Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    şeva gayê zer - tirşik
    şeva gayê zer
    (2) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Ez matmayî mam e, çawa heta niha ev mijar nehatiye vekirin? Xwudê zehf westiyame! Nexwe min dê hemî nûs kiriba.Ji kerema xwe re bi hurgilî binivîsin.

    Lêkirin:tiffî! Hêj tu kesî nenivîsî ye law! sibê ango 13’ê mehê şeva gayê zer e. Hej ez xîret nakim binivîsim. Rastî jî ez musaît nîn im. Xêra xwe yek ji we binivîsin. Ez hewara xwe digihînim xendekî

    Spasî:birêz xendekî destxweş.



    2018.01.02-19:53 [guhertin:2018.02.13 11:02]| tevnepirk

    3. roja girantirîn a zivistanê ye. dibêjin wê şevê di derbekî de hingî berf û ba û baran tê ji bilî keşe û kurên wî gundî hemû bin berfê de mane.

    çîrok wilê ye:
    Got xilaseka Çileyê ye. Go keşê bakir kurên xwe û got: “Kurê min, çend roj çile mane?” Kurekê wî got: “Şev û rojek maye yabo.” Keşe got: “Heyhoo, hê sal û zeman mane.” Kurê wî: “Yabo ma ka sal û zeman, tenê şev û rojek maye.” Keşe got: “Kurê min here gayê zer bênin, ser jê bikin. Goştê xwe deynin ser êgir."
    Kurên wî gayê zer ser jê kirin, goştê xwe danîn ser sobeyê û hazirîyên şev û rojekî xilas kirin.
    Dibe şev, wê şevê berf û ba û bahoz û teyrok û beledî, hemû nav hevde dibarin. Çiqas ku serbanê wan tijî berf dibe kurên keşê ji rêzê ve diçin wê berfê paqij dikin. Her heta dibe sibeh bi vî hawî serbanê xwe ji berfê paqij dikin û her cara ku diçin paqij dikin û tên ber sobê û ji goştê gayê zer hinekî dixwin. Pê goştê gayê zer têr dibin û nacemidin. Bi vî halî dibe sibeh. Şev û roja wan xilas dibe. Keşe û kurên wî hê jî ser piya ne. Keşe dibêje kurê xwe: “Kurê min tu derkeve j'derve, ka meyzêne halê gund çawa ye, çi bûye, çi nebûye?” Kurê wî derdikeve j'derve û dimeyzêne ku xanî hemû ketine, gund wêran bûye, ji xeynî sing û stûnan tiştek xûya nake. (berhevkar: ez *)
    bi vî hesabî şeva heyho bi salnameya mîladî dibe 13 sibatê.



    2018.02.13-02:02 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    perwerî ye bi ro, bi şev xudreste! [1]
    an jî "bi roj perwerî, bi şev xudreste" perwerî: di nav kom...
    pêdiviyên j'bo temenekî dirêj [1]
    xoşewîsteke bi dilê te.....
    jifêzagorda [2]
    wekî tê zanîn wateya gor/gord ê mezar, cihê ku mirîyên mirovan lê veşa...
    pêdiviyên j'bo temenekî dirêj [1]
    J'bo temenekî dirêj çi divê? 1. %60 Dê û bavekî 'emr-dirêj yanî Gen...
    çima yar nehat [1]
    (bnr: nalnala evîndarên bêaqil)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sêva hîndî
    » gayê pîr
    » zerik

    Kategoriyên mijarê:: cand mitoloji cand mitoloji cand mitoloji kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî