Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    24 mijar û 41 peyam
    les filles du soleil - tirşik

    Bahar, fermandara komek leşkerên jin, jibo rizharkirina herema xwe ya deverekî kurdistanê şer dike û hêviya dîtina kurê xwe ye. Mathilda, rojnamevanekî fransî, divê evî operasyonê di cih de bişopîne ...
    (2 şîrove)
    les filles du soleil
    (3) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. Ango keçên rojê û girls of the sun.

    derhênerê fîlmê eva husson e. û wek serlîstikvan golshifteh farahani dilîze. Fîlm çîroka têkoşîna jinên kurd ên Êzidî li dijî rêxistina daiŞê li Şingalê vedibêje.

    Min temaşe nekiriye hêj. li imdbyê 5.6 pûan standiye. lê bawer im ku ev pûan ji tirk, ereb û farisên nijadperest hatine. ku mirov li şiroveyên derbarê wê fîlmê di vî malparê de binihêre, dikare bibîne ku çima evqas kêm pûan standiye.



    2018.11.23-15:39 | xelîl

    2. Lîstikvan di film de baş dilîzin (mixabin di filmên têkiliya wan bi kurda re hebe hêja ev yek dibe sedema pesn dane).
    Her çiqas filmeke derbarê şer de bê jî dîmenên şer ne ewqas zehfin ku mirov jê aciz bibe û ev jî derfetek dide temaşevanan ku li ser serpêhatiyên lîstikvanan bêtir konsantre bibin.
    Di film de bala guhdarvanan baş hatiye kişandin li ser wêrekiya jinan, ya çêtir ne tenê li hemberî dijminên wan lê li hemberî mêrên 'ji wan' jî.
    Film li Gurcistanê hatiye kişandin. Her çiqas erdnîgariya wir gelek ji ya Kurdistanê ne cuda be û gelek hewl dabin ku atmosfereke wekî ya devera şer a rastî ava bikin jî, mixabin gelek kêmasî di babeta cih û war de hebûn. Ez dibêjim qey ji ber vê dîmenên di nav dîwaran da hatîn kişandin ji yên ji derve hatîn kişandin gelek zêdetir bûn.
    Film de sê çîrokên ji hev cuda ya sê jinan, Lamia, Bahar û rojnamevan, tê vegotin. Tu têkiliya wan çîrokan bi hev re tune. Helbet ji bo filmeke pêşwendiya hunandina wî cureyî jî heye, lê bi ya min, di vir de pêşî digirt ku mirov bikare empatiyê bi listikvaneke re bike.



    2019.08.07-23:52 | nestêle

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    xeyda [1]
    Keç an jî jina ku herdem xeyîdî ye, an jî li ber xeydê ye. Weke ku ...
    pazarcix/dîgor [1]
    bajarok ê dîgor a navçeya qers ê.navê wî tirkî dağpınare. nezî...
    nav û nûçikên gundiyan [1]
    li ba me herî zêde rişko û rişkê,kêzika şevê,teneqe,zuro qurifî hwd. d...
    golikvan [1]
    navê nivîskarekî nû yê tirşikê ye ku ji navê wî jî xuya dibe gundî ye(...
    rêbera rastnivîsînê [1]
    bi heman navê pirtûkek mistefa aydogan heye ya di 2012an de ji...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » les enfants terribles

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî