Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 10 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hanî mûctehîdî
    peyamên çepikkirî

    1. şahbanû û keybanûya mûzÎka kurdî..

    li bajarê sinê yê rojhilatê kurdistanê jidayîk bûye û li wir mezin bûye û lêre çûye dibistanê.. bi qasê ku ez dizanim anku min ji foruman xwendî di sala 2004'an de ji ber ku nekariye ji ber qanûnên rêgir û astengker yên komara îslamî ya îranê hunera xwe îcra bike welatê xwe û du zarokên xwe bicih hiştine û li almanyayê bicih bûye.. çi bi dengê xwe yê az û tijî û nazik û narÎn be û çi jî bi gotinên xwe yên têrwate yên stranan be û çi jî çeşnê mûzîka xwe ya modern be tu şik tê de nîne ku stêrka siberoja mûzîka modern ya kurdî ye.. heta niha bi navê (bnr: pêlîstank) û (bnr: sengî hawaran) du albûmên ciwanikê derketin e.. mûzÎka wê ne tenê ji hêla kurdên bajarî ve lê ji hêla xelkên din ên îranê û yên cîhanê ve jî tê guhdarîkirin.. par sersalê derketibû ser kanala bbc-yê şaxa farisî û ji stranên xwe yên xweş ahengek li dar xistibû..

    ji xwe hewce nake ku ez behsa cezb û çelengî û bedewiya wê bikim.. wekê kêm kesên li ser rûyê erdê ji bo bedewiyê wek nimûne hatiye xuliqandin..



    2013.07.20-15:54 | endazer

    6. yenga weye.
















    ay ay ay ay.

    deşnî murad guhêkî min bimijîya, hanî guhê din bimijîya çi dibu ya rebbî?



    2013.11.26-19:01 | xurufi

    7. heke lêvên wê ne sîlîkon bin; di nav xweşiktirîn stranbêjên kurd de, listeya top3 de duyemîn e.



    2014.03.20-14:36 | kevçiyê dil

    13. (bnr: xweşiktirîn jina kurdistanê)

    Hunermenda delal û serkeftî... Xweşiktirîn jina kurd... Qet nebe li ber dilê min wisa ye. Jîr û zana û hişyar... Lêhaybûn û agahdarbûna ji hemû herêm û hêlên kurdistanê... Kurdistanîbûyî... Kurdîbûyî... Mûzîkeke ku mirov jê re bi dilekî rehet dikare bêje huner û têkilîya bi hunermendên kurd yên din re û û û... Hanî li ber dilê min naqede.





    Ew jina ku ez çi jî li ser bêjim ne zêde ye û ne mubalaxa ye. Piştî vana li ser rûpela xwe ya facebookê parvekirinên der barê kobanê û pêşmerge û gerîla û kurdên îranê dike. Goran e. Bi goranî distrê. lê stranên wê yên ku bi kurmacî jî distrê hene. Û vê strana xweş raberî we dikem.














    2015.04.06-12:42 [guhertin:2015.04.16 23:41]| ceso

    16. hunermenda xweşkok û xemrevînok. dev û lêvê pir pir xweşik in û helbet mikyaja wê jî. dengê we malum e ne hewceye pesnên wê bidim.



    2015.04.08-00:23 | diclefirat