Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    qiblegaha aşiqan - tirşik
    qiblegaha aşiqan
    (1) (1) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. helbestek ya danerê ebceda eşqê, melayê bateyî..



    'Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu

    leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu

    çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî

    tu bo Xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu

    dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu



    dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden

    nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen

    gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen

    ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten

    horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu



    qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav

    hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav

    dax û kovana evînê sotî canê min tevav

    extera subha se’îd î reşrihana ta belav

    filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu



    ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar

    sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar

    helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar

    nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar

    lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu



    pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed

    min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed

    çengelek avête dil kun kir li min dad û meded

    qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed

    şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu



    sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal

    xaleke wa l’gerdenê mîslê Berê reş mah û sal

    sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal

    netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal

    laubal î çardexal î çardesala kê yî tu



    şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam

    sed tilism û sihre tê da pêkve Suryanî meqam

    ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam

    horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram

    xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu'



    ji dengê nivîskarê kurd jan dost guhdarî bikin:










    2013.09.11-17:54 | endazer

    2. meleyê camî ji dergahê mewlewiyan û mewlana celaledînê romîqonyayê re dibêje.

    "Kabet'ul 'ûşşaq başed în meqam
    Her kî naqis amed înca şod temam"

    Yanî bi kurdî; ev meqam qiblegaha aşiqan bû. her kesê ku netemam hat, li vir temam bû.

    Ev beyta gellek navdar bi dîwarê deriyê dergahê mewlewiyan ve bi xeta rind daliqandî bû:



    2017.01.20-21:48 | heyf

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê de...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xw...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [3]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [2]
    ji bo min 30 roj e. tenê sala ewil mafê min tune bû. îsal zêdetirî 50 ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [1]
    ji bo min 20 roj in mixabin. ji ber ku karmend im. piştî 2 salan wê bi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qiblegaha aşiqan

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî