Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    emerîkê serdar - tirşik
    emerîkê serdar
    (1) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Emerîkê Serdar di sala 1935an de li gundê Pampa Kurda, navça Axbaranê, li Ermenistanê di maleke sade de hatiye dinyayê. Bavê wî Dewrêş, di sala 1941ê de çû şerê Almanya Nazîst û bê ser–berate winda bû. Heta niha jî Emerîk nizane bavê wî li ku û çawa şehîd bûye. Heta niha jî nizane mezelê wî li ku ye û ji bo wê heta niha jî gelekî li ber xwe dikeve. Ev tema di çîrokên wî de gelek derbas dibin. Lê dildimiya ber dilê wî ew e, ku ew ciyê mezelê diya xwe zane û her sal dixwaze here ser mezelê dayika xwe.

    Emerîkê Serdar yek ji wan ronakbîrên kurdên Ermenistanê ye, ku bi kar û barên xwe alî pêşketina çand û edebiyeta kurdan bi giştî kiriye. Piştî ku çend salan di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da kar kir, ji sala 1961ê heta roja îro li redaksiyona rojnama »Rya teze« de kar dike û ev çend sal in redaktorê wê ye.

    Di karê nivîsara bedewetiyê (prosa) de keda wî jî heye. Heta niha wî çend pirtûkên serhatiyan çap kirine, gelek çîrokên wî di kovar û rojnameyan de jî derketine.



    2013.09.07-18:55 | endazer

    2. dema min navê mêro hê nû bihîstibû, min digo kuro lê biner kurdek ji amerikayê jî heye.. lê emerik- emer e, me ji ku re bizaniya, ha aqilên zaroktiyê



    2013.10.21-21:09 | elomelo

    3. Berhemên wî yên li weşanên lîsê çapbûne ev in:
    -(bnr: destê dê), çîrok, 1974 (çapa duyemîn, Lîs,2014)
    -(bnr: êdî dereng bû), çîrok, 1979 (çapa duyemîn, Lîs, 2014)
    -(bnr: dengê dil), çîrok, 1985 (çapa duyemîn, Lîs 2014)



    2018.04.03-11:10 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    akrostîşên tirşikê [7]
    T ir û fis hemam germ nakin
    I rsî ye ev rik, dev jê bernadin
    R...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » emerîkê sidîqayê
    » serdar onat

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî