Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; yildiz çakar
peyamên çepikkirî

43339. helbestvana ku îro bi nêta ku herkes jê fêm bike bi zimanê tirkî, gilî û gazincên xwe, li ser fêysbûkê ji kombûn û çetebûnê kiriye, di destpêkê de gelek mafdar e lê di nava hevokên xwe de xeber avêtiyê tirşikê jî (şimdiciğim, herşeyimiz tamam da bir de tirşikimiz da olmuş)

niha ez bersiva te bidim birêz; belê, heta xala tirşikê di rexneya xwe de tu mafdar î em jî hez nakin ku mirovek xwe bispêre bajar, kom, partî û malbatên xwe û yan jî çetetiyê...bêyî têgihîştina edebiyê, ji̇ çetebûnêq iwet û hêzê bigire, neheqî û zordariyê li ser ên din bike.

heta niha tu problem nîn e, ez jî li gel te me lê çima tirşik?

bi rastî jî çi dibe sedem ku nivîskarên me evqas zÊde ji tirşikê eciz dibin?

hûn her gav pesn dixwazin? yan jî hûn her gav li ser dikê, ji bo xwe çepikên xurt dixwazin? ez li ser navÊ xwe dipeyivim ku gelek qîmetÊ didim nivîskarên xwe, dema di rê de dibînim hurmeta xwe nişanî wan didim hama bêje di navbera min û xwedê de bostek dimîne, lê hevaltî cuda ye xwarina tirşikê cuda ye, eger ku xema te kurdî be, pêşvebirina kurdî be yan jî bi tenê edebiyat bixwe be, qe ferq nake xema min jî van her sê xal im, mafê te yê nivîsandinê heye û mafê min jî heye, kurdî milkê te yê xwezayî ye, milkê min e jî, tu helbest diafirinî û ez jî tişikê çêdikim bo piçûkêt kurmancan, ku birçî nemînin, niha çi hewce dike ku em li ser hevudu quretiyê kurdî dikin? em hemû ji heft bavê xwe bêminet in.. tirşik ne tenê qada edebiyatê ye, têde hama bÊje her tişt hene, carinan nivîsÊn çewt û xelet jî tê nivîsîn lê carna jî nivîsên qerrasa jî.. ez meraq dikim kesên ku tirşikê reş dikin û piçûk dibînin, gelo çi qas dişopînin? yan jî haya wan ji civatên normal heye? gelo hûn kurd çima evqas nexweş in?



jêrenot: min ji hevalekê bihîst ku di derheqê min û endazerî de doz vedike, ji ber entryên me:-)

jê re pêşniyaza min ev e ku bila here banga polisên vê dewletê jî bike bigire bila wisa were da ku em jî baş bizanibin çi qas kurdperwer û bitolerans e!



08.06.2013 14:50 | simurg56

54204. nivîskara ku di feysbokê de hevala min e.rojekê min jî li ser vîdeoyeka ku wê parve kiribû şîrove kir. paşê niza boçî di axaftina taybet de hat gote min tu çima her li ser şandeyên min şîroveyên tewşo mewşo dikî.lê min di şîroveyê da pisyarek jê kiribû û yekem car bû ku min li ser şandeyên wê şîrove kiribû.vêca hema ez şaş bûm.bawer bikin pîçek a paranoyake.



28.06.2013 23:52 | simurg56

61563. bi romantîzmekê beredayî dinivîsîne. jixwe pirsgirêka hemû helbestvanên kurdên nûjen ew e. ango hemû wêjeya gerdûnê derbasî paşnûjeniya bû kurdno, malxerabno, belengazno!



26.10.2013 15:08 | tariq

107078. wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman pê neêşe hem jî ne ji rêzê be.

wêjevanek mîna çûkekî di serê lûtkeya ziman re nikaribe bifire, helbet nikare rê û rêçikên nedîtî jî gilî bike. îro ro xebatên kawa nemir li holê ne û xebatên yildiz çakar a gilî û gazîndeker li holê ne.



17.06.2013 21:56 | simurg56