Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
alien - tirşik

Nostromo navê keştiyeke fezayê ye. ji bo peydakirina madenan li ser kar e. kar qediyaye û niha li ser riya vegera dinyayê ye. li ser riya vegerê, bi awayek tesadûfî rastî sînyalek tên ku her 12 saniye...
(4 şîrove)
alien
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fîlmek ridley scott e. di sala 1979an de hatiye nîşandan. yanî li gorî îro, berî 39 salan...
lê li gorî dema xwe, xwediyê dîmenên gelek baş e. (mîna fîlma 2001: a space odyssey ku 11 sal berî wê hatibû kişandin) û ji ber vê yekê jixwe xelata oscarê standiye.
mijara fîlmê fezayî ne. keştiyeke lêkolîna madenan di peywira xwe ya dawîn de bi milyonan ton maden bar dike û dikeve ser riya vegerê. di nîvê rê de, ji gerstêrek nenas sinyalek distînin. ev sinyal her 12 saniyeyan dubare dibe. belkî s.o.s be. ji ber şertnameya karê wan, neçar in ku herin vê sinyalê kontrol bikin. ew jî wisa dikin û diçin wê gerstêrkê.
li wir keşfên ku heta niha nehatine kirin, dibînin. nifşek gelek bitalûke ya fezayîyan, rûyê xwe yê tirnak nîşanî wan dide û wan dixe belayê canê xwe.

fîlm xweş e. dema mirov bi psîkolojiya wan salan temaşe bike, gelek bandortir dibe. lê ger niha bi vî halê xwe jî weke fîlmeke sala 2016an bihata sînemayê wê zêde kêmasî bal nekişandan. ger weke fîlmek ya tirkan îsal bihata sînemayê, wê ji aliyê tirkan ve weke serkeftinek gelek mezin bihata nîşandan *

şert û merc û rastiyên wê demê nizanim lê di fîlmê de hinek bêmantiqî jî hebûn tabî. ji ber ku ev fîlmeke cîdî ya cûreya honaka zanistî ye, mirov dikare van rexneyan bike.

dema personelê wan yê yekemîn ji aliyê ajalek ve rûyê wî tê pêçandin. bertekên tîmê û planên wan wan gelek ehmeqane ne. ji dinyayek din ajalek êrîşî wan dike, lê ew wî heywanî distînin keştiya xwe û bêyî tu parastin û tedbîran tenê maskeyek biçûk didin ber devê xwe û hewl didin mûdaxale bikin. ma mirov natirse ku mîna hevalê wan, hema yek car xwe bavêje rûyê wan jî. an jî mirov fikir nake û ajal bireve. an jî nexweliyek jê belav bibe û hwd. ev tevgerên wan dûrî mantiqê bû. her wiha çima li laboratuvarê kamerayên ewlehiyê tune bûn? welhasil di şerê wan yê bi fezayîyan re de, bêmantiqiyên wisa hebûn lê dîsa jî baş bû.

min 87 pûan danê. fîlm di lîsteya imdb'yê de, di rêza 52ê de ye.

serlehengê fîlmê (ripley) sigourney weaver e. min nas nekiribû lê çawa ku jina min got tu zanî ev jinik kî ye? cî de hat bîra min ku ew jin e ku di fîlma avatarê de zanyarê botanîkê bî.

fîlm rêzeyek e.
1. (bnr: alien) (1979)
2. (bnr: aliens) (1986)
3. (bnr: alien³) (1992)
4. (bnr: alien: resurrection) (1997)

piştî van du fîlman, ev rêze û rêzeyan alien dibin yek, û bi vî awayî jî du fîlm tên kişandin.

5- (bnr: avp: alien vs. predator) (2004)
6. (bnr: avpr: aliens vs predator - requiem) (2007)

paşê rêzeya predator dîsa fîlmek serbixwe dikişîne di rêzeya xwe de;
7- predators (2010)

8- prometheus 2012 dîsa ji aliyê heman derhênerî ve (Ridley Scott) hat kişandin. ev fîlm behsa beriya fîlmên alien dike.

9- (bnr: alien: covenant) (2017) ji aliyê Ridley Scott ve hat kişandin.



04.01.2017 11:20 ~2018.02.04 20:56 | simurg56

2. (bnr: gerdûna alien'an)



05.02.2018 19:58 | simurg56

3. bi îngilîzî xerîb, biyanî



05.02.2018 23:11 | sloujouc

4. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê simurg56 ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin]
têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



18.04.2021 15:30 ~15:30 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» alienation

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî