1. cerb, test û taqeyeka efsane ye, tê gotin ku eger mirov beqê yekser bavêje nav ava kelijî de, beq wê çiv bide xwe û ji avê derkeve, lê eger mirov beqê berdê nav ava sar de û wê avê qonax bi qonax, hêdî hêdî germ bike, piştî demekî beq wê bitevize, bi xwe nahese û wê bimire. hinek zanist û zanyar dibêjin na ev yek ne mimkun e, tu çi qas hêdîka jî germ bikî, beq çawa qûna wê ji ava kelijî şewitî wê çiv bide xwe û xwe xilas bike. rast an derew êdî bûye fenomenek ji bo îzaha hinek kiryarên bi fen û fût ya xêrnexwazan, li cem beqan belkî ew gûyê ku jê re dibêjin ''kanıksamak'' tunebe, belkî çi qas biêşin jî hînî êşê nebin, netevizin, ji hiş û aqil nekevin, dilê wan nebihure, lê mirov ne wisa ne, piştî demekî hînî hemû tiştî dibin, ditevizin, ji xwe ve diçin, ji hiş dikevin. |
|
11.09.2016 04:04 |
endazer
|
çîrokên tirsank ên kurdî [1] |
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |