekirin welatê navdar

westane li ber bi şûr û xençer

Mirînî ji bo me ma weraset

Lewra ku em in xwedan kiyaset



2015.05.05-21:17 | xendekî

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2017.08.06-00:03 [guhertin:2017.08.06 00:04]| tevnepirk

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navê hespên navdar [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
duyemdest [1]
peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdirehîm rehmî hekarî

Kategoriyên mijarê:: tiyatro niviskarweje weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî