Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
jan dost - tirşik
jan dost
(36) (2) (3)
di mijarê de bigere

36. nivîskar e lê xwe wek serokê partiyeke li dijî pkk û pyd dibîne.\r\nbila ji bo me û xwe, pirtûkan binivîse dê çêtir be



19.09.2014 10:10 | gulan

37. nivîskar e lê berî nivîskariya xwe rewşenbîr û ronakbîreke hişazad e..

wekê hinek nivîskarên ''helîm'' rişm û hevsarê qelema xwe nekiriye di destê berjwendiya tu hêz û hizbeke desthilatdar de.. carina zêde fewrî û agresîf e û muxalefeta ku dike carina di hêrs û aciziya wî ya şexsî de difetise lê çawa jî be ji wan nivîskarên ku qelema xwe kirine di xizmeta partiyên serve ''demokratÎk'' binve ''totatÎler, hegemonîk, despot'' de û nikarin ji ya wan derkevin deh qetî çêtir e..

xwezî her nivîskar û hunermendeke kurd wekê jan dost karibûya û wêribûya pirsan ji partiyên desthilatdar bike, hesab bipirse, rexneyan li wan bigire, xeta û xeletiyên wan teşhîr bike bide ber çavê wan..



19.09.2014 14:21 | endazer

38. ya ku hingî di derbarê siyasetê de diaxivî, zêdetir bi xwe ve dirît. lê van pelên dawî deng jê nayê, xwedê bike dev ji siyaseta xwe ya kêr tu gûyÎ nayê berda be ..



19.09.2014 14:24 | brusk56

39. dema ku rewşenbîr an jî nivîskarek di derbarê bûyer û diyardeyên siyasî de bêdeng dimînin, dibêjin tu çawa rewşenbîr î, çawa nivîskar î? lê dema ku dengê xwe bilind dikin jî dibêjin tu wêjevan î bi tenê bi edebiyatê re mijûl be, ez ê tiştekî din lê zêde bikim; belê xwezî jan dost jî bi tenê bi edebiyatê re mijûl bûya lê ne ji ber sedemên heyî yên hin kesan, lê bes şêwaza wî ne xweş e ne rast e, her çend gotinên wî rast û durist bin jî ji bela şêwaza xwe ya dijmînane û tund nirxa mafdarbûna xwe wenda kir. gelek li ber ketim ji ber ku di edebiyata nûjen a kurdî de gelek serketî bû xwezî kêfa nivîskarên beredayî û qirikbihefsar li xwe neaniya.

tiştekî din jî ew e ku min tim dixwast ku di malper an jî toreke de her heftê nivîsên dirêj ên rexneyî binivîsanda, ne bi postên feysbûkê yên bihêrs û agresîf, tu dema li ser feysbûkê binivîsî bêyî ku li ser bifikirî dinivîsî û êdî veger jî tune ye mixabin, çendîn jê sar bûme jî dîsa li ber dilê min şêrîn e



19.09.2014 21:48 | ferhenga şikestî

40. (bnr:/57589)




41. nivîskarê helbesta were gellekî xweş xwendiye ye. xwedê kurdî dîsa lê şêrîn bike înşele.







02.02.2015 23:09 | berxweda

42. min hevpeyvînê wî bi husên dûzen re sêr kiribû. Li wir digotin, bavê wî seyda ye û jan dost jî berê meletî kiriye.



20.02.2015 00:36 | mîr

43. vê danê rojê li ser faceyê ragihandiye ku pirtûka wî ya sêyemîn a erebî qediyaye..

yanê pirtûka xwe ya dawî jî bi erebî nivîsandiye..

camêr hesabê xwe bi kurmanciyê re birandiye..

bila wek ya te be...



15.04.2015 21:26 | ferhenga şikestî

44. (bnr: oxir be)



15.04.2015 21:53 | ceso

45. Di nivîsa xwe ya dawî de tirba 'rewşenqîr'an kolaye. Nivîs li ser bêdengmayîna komkujiya ku li kobanî hatibû ser kurdên sîvîl e. Jan her çiqas di dawiya nivîsa xwe de fatîhayek li ser wan rewşenbîran (bibore kekê jan li van dera wilo tê gotin) xwendibe jî dema em li temamiya nivîsê dinerin em dibînin ku di tirba hin kesan de mîstiye.



04.07.2015 18:21 | hêvî

46. îro bi polemîkek astnizm derpiyên hemû rewşenbîrên kurdistana bakur ji wan şimitand.



05.07.2015 00:12 | hola êzîda

47. Haya wî ji quna wî ya tazî nîn e ketiye pey derpiyê rewşenbîrên bakûrî *



05.07.2015 00:52 | kurê bavê xwe

48. Singê sipî rengê reza

ez ketim nav da wekê diza

min jêkir du goşî tirî

lib lib da ber geza



Vî helbest a jan dost cara pêşî min bihîst pir xweşa min çû.



25.06.2016 22:07 | dizek

49. mirovekî durû ye.

Gava gerîlayên qehrwman ên rojava daeş'an bikujin û termê wan di nav bajaran doş dikin, bi nefretek mezin êrîşî pkk dike. lê gava pdk û pêşmergê rojava li şengalê êzîdiyan dikuştin, dengek jê derneket. ev e karekter û zihneyeta wî yê genî. nivîskarekî kêmaqil e.



26.06.2016 00:11 | hola êzîda

50. pdk û pêşmergeyên rojava kengî li şingalê êzidî kuştine û jan dost dengê xwe dernexistiye?

min digo qey pkk li şingalê xortên êzidî birêkdixe û wan dielimîne şerr lê tişta ez dibînim ew jî bi jehra derew û neweyî û bêbextiyên medyaya pkkê ketine.



26.06.2016 01:10 | endazer

51. Di entryên di bin mijara navê wî de gihîstine 58, ji wan bêtir du an sê heb li ser edebiyatê û nivîskariya wî ne. Yên dî giş şîroveyên şexsî û siyasî ne. Nivîskarên me bixwe nikarin behsa nivîskariya wî bikin, de vêca hûn bi vê qalibreya xwe daw'a çi dikin?...

De neyse axirî zêdetir 6 meh in ku ji sosyal medyayê dûr im loma ji gelemşeyên siyasî yên di nava kurdînûsan de dipeke jî dûr im ji ber wê serê min gelek rehet e* ya starrr



26.06.2016 21:35 ~21:45 | ferhenga şikestî

52. demeke zehv dirêj e pirtûka wî ya (bnr: mijabad) di destê min de ye lê ez kîngê vedigerime vê pirtûkê, pirtûkeka din dikeve destê min û ez vê pirtûkê datînim dîsa.

hema lê mijara pirtûkê gellek baş e. evîna kurdîstanê û ya kesekî hindirê xwe da dihewîne karakterê romanê..



26.06.2016 23:14 | bûtîmar

53. her ku şer berfireh dibe û dijminên kurd dikevine nava tengasiyê, destên xwe yên di nav gelê kurd de bêtir dilivînin û wan bêtir dikine nava tevgerên qirêj.



jan dost ku demek dirêj e bi taybet ji ser medyaya civakî aşkere dijayetiya pkkê, şoreşa rojava û hemû kes û derdorên piştgirên wan e dike.



08.08.2016 01:30 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» jan jak russo
» dostum dostum

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî