Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    yekem civcivînoka tirşikvanan ya li kuşadasi - tirşik
    yekem civcivînoka tirşikvanan ya li kuşadasi
    (2) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Civcivînoka ku doh ji aliyê min û xwelî li ser pêk hatiye. Me digot tirşik xik û xaliye em vennakin lê dilê ceso sax be nehîşt * Ne civîn e civînok e çimkî em tenê du kes bûn. Ji xwe ancax em li vê xopanê bin. Yeqîn nakim di vê herêmê de ji xeynî me tirşikvan hebe * Wexta em li ser înstagramê dipeyivîn xwelî li ser gotibû ev salek e li Aydinê me lê min Kuşadasi nedîtiye min jî gote were ez behrê rê te bidim * Min mazuvaniya xwe kir soza xwe anî cîh lê ewilî ez bi tirkî peyivîm xwe aciz kir gote te civat kir tirkî dawiye me zimanê xwe qeliband. Me qala tirşikvanan û şerên di tirşikê de (yên ku berê dibûn) kir. Min tirşikvanên ku kêfa min ji wan re tê hêjmart dilê xwe hîşt gote xuyaye te peyamên min nexwendiye. Me hebkî qala bê xîretiya xwe kir em çima nanivîsin filan bêvan... Ev cara ewilî bû min tirşikvanek di reelê de dît û kêfa min zahf hat. Çimkî di vê derê de Kurd tune ne tirşikvan qet û qet * Dawîyê roj herikî camêr pirtûkek xwe jî ji min re hîşt û çû. Ew qas *



    2018.04.15-13:15 | biaqila malê

    2. Civîna ku malik li nigê me xira kiriye. Piştî rewîtîyeke li şipya Nîvrokî gihame wir. Me hev dît, biaqila ku xwedî kurdîyek gewre di serî de wek bilbila tirkî dipeyivî ez pê re xeyidîm filan. em çûn ber behrê rûniştin. behra ku masîyên vejetaryen Tê de bûn. Simîta dixwar in law. Hermetê çû bi destê xwe yî sterîl ça ji me re anî û me civat xweş kir. Qala kar û bar, malbat û tirşikê kir. Gote kêfa mi herî zêde serhatavci ceso û Simurg re Tê. Mi go xilas bes ev!? Gote ji xwelî li ser re jî tê. Mi go malî ava. * paşî go bi Taybetî ji Simurg re. Ji ber ku karê em dikin nêz î hev e. Ew jî hemşîre ye. Destê wê ji ber wê sterîl in. * û go gelek tişta ji Simurg hîn bûm. Min jî go bi xêra tirşikê hînî xwendin û nivîsîna kurdî bûm. Favorî nivîskarê Min ceso ye. Ji vir silav jê re ku bûye sebeba vê mijarê. * ûû wekî din em ji wir rabûn geriyan ji xwe re. Li keştiye siwar bûn. Ji wir jî me çû Derekî kokoreç xwar. Min têra xwe henek pê re kirin ew jî keniya. Min jê gelek peyvên dêrikî girt. Û her kesek çû malka xwe.



    2018.04.15-13:36 | xwelî li ser

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bersîsê abîd a feqîyê teyran û faust a goethe [2]
    Di wêje û hûnera cîhanê de mijarên berheman, yek ji girîngtirîn pîvan...
    pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1]
    haruki murakami - the wind-up bird chronicle...
    kurdî zimanek ninû [1]
    Rast e. Kurdî zimanek ninû. Ew ji gellek zimanan pek tê. Dive em ...
    bav ji xwe ra law ji xwe ra [1]
    qey yek ji gotinên pêşîyan e. hin mezinên me digotin. dibêm qe...
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    çend salan berê birayê min bi keçikek tirkê devera ege re zewicî. he...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » yekem qilîba kurdiye surreal
    » kuşadası

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî