1. endazer yek ji moderatorê tirşikê ye lê camêr îş û karê wî heqaret û biçûkdîtina bdpê û pkkê ye. gotinên wî tu carî ne rexne, yekser heqaret û biçûkdîtin e. |
|
12.08.2013 09:35 |
quto
|
2. mixabin ne daxwazek di cî de ye. ji ber ku sedema daxwazê ne bêedaletbûna wî, kirinên wî yên şaş û hwd. in; lê fikr û ramanên wî ne. |
|
12.08.2013 17:17 |
simurg56
|
3. Mixabin daxwazek di cîh de ye.Li derdor ewqas dijmin hene birakê me erîş dide ser gelê xwe.Heyf e |
|
12.08.2013 21:13 |
felat
|
4. daxwazeke vala ye ji ber ku weke malperên din ên weke tirşikê yên zimanên din de, li vir jî kesên hezkerê pkkê, yên akpyî, yên gulenvan, yên anarşîst, yên oldar, yên qunde û yên nizam çi quzzilqurt wê hebin. |
|
12.08.2013 21:25 |
gerezbabuma minêporêtebialasta
|
5. pêwist e tirşikvan bizanin kesayetên ku di dilê gelan de, di dilê kurdan de rêz girtine, berdêl dane ; wekî serok, rêber, mafê kesî tine heqeretê li wan kesayetan bike. ji xwe di malperên din de ji sibê heta êvarê heqaret li van kesayetan tên kirin. ger em bi xwe heqaretê li xwe bikin. ji malperén nijadperest ên tirk çi cûdahiya tirşikvanan dimîne nexwe. ew jî ; tirşikvan bi zimanê xwe heqeratê li xwe bikin... |
|
12.08.2013 23:20 |
gabarî
|
6. eger wek heqaret neyê hesabê: |
|
12.08.2013 23:32 |
endazer
|
8. daxwazake badilhewa ye. me divê pêşî em bizanibin ku ka rexne û heqaret çi ye. bila mebest ji vê guhestinê ne fikr û boçûn bin gidî. |
|
13.08.2013 00:19 |
înano lo
|
9. rexne tiştekî xweş e. lê gerek tiştin jî baş werin xwendin. endazer di nav rexneyan de gotinên nexweş dike. mînak dibêje xwîna min ji karayilan nizanim çilo dibe U negirêdayî mijarê vî tiştî dixe nav hevokên xwe. çend tiştên din bi vî awayî min xwendin. di vir de dibe endazer hinekî rexneyê bîne ser xwe. ji ber ku ev rêbaz, nivîskar û xwendavanan provakê dike. ha endazer dikare bêje ji kîrê min ve kî provake dibe bere bibe. wê demê rewş tê guhertin.Herkes kurê bavê xwe ye. |
|
13.08.2013 00:51 |
reşkêşevê
|
10. navbera moderatorî û nivîskariyê de tu ferq tune, ev ne saziyeke dewletê ye. ger hinek vê îdîayê biparêzin, nexwe divê nivîskariya endazer jî nepejirînin. |
|
13.08.2013 17:55 |
simurg56
|
11. eslê xwe de li vir daxwaz ne rakirina moderatoriya endazer e, ji ber ku weke "bila moderator endazer were guhertin" hatiye gotin. yanî tê xwestin ku em endazer biguherînin. |
|
13.08.2013 22:31 |
simurg56
|
12. daxwaza ku kenê mi aniye ye * |
|
16.08.2013 01:04 |
brusk56
|
13. daxwaz nehat qebûlkirin. ji kerema xwe aqil û hiş û bîr û baweriyên xwe û zimanê xwe ji bo tiştên baştir tûj bikin. |
|
19.08.2013 04:55 |
terkexem
|
14. Daxwaza ku ew kesên ku dixwaz in tirşikê girêdayî partiyek û serokekî bibînin e.. Ev der malperek azad e. Kî çi bêjê bila bibêjê..Mixabin der û dora partiya ku navê demokrasiyê pê ve ye ji aliyê rexneyê ve bê tehemmuliyeke kesî nedîtî heye.. Rexne bê rexne.. Çi apo be, Çi berzanî be, Çi telebanî an jî çî kesayetên kurd bin..Mane ev ne milyaket in, ne pêxember in.. |
|
28.08.2013 00:29 |
nan û av
|
15. mesela ku ez baş nizanim çi ye, lê belê ev sernivîs replîkek fîlmê vîzontele anî bira min. |
|
28.08.2013 01:35 ~2020.04.06 02:09 |
giyanstêr
|
16. (bnr: bila moderator endazer were sirgûn kirîn) |
|
21.09.2013 20:17 ~2017.12.18 15:30 |
cinorek
|
18. her tişt li derekê. ev endazarê ku ji ber gotinên wî yên kirêt mirov pê aciz dibe. nizanim çima li vir bernavkê xwe yê pezkûviyê cudî bikarnaynÎ. Gelo ma xwe ditirsÎne lew ? |
|
21.02.2014 00:33 |
cekdar
|
19. (bnr: lêxin lêxin hîn zilam nemir) |
|
21.02.2014 00:37 |
mergehez
|
20. (bnr: pezkûviyê cûdî) |
|
21.02.2014 00:40 |
endazer
|
21. endezar bibore lê mehdê te ne ti mehd e hizirên te yên kirêt xwe dayê rûyê te jî.dibe ku ji gelik milan ve tu kêrhatî bî lê helwesta te ya pêşberî nirx û fedakariyan hemî keda te jî binav dike.Xwezî te bikara tu layiqî pezkûviyekê cûdî bibî.lê rewşa te ya niha ne bedelî kuşpilekî kehrikê ye jî. |
|
21.02.2014 00:50 |
cekdar
|
23. daxwaza ku partîzanê pkk tenê dixwazine. |
|
21.02.2014 00:59 |
berxweda
|
24. gava ku min peyama cekdar xwend dilê min geriya. ne hewce ye lê zêde bikim ji bo qedrê xwedê ji xeynî heqeretan tu bi tiştekî din hîn nebûyî? peyva 'edeb'ê qet neket kolana te ma tu qet ji aqilê jî para xwe negirt? ez dizanim tu li gorî formatê jî nîn î û ev peyama min jî şaş e lê min xwe ranegirt divê mariv ji bo însanên wek ên te bêdeng be lê tu wê helwestê jî heq nakî xwezî tu piçikek din xwe bilewitandana ku min jî bigota qey dîn e ya baş dev jê berde... |
|
21.02.2014 01:09 |
ferhenga şikestî
|
25. (bnr: tirşik forum) |
|
21.02.2014 01:12 |
brusk56
|
26. tiştek welê hatiye nivîsîn ku mirov ji kena zikopişto dibe.roj baş ezbenî roj baş.ev gotinên klasîk wê kengê ji tûrikê we xilas bibe.de ka lê binêr dibêje "wê pkk kengê fêm bike ku ji xeynî pkkê partî û fikir hene".heke mesele bê ser partiyên ji bilî pkkê ji dîroka partiyên kurdî (psk,kuk,kuk-se,rizgarî,ala rizgarîkdp,tkdp,t-kdp,yekbûn,strêkasor hwk.),) mû dibîne ku ka kîjikî çi gû belav kiriye.yekê nekariye bi pişkekê ve bimîne hemî wey q.zê kerê bûne perem-perçe.yê ji kerê xwe bienire/bixeyide partiyek ava dikir.parityê ji sepxatirê kerî hatibe avakirin helbet xwe di nav kurdan de nagire.heke ideolojî,polîtîka û stratejiyek qayîm bidana ava kirin wê ew di nava dilê vî miletî de cih bigirta.rêveberên van partiyên hûn dibêjin "yên ji bilî pkkê" hemî ji tirsa qûnê çûn ji swêdê, hir de, vir de re derketin.lê kadroyên tevgera azadiyê hemiyan xwe li kurdistanê de vehewand, ne çûn nerûniştin tûka swêd û parîsê de... tiştek destê we de nema, tiştek nema hûn binketinên xwe pê binixumînin vêca hûnê rabin bêjin "mane partiyên dî jî hene".mala minê, kero nemire bihar hat |
|
21.02.2014 01:38 |
cekdar
|
28. çekdar dîroknasiya te jî weke dîroknasiya tirkan e * tu nizanî bê wan çawa dikir û çawa xelasbûn, an jî tu zanî lê tu naxwazî qebûl bike mîna kemalîstan |
|
21.02.2014 01:53 |
berxweda
|
29. piştrastkirina tespîta "de ka bis e, bêhna xwe fireh bike ma filfil te de heye, bes devjenî û lewçetiyê bike hima carekê jî dest ji reş kirinê berde û ya xwe bêje".dîsa aynî tir û fis(bnr: zimanê krîminalîze.) |
|
21.02.2014 12:33 |
cekdar
|
30. (bnr: azadiya ramanê) |
|
18.12.2017 00:58 |
cûndûllah el-kurdî
|
31. (bnr: endazer li kû ye) |
|
18.12.2017 01:39 |
cinorek
|
32. ev mijar çar sal û çar meh berê vebûye, kê vekiriye? berredayiyekî bi navê quto |
|
18.12.2017 14:30 |
ferhenga şikestî
|
33. (bnr: endazer arkadaş li kû ye?) |
|
18.05.2018 22:20 |
cinorek
|
34. Dema ku tirşikvanek tiştekî çewt bike ji aliyê tirşikvanên din ve wek motto ango slogan tê bikaranîn. |
|
04.04.2020 20:30 |
brzn
|
35. Mijara ku êdî bes kenê mirov tîne |
|
19.05.2021 11:07 |
merwano
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |