Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    çetelastîk - tirşik
    çetelastîk
    (1) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. (bnr: sapan)Ev peyv ne kurdî ye.li gorî ferhenga yekbunê navê wî qûsikê ev yek aparatekî ji bo avetina kevire.ji dar kî çetellî,du heb lastîk û ji yek kef çêdibe.(cihê kevir dikevi jê re dibejin kef) gedetîyê xwe de min jî ev pirr bikaranî.mixabin min pê yek çûçik jî kuşt.



    2013.08.23-22:39 | bayesar

    2. ku ne peyvek kurdî be alternatîfên wê pir in:

    http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/T%C3%BCrk%C3%A7e+K%C3%BCrt%C3%A7e+S%C3%B6zl%C3%BCk+%28Ferhenga+Tirk%C3%AE-Kurd%C3%AE%29,sapan.xhtml



    " kevkanî, qoçanik, kalesing, qûçanik, berdekanî, kelasîng, kelasung, berkanî, kevirkanî, berdeqanî, qanîk, berqanîk, "



    lê cem me jê re tiştek din dihat gotin. dikim nakim nayê bîra min.



    2013.08.23-22:41 | simurg56

    3. aslê wi .......qanike em kevirkanik dibejin.



    2013.08.23-22:44 | hun çawane heval:)))))))

    4. Gundê ku em tê dijîna ji vî re me di got berqanî. navên din min nû hînbûm. ferhengê tirşik ji bo kurdî yên xwe hinek peşbibin pirr baş e..binivîsin..binivîsin..binivîsin..



    2013.08.23-23:15 | avrel

    5. Herê bavo. Bi wê xwene em hindik çûn nêçîra teyr û tilûran. Xwene hindik $ikiyan pacên der û cîranan.



    2013.08.23-23:33 | înano lo

    6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.08.23-23:44 | tevnepirk

    7. dijminê çûkan e niha hê jî (pirr nebe jî) di gundan de tê xebitandin gava em zarok bûn em ser sibê derdiketin derve heya ku ji ber birçîbûnê vedigeriyan malê me bera çûkan didan lê rojeke jî nayê bîra min ku neçîr anî. niha dibêm baş e ku bêbehre bûme.. niha jî ketiye nava bajarên Kurdan ku polîsan neçîr dikin



    2013.12.07-00:08 | ferhenga şikestî

    8. alava ku min demsalek ji dest xwe berneda lê dîsa jî min çûkek mûkek nekuşt. dibê qey heram bûn.



    2013.12.07-10:51 | ceso

    9. li herêma Botan li hin deveran qosk tê gotin jibo vê peyvê



    2014.03.23-22:52 | bakur-başûr

    10. li herêma dêrika çiyayê maziyê jê re dargulîk jî tê gotin.



    2014.03.23-22:58 | mergehez

    11. (bnr: çetel)

    (bnr: lastîk)

    kevirkanî, kevank,... û neh deh heb navê wî hene çekek kevnare û sivike pirahî ji bû kuştina çûka bikartê û birîndar kirina polîsa... jî bikartê.



    2015.06.24-22:34 | shorbevan

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê de...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xw...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [3]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [2]
    ji bo min 30 roj e. tenê sala ewil mafê min tune bû. îsal zêdetirî 50 ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [1]
    ji bo min 20 roj in mixabin. ji ber ku karmend im. piştî 2 salan wê bi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çetelastîk

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî