Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
microsoft - tirşik
microsoft
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ango Microsoft cooperation. Şîrketekî amerîkî yê navdewletî ye. Navê vî Ji peyvên microcomputer (kombersên mîkro) û software (nivîsbarî) pêk tê. Nivîsbariya kombersan, amûrên elektronîk û hîzmetên înformatîk hildiberîne, lîsans dike û difiroşe.

Ji aliyê bill gates û paul allen ve di 1975an de hatiye damezrandin. Markayên wek windows, internet explorer, edge, xbox, office, skype, linkedin, msn û bing di nav xwe de dihewine.

Û herwiha malhebûna şîrketê nêzikê 200 mîlyar dolaran e. Yek ji mezintirîn şîrketên cîhanê ye.



11.11.2018 15:21 | xelîl

2. Şîrketa ku heta niha nizanim çawa mijara wê li tirşikê nehatiye vekirin e.*



11.11.2018 15:23 | xelîl

3. Ger dest ji msnê bernedana îro msn ji şûna whatsapp ê bû.



12.11.2018 14:50 | cinorek

4. di hişê min de yek ji sê sembolên kapîtalîzmê ye. yên din jî apple û coca cola ne.
coca colayê car caran vedixwim, ne mecbûr bin mîcrosoftê(windows û hwd.) bi kar naynim û qet nêzikî appleê nabim.
ji bo azadiyê binêrin: linux û androîd.



12.11.2018 21:29 | simurg56

5. karl marx: "ji bo azadiyê androîdê bikar binin."



13.11.2018 06:05 ~06:06 | cinorek

6. Xwedê kirî para xwe yê bazara softê hêdî hêdî winda dike. Her çi qas cihazên mobîl zêdetir dibe îşê wan jî kêmtir dibe. Dewsa wê de android, ios cih digire.

Ev çend sal e pê android dixebitim Xetayê wê min nediye lê Windows gerek bû her wext format biavêtina yan jî meriv di nav problemên xwe de bigevizanda.

Axirî Reqebet tiştek xweş e...



13.11.2018 09:09 | mîr

7. şîrketekî amerîkî yê navdewletî ye. xeylek wext şîrketa herî serkeftÎ bÛ.

carna karên ehmeqî dike.

zemanekê msn Û skype pir popÛler bûn.

ew herdû servîs tevî hev histin kirin yek. paşê herdÛ jÎ tek çÛn.

ger şûna wê karê, msn entegreyî android ê bikirina belkî niha şûna whatsappê hê jî msn messenger hebÛya.

xûya dike ku ji wê tecrûbeyê ders nesitandine. dûbare dikin. niha jî sepana wunderlistê ji sepana xwe yê to do feda dike. Here lînkê

daxistinên herdû sepanan li ser google playê
- wunderlist; 10 milyon
- to do ; 5 milyon



07.03.2020 18:10 ~18:11 | cinorek

8. Piştî Google, Microsoft jî dest bi wergera zimanê kurdî kiriye. Pîroz be
Here lînkê



20.08.2020 23:14 | kajav

9. Hewceye ku Kurdî bi fermî bike nav zimanên programên xwe yên wek office, Skype, LinkedIn û hwd
Her çiqas meriv dikaribe zimanê Windowsê bike Kurdî jî, lê Kurdî hê ne di nav zimanên wê yên fermî de ye, tenê meriv dikare bi alîkariya hin sepanan kurdî bike zimanê Windowsê, lê pirê kesan nizanin van awayan. Ji ber wî, kengê Microsoft Kurdî bike zimanê fermî ji bo programên xwe, dibe ku ez dîsa bizivirim Windowsê.



21.08.2020 02:11 | afa

Hemûyan Bixwîne