Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
frantz fanon - tirşik
frantz fanon
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal.
di 25 tîrmeha 1925an de li Martînîka di bin dagirkeriya fransayê de hatiye dinyayê. Heta lîseyê li martînîkê xwendiye, di dema şerê duyem a cîhanê de çûye fransayê û li dij naziyan şer kiriye. di sala 1945an de vegeriyaye martînîkê û bi heval û mamosteyê xwe yê dij-kolonyal aime cesaire re xebatên siyasî kiriye; di parlementoyê de bûye delege. paşê dîsa vegeriyaye fransayê, li wir tip û psîkîyatrî xwendiye, di sala 1951an de xwendina psîkiyatriyê xelas kiriye û bi awayekî profesyonel berê xwe daye psîkopatolojiyê. di sala 1953an de li cezayîrê wek psîkiyatrîst dest bi kar kiriye. li wir bandora dagirkeriyê ya li ser hişmendiya mirovan dîtiye û bi awayê psîkîyatrîk analîz kiriye. bandora îşkenceyên frensiyan ya li ser cezayîriyan di kîtêba xwe lenetiyên rûyê erdê de nivîsandiye; pêşgotina vê kîtêbê jî ji aliyê nivîskarê navdar jean paul sartre hatiye nivisandin. şexsiyet û hişmendiya mirovên di bin dagirkeriyê de jî di pirtûka çermê reş maskeya spî de analîz kiriye. di sala 1954an de wexta şoreşa cezayîrê dest pê kiriye fanon jî beşdarê 'Enîya Rizgariya Netewî ango FLNê bûye. di 1956an de wexta li cezayîrê di nexweşxaneyek psîkolojîk de serbijîşk bûye nameyek ji "wezîrê dagirker" re nivîsandiye û îstîfa kiriye. di nav flnê de bi awayekî çalak şer kiriye, dersên li ser stratejiyên şer daye. Heta dawiya emrê xwe di kovara El Mucahît de nivîsandiye. Salên dawî yên emrê wî de bi nexweşiya penceşêrê ketiye, bo tedawiyê çûye tunusê, sovyetê û amerîkayê; di sala 1961an de, di 36 saliya xwe de li amerîkayê ji ber penceşêrê miriye.
Bi giştî sê kîtêbên wî; le'netiyên rûyê 'erdê, çermê reş maskeyên spî û 5 salên şoreşa cezayîrê gelek bandor li ser şerên li dij dagirkeriyê yên li filîstînê, îrlandayê û helbet kurdistanê kiriye. entelektuelên wek elî şerîatî, steve biko û ernesto che guevara jê îlham girtine.

di kîtêba le'netiyên rûyê erdê de behsa tund û zordariya li ser mirovên cezayîrî dike. di çermê reş maskeya spî de behsa dêrûniya mirovên di bin dagirkeriyê de dike ku wexta mirov dixwîne gelek caran dikare kurdan têxe dewsa reşikan. fanon dibêje ku mirovên di bin dagirkeriyê de bêşexsiyet, tirsonek tên kirin û ji aîdiyeta xwe ya reşikiyê direvin, ji xwe fedî dikin û dixwazin bibibn spî. fanon dibêje ku divê mirovên dagirkirî divê pêşî hişê xwe azad bikin û paşê jî li dij dagirkeriyê têbikoşin; ango rêyên bişîddet diparêze. di kîtêbê de ji şîddetê heta zewaca jin û mêrên reşik û spî gelek tiştan analîz dike.

ya rast hema bêje hemû kurdên xwenda fanon dizanin û dixwînin û jixwe divê em bixwînin lê heta niha çawa weke mijar nehatiye vekirin, ecêb e.

(bnr: anticolonialism)
(bnr: postcolonialism)
(bnr: teoriya guleya yekem)



19.05.2019 03:37 | roza

4. d cihekî pirtûka xwe de dibêje dê yên di rêza dawîn de ne bibin yekemîn. ango bindest dê bi serkevin. dê nîrên xwe bişkînin. bes wisa xuyaye ku ev yek ji bo kurdên bakur pêkan nîne êdî. piraniya kurdên bakur êdî dev ji xewnên xwe berdane ango xewnên wan ên mezin nîne. ev jî gelek sedemên xwe hene.



23.05.2019 01:55 | hêvî

5. Li ser derun û civaknasiya gelên bindest gelek tiştên bi tesîr nivisiye. Tespîtên wî him di derheqê bindestan de ye him jî di derheqê serdest û desthilatan de ye.



25.05.2019 16:00 | mesîl

6. gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e."

salvegera mirina wî ye, rihê wî şad be.



21.07.2019 16:44 ~16:45 | roza

7. Nivîskarê pirtûka black skin white maskê (çermê reş maskeyên spî) ye. Li ser psîkopatolojîya kolonyalîzmê xebitiye û gelek berhemên wî hene derbarê van mijaran de.



21.07.2019 18:09 ~18:10 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» frantz

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi niviskarsiyasi niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî