Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
gulêê - tirşik
gulêê
(18) (2) (4)
di mijarê de bigere

1. nivîskara di peyama xwe ya sêyem de malpera xwe ya heftrengî pêşkeşî me kiriye ye. Here lînkê



bi xêr hatiye.

belê heta niha hew 3 peyam nivîsiye lê li min gellekî nas xuya bû. gelo ji berê de jî ne nivîskar bû *

siheta wê xweş ku malperek xweş ava kiriye. di malpera wê de wergerên hin çîrok û çîrçîrokan jî heye.



18.06.2015 19:33 | berxweda

2. bloggerên kurdi-nivîs jî xweşik dibin.



18.06.2015 19:54 | cinorek

3. cinorek û berxweda spas ji bo van şîrovên xweş. (ez piçkî şimarmiş bûm -bi gotineke tirkmancî- )

Berxweda ez berê nivîskar nîn bûm û cinorek tu ji min jî ji bloga min jî xweşiktirî ;)



19.06.2015 15:48 | gulêê

4. nivîskareke enteresan e, hama bêje qeyda xwe ji vir sê sal berê çÊkiriye lê hê nû bi awayekî çalak li van deran, bi qewlê wê taqilmîş dibe, gelo dibe ku nivîskariya wê ya li ekşiyê betal bûbe?*

zêdebûna nivîskarên jin, tiştekî baş e, ji xwe em mêrên tirşikê ji hev qerixîbûn*



28.03.2016 22:53 | ferhenga şikestî

5. ferhenga şikestî min heta anha qet li ekşiyê nenivîsandiye. Û tirşik.net bes e * min ji vira hez kir. Bawerim ez dereng jî mam ji bo hatine lê dîsa jî burası bir harika dostum



28.03.2016 23:15 | gulêê

6. Xwedêgiravî çû ye ku gotiye ez gul im. Wilo wilo navê gula li ser xwe mahr kiriye. Îjarê em nizanin bê ka bi rastî jî gul e an na? Gulê tu gul bî şeş cara bêhnê li tirşikê bike.



29.03.2016 09:13 | hêvî

7. Min bêhn kir tirşik tirşik e lê bawerim ez ji gulekî zêdetir strî me.



29.03.2016 11:08 | gulêê

8. Tirşikvanek e ku ez qet nizanim bêka çi guneh kiriye heta ev hemû nifir dibe qe jê re hatine nivîsîn. *



( lînk: http://pin.it/XkJldP_)



29.03.2016 15:57 ~2016.03.30 08:26 | gumgumok

9. bloggerek kurdinivîs e.

Here lînkê

xuya ye ku li tarlabaşiya stenbolê diji.

bila hebek din zêde seba qala tarlabaşiyê bike.



29.03.2016 16:27 | cinorek

10. cinorek, min gelek agahiyên guncav yên Tarlabaşiyê nivîsandin haa.



29.03.2016 16:53 | gulêê

12. sergijik spas. Gotina te ya dawî pir romantîk bû. Naçim, li van dera me.



29.03.2016 19:59 | gulêê

14. Gellek spas sibatok.



29.03.2016 21:06 | gulêê

15. tirşikvanek jêhatî ye û mirov ji xwendina wê hez dike.

ji nivîsên wê diyar e ku li derekê dinivîse. belkî li malperên înternetê, belkî di rojnivîskan de belkî jî weke nivîskarek xwediyê pirtûkên çapkirî an jî li ser çermên xezalan.



29.03.2016 22:00 | simurg56

16. Dema ku kesên te nas nakin, texmînan dikin ku tu kê yî û paşê jî tu van tiştan dixwînî filan tişteke ecêb e û xweş e. Wek ku tu çîroka xwe ji qelemên kesên din bixwîne. *



29.03.2016 22:53 | gulêê

18. gula wekî ku gotine bi sîmurg56re bûye endam lê vaye hê heftîkîye çavê me pêketîye.. heqê wêye lê belê firq nake em bixêrhatina wê dikin *



30.03.2016 01:42 | shorbevan

22. nivîskara ku ji xwe re avatarak efsane çêkiriye.

Here lînkê



30.03.2016 21:55 | simurg56


24. Nivîskareke ji dûrayî ve xwînşêrîn û zarşêrîn xwuya dike. Xwîna yekî ditevizê ser. Nivîskareke jêhatî ye. Hebikikî dînik e jî.



Yeke zîrek e, kurdhez û kurdîhez e, bi zirav e. Henekoy e, romantîk e , wêjehez e, hinekî femîmîste jî.



Gerok e, serok e. Sosyoaktîf e, hevalên wê pirin, taqilmîşî gelek deran dibe jî (:



Ji xwe nivîskarek e, îda Xwezî bibe çîrokvan û çîrokbêjek jî. Ez di rêzêde me ku guhdarî çîrokên wê bikim.



14.04.2016 02:15 ~02:18 | gumgumok

25. Nivîskara ku ji dervê gellek hevalên wê heye xuya dike ye lê mixabin ewqas jî hevalên wê tune ne. Taqilmîşî hin deran dibe lê ew diguhere ku ew der gellek in an hindik der in. Wekî din rast e ku dîn e, gerok e, piçkî jî xwîngerm e. *)



14.04.2016 08:34 | gulêê

27. ji ber çi ye nizanim lê van rojan bûye yek ji most popular tirşikvan of the tirşikê. xwedê bike vî barê giran a li ser milên xwe her tim bikşîne.



14.04.2016 12:46 | nazim tolhildan

28. ez wîna nas nakim lê ewa min baş dike.



14.04.2016 14:46 | bêhna_piştî_baranê

29. navê nû ya nivîskar guléé ye.



21.04.2016 11:47 | simurg56

30. Bi rastî gellek tişt guherîn, wek ku ez ji nû ve hatime dinyayê (:



21.04.2016 11:48 | gulêê

31. xwediya avatara ecêb û nexweşik.

avatara nivîskarên tirşikê/89707



12.05.2016 14:36 | azadixwaz

32. bi qewlê bavûkalan; aqilê wê pênc mitra ser kumê wê re ye. ;)

ji bo kovara naber di tirşikê de hem bi navê kovara naber hem bi navê naber dergisi mijar vekiriye û li jêr herdu mijaran jî peyamên ji hev cuda nivîsîne.



10.08.2016 23:15 | endazer

33. gêj e gêj.



11.08.2016 10:39 | gulêê

34. têketina dawîn 11-08-2016 16:00



gulê li kû ye? zû da neketîye tirşikê. ez wê rojê çûme stenbolê, min xwest ez lê bigerim lê min negerîya. Xwezî min bigerîya.



ez dixazim em civîneke din ya tirşikê li stenbolê çê bikin lê ez dibêm qey civata me yê weka ya din bi kêyf û coş nebe.. nizanim..



ka bila were bitirşikînee!

Min bîra "ew mijarên meriv zane ku gulêê vekirine" kirîye *



04.09.2016 00:52 | bûtîmar

35. (bnr: derkete holê, hê nemirîye)



(bnr: bugün de ölmedim anne) *



05.09.2016 00:29 | bûtîmar

36. nivîskareke tirşikê ye ku carinan hevokên tirkmancî saz dike. peyvên tirkî bi kar naîne lê mantiqa hevokên ku ew saz dike dişibe hevokên ekşi sozlukê.

ibrahim keivo/97701 "stranbêjê ku min bi xêra hevalekî naskiriye YE."
kîrê berê quzê niha/97728 "hevoka ku cara yekem îro min ji hevaleke xwe bihîstiye ye"
li benda godot/91586 "Navê pirtûka-şano ya samuel beckett e ku ji weşanxaneya kabalcı derketiye ye"

hevokên bi vê awayî hinek ecêb dixuyîn û merivan ji xwendinê sar dikin.

di hevokekê de tu pirsgirêk tune lê tê de rengdêrek(wisa bêdeng) heye, dibe ku sedema wî ew be.

iae/97490 "pirtûkxane wisa bêdeng e ku mirov dikare dengê dilê xwe -gup gup gup- guhdarî bike"



13.02.2017 18:01 | sloujouc

37. Nivîskara ku dema ez wê dibînim, meraq dikim bêka wê çi ji tûrikê xwe derxê û li ser tirșikê nivîse.



10.04.2017 12:17 | gumgumok

38. ez li bendê me wê di dawiyê de li ser mirina masiyê romanekî binvîsîne.. *

(bnr: ku ji avê derkeve masî dimire?)

bnr: gava ku masî tî dibin/102416



05.11.2017 22:07 | bûtîmar

39. nivîskara li rûsya derketiye. li vir berf nebariye me qeşa girt îca çûye ûris. birra jî dîn e law :p



22.11.2017 18:54 ~2017.11.23 14:46 | berxweda

40. Nivîskara ku bayê felekê wê bibe ku derê diçe.



22.11.2017 20:12 | gulêê

41. gulêê çûye rusiya,
li wir zêde qerisîya
fistanê gulêê ê gul gul î,
dilê rûsan herişandiya..

loyî loyî loyî.. : )



24.11.2017 00:28 | bûtîmar

42. (bnr: diaspora kurdî li rusiyayê)



24.11.2017 15:46 | cinorek

43. dibêjin gulêê bûye xaçperest
gulêê porkurrê,
ew rê ne heqîqet est,
mecaz est.

gulêê çûye rûsiya,
daye destê xwe gopalê îsi'ya.
wer daynê gopalê destê xwe gulêê!
welatê qafqasan sar e, dilê xortan qerisîya *



26.11.2017 15:50 | bûtîmar

44. ..
gulêê bê xew maye di şefeqan heta mexreban
û derman dixwaze ji nezanan, cahil û xeraban
dermanê gulêê nîn e cem welatê kafkasan, rûsan
gulêê porkurrê tu nizanî derman tu bixwe yî bixwe.

gulêê guleke di nav welatê ûrisan.. (derî lê da, îlham çû..) *



27.11.2017 23:13 ~23:13 | bûtîmar

45. têketina dawîn : 18-03-2018 18:17
yanî 8 roj, 2 saet û 58 deqe ye neketiye tirşikê.



25.03.2018 21:15 | bûtîmar

46. Nivîskara ku niha Rusyayê ye û nizanim çima turnuvaya fîfa yê de ala Kurdistanê ranake. Gulêê hevalek jîr e û hinek jî dîn e îhtîmalek mezin hevalên wê jî wek wê ne yanî dikare tiştek wisa bike. Înşelah berî ku turnuva biqede vê peyamê bixwîne û aksîyonek çêke bo gelê xwe*



07.07.2018 19:24 | azad30

47. tirşikvana me ya jêhatî, bi vîdyoya xwe ya ewil gava xwe avêt qada youtuberîyê. êdî youtuber e.di vîdyoya xwe ya danasînê dê dibêje ew ku jê re dibêjin "gîska ger" wê li moscowê bigere û van cihan bikişîne û ji me re parve bike.

ez bi xwe gelek keyfxweş bûm. ji ber ku em gulsumakê nas dikin û em dizanin wê tiştên xweşik derxe. ser xêrê bee. gelî civata tirşikê kerem bikin bibin aboneyê gulsumakê:



02.12.2018 02:48 | xendekî

48. bi vîdeoya mala dostoyevskî mi gere fahm bikira. youtuberek derdikeve holê. gulêêêê! (bnr: gerok) (bnr: kurdên gerok)



02.12.2018 12:46 | mirovekirind

49. gîska gerok.* youtubera nû ya ku hêj bûme aboneya wê û li hemû vîdeoyên wê tikandim.
Serkeftin.*



02.12.2018 13:22 ~13:22 | xelîl

50. mirovek jêhatî û bimeraq e. ger wek gotina xwe bi bêhna fireh tev bigere, wê karên xweş derxe holê.



02.12.2018 18:44 | simurg56

51. YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek caran wê aciz bike û hin fikrên wek girtina kanalê û vegerîna kozika xwe bike serê wê de jî dike ku li ser youtube bi Kurdî ya xwe "fesîh" hîn tiştan çêbike. Tişta herî xweş ev e ku, belkî ji hin ciwanan re bibe mînak, moral û motîvasyon û gelek fenomenên kurd derkevin holê * û em bêjin çi, ya bi xêr , bibin abone, pêl zengilê bikin, û li benda min bin bam bam bam..



03.12.2018 02:28 | gulêê

53. Tirşikvana me ya ku êdî bûye youtubevan.
Min nûha videoya wê ya yekemin seyr kir. Pir kêfxweşbûm.
Çend nuqsanîyên teknîkî hene. Ji xendê wê pir baş bûye.
gûlêê xuya dike ku bi telefona xwe video çêdike. mikrofoneka xwe yê cûda tûne ye. Lowma deng rind dernakeve. Kamera jî rind ninû. Dema hereketan perîşan e. Yek jî gûleeya xoşewîst videoya xwe yekcar kişandiye û bi vê şeklê bar kiriye. Birrîn mirrîn tûneye. Lazîm e çend tişt jê hatina birrîn. Yanê edît is necessary. Faynilî, carna heman hevok dûbare tekrar kiriye. Ewa sêv e. Ma me got ewa sêv e. Hûn jî dizanin ku wa sêv e.
Be careful tekrar dibe ku bêhna meriv teng bike.

Ji bo videoya yekemin xeylek serkeftin e. Berdewam bike.



04.12.2018 17:38 | cinorek

54.


Ew azîzko çi camêrek qezîxweş e. Bi deng û enstrûmana xwe hûnermendiya xwe jî serkeftiye.
Ez ji wê videoya (bernemaya) gulêê pir qayil bûm. Pir rind bûye.



05.01.2019 19:37 | cinorek

55. çiqas îtîcî be ewqasa jî çilgin e.

(bnr: wêneya profîla gulêê) *



02.04.2019 15:41 | bûtîmar

56. xwedîyê avatarên bir rengîn û orjînal e.Tu carî avatarekî minê wisa çêne bû

Dexesîyan dikim.



02.04.2019 23:59 | brzn

57. Nivîskara ku ev e çend roje hema li panelê dinêrê û li wir çend endam û mêhvan hebin weke mijarekî li aliyê çep ê tirşikê divekê. Armanca wê ji vê tevgerê çî ye bi rastî min fêm nekir. Weke nûçegihanekî ma emê serê her deqqeyê hijmara endam û mêhvanên tirşikê binivîsin?



25.11.2019 21:20 | nan û av

58. nivîskara xêr jixwe nêdîtiye.



25.11.2019 21:22 | gulêê

59. Nivîskara ku li balafirxaneya Mêrdînê lê rast hatime ye.*



25.11.2019 21:34 | xelîl

60. ew nivîskar e ku ditirsim qala wê şeva moxiltiya min bike.



01.12.2019 03:35 ~03:38 | ceso

62. gulêê hatiye , ronahî hatiye tirşik'ê heyran. hîngî bi (bnr: kurdish lessons) ve mîjûle ,nedixûya.
kurdîhezeke jêhatî ye.
gelo çima tenê min derbarê Kurdish lessons de nivîsîye ? dibe ku haya tirşikvanan jê tunebe ?



11.04.2020 02:29 | brzn

63. pîra li ser gêziya tirşikîstanê ye *



04.05.2020 01:03 | bûtîmar

64. torîya xwedê, di hemû qadên torên civakî derdikeve holê sjjsjs



04.05.2020 01:32 | merwano

65. ez ê rojekê pir pîs bixeyidim, û biçim :/
jixwe van rojan ne bextewar im, leave me alone dudes



04.05.2020 01:36 | gulêê

66. Dema li ser youtube ê li pêy gencîneyê nepenî digeriya û hevpeyvîn parve dikir min nas kir û carê hatibû wêranşar ê lê ez piştî hatina wê hesiyam û gelek ber ketim. Niha vîdyoyê ziman dikşîne û parve dike. Ez dişopînim lê bila heqê xwe helal ke ez gelek keniyam* di vîdyoyan de dibêje "bi tirkî dibêjin nizam çik" filan dişibiya hevalekî û heval jî wê demê li hember min bû û hew min debar kir û keniyam. Gelek çalak e ez her tim xweziya xwe pê tînim. Weş û war bo*



04.05.2020 01:45 | rizgarm

67. tirşikvan, ziman parêz. çalakvanek xebatkar e. her çar aliyan ve ji bo kurdî dixebite hêvîdarim keda wê bêgerew nemîne.



04.05.2020 02:37 | de facto hozan

68. ez pir hejî wê dikim karekî gelek hêja dike, her serkeftî be xwedê bi te re be.



04.05.2020 04:43 | shwinsherm

70. Car caran li ser medyaya civakî vîdeoyên wê yê li ser hînkirina kurdî-îngilîzî têm, karekî serkeftî ye, pîroz dikim.

Bala min kişand deng û şewazê wê hinekî dişibe însanên ji welatên Asyaya dûr bîna miletên Kore, çîn, Japonan e. Him jî wekî wan hûrik e. (Min efû bike, ne ji bo piçûk xistinê dibêjim haa! ew ê bizanibe)

Yanî meriv dibê qey yekî Japon kurdî hîn bûye bi kurdî xeber dide.



29.07.2020 01:32 | mîr

71. çar meh e neketiye tirşikê.
bûye xayîyê pişîkeke belek.
derfeta min tineye ez di malê da pişîkan xayî kim ji ber vê yekê ez jê hesûdîyeke mezind dikim.



13.12.2020 22:48 | bûtîmar

72. Keçkoka ku li vê şeva mêrdînê ya acizker û westiyayî de pêrgî min hatî û kêfa min gelek xweş kiriye. Gelek xwînşêrîn û dilnizm e. Me li ser linga piçekê suhbet kir û bi xwendekarek wê ya biyanî re jî hevû din nasî. Ez bawerim dê pê neêşe lê bejna wê ya ne dirêj min gelek metel hişt (binêr min negot kin ** ) bila her hebê li vir ne çalak be jî li ser qadên din her domdar û serkeftî be*



16.08.2021 00:14 | rizgarm

73. ev çend roj e li tirşikvanên kevn û peyamên wan dinêrim lê kesî ji wan nemaye li van deran. yek ji wan jî gulêê ye. piştî ku hatim vir min dît ku kurdish lessons berhema wê bûye. wer xuya ye zû de ne li vir e û îhtîmal e venegere jî lê serkeftin bo kanalê te *



01.10.2023 23:44 | kurê xelkê

74. Mehla tirşikê!
Gelê mehla tirşikê!
Kincên xwe ên herî ewropayî li xwe bikin.
Îro dawet e. Daweta gulêê ya tirşikê ye.






16.11.2023 05:25 | cinorek

75. bi birûsk aryan re zewiciye, ser xêrê bît.

(bnr: îstîxbarata tirşikê)



24.11.2023 16:49 ~17:14 | asîmanê sêwî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulêê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî