Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 36 peyam
gumrah - tirşik
gumrah
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tîpê r wek stûr tê xwendin. Ger em bi formê gumrrah binivîsin bêtir tê fêmkirin lê vê demê bere wilo be ta kû ev form bê qebul kirin. gumreh jî tê gotin. ango zêde, pir, gelek, zehf, boş, bor, gur, mişe yan jî zedehî, gelekî, zehfî..., bereket.

Ji bo kes û kom û civatan werê bi kar anîn tê wateya ''ji rê derketî, averê bûyî, rê şaş bûyî'' jî.
Ez maneya ku ligel dûr bûna rastiyê di tiştekî de zêde pê de çûn û piroletî kirin derdixim.



22.11.2016 16:24 ~16:34 | rûbar

2. nizanim çima û çawa lê di bîra min de wateya vê peyvê wek; şik û şuphe mabû.
di helbesteka ismet özel de jî derbas dibe û bi û wateya şik û guman min nedikarî wateyeka maqul bidim wan ristên ku peyva gumrah li xwe digirin.

''Önce kalbim lanete çarpa çarpa gümrah
sonra kalbim gümrah ırmakları tanımaktan kaygulu''



22.11.2016 19:45 | endazer

3. Min di helbestê hecî qadirê koyî de dît û bala min kişand û xwest ku parvebikim. Fermo bixwînin;
Sê qebîle heqîr û bê rûmet in
Kurd û rom û yehûdî gumrrah in

Rom û cû çak e îttîfaqî heye
Kurd e bêxîretî û nîfaqî heye

hecî qadirê koyî van dubendikan di navbera sala 1800-1900 an de dinivîse. Pişt re rom û cû bi îttîfaqiyê dewleta xwe ava kir. lê Kurd hê jî di nav bêxîretîyê de ne. Hê jî di navbera van nîfaqî xelas nebûye. Nakokiya me ev e. Divê di her platformê de piştgirîya hev bikin, destek bidin, bi parêzin, yek dest û yek deng bin.
Seîdê Kurdî çareserîyê wisa nîşan dide û bo me diyar dike;
Xwendin xwendin xwendin
Desthevgirtin Desthevgirtin Desthevgirtin.
Çare ev e.



22.11.2016 20:37 ~21:28 | rûbar

4. gumreh jî tê gotin.



07.10.2018 13:06 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [2]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
çaya germ [1]
Tirşikvaneke nû ye ku 5 meh berê li tirşikê tomar buye. Bi xêr hatiye....
ali çeven [2]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
yeni turku [1]
herî zêde strana wan ya "olmasa mektubun" li ber dilê min şî...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
belki ev jî bala te bikişînin
» gumrah

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî