Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 16 peyam
    kurdî de bikarneanîna navê allah - tirşik
    kurdî de bikarneanîna navê allah
    (2) (0) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. ecêbek e.

    tirkî de dema hinek ji allah re bêjin "tanri", derheqê wî kesî de aqilê mirovan de hinek fikir peyda dibin: gelo ateîst e? gelo bawer nake? gelo îsewî ye?



    lê kurdî de nizanim çima lê em jixwe tu caran nabêjin allah, em herdem dibêjin xweda, xwedê teala.

    tişteke seyr e ku xelkek weke kurdan misilman, berevajî gelên din yên misilman navê allah ewqas bi kar neynin. erê.



    2013.10.03-00:37 | simurg56

    3. yezdan

    xwuda

    ezdan



    2013.10.03-00:52 | newenda

    4. bi kirdkî/zazakî:

    homa, Heq, Ellah/Allah



    2013.10.03-01:48 | kurdane

    6. li sondxwarin û hin beddûyan de peyva ''star'' jî li cihê xwedê de tê bikaranin ,mînak pîrên me gava diqehirin diben ''ya starrrrrrrrr''



    dibe ku peyva 'star' 'wek peyva tanrı ku li tirki ji alîye ateist û laikan tê karanin , ji aliye kurdên nûjen ve li cihê xwede were karanin



    2013.10.03-17:22 | babayaro

    7. Peyvike taybetîye: xwedê ji 'xwe da' te

    xwedê xwe da, yanê xwedê her tim hebu



    2013.10.03-17:31 | ferr

    8. gava dayikÊn me dua dikirin, digotin:

    'xwedêyo, xwedêyo! tÛ fırsendÊ medÎ dest zoliman...'

    işte şaÎr li vir navê allah bi peyva xwedê bi kar aniye.



    2013.10.04-09:05 | cinorek

    9. ya rast navê xwudê û şêweyê navhildan û gazîkirina xwudê ya li cem kurdan baş nîşan dide bê ka kurd ji minet û melaqiyê çi qas dûr û xeyûr in.. te dî li cem pirraniya miletên din dema navê xwudê were hildan bi dest xwe re qerafa xweyîtiyê jî tê pêvekirin wek; allahım, tanrım, rabbim filan.. lê kurdên me tê bêjî qey li çolê banî hevalekê xwe yê dûr dikin, xwudê, xwudêoo, waa xwudêê, xaliqo rebbiyo filan..



    2013.10.04-13:58 | endazer

    10. dîyanetê tirkan dema quranê pîroz wergerand kurdî, hin kesên qurnaz bi pindoyî ev taybetiya kurdî ji diyanetê re pirsî bû: hun ji "tanri"yê me re wekî hût tevdIdin, ka niha ev xweDÊ ÇI YE? *



    http://ahmetdursun374.blogcu.com/allah-yerine-xwed-xuda-xweda-yezdan/5986206



    KOVARA NÛBIHAR WEKÎ PIRANÎ ZANE, HÊLA WÎ YA DÎNÎ GIRAN E. EV TIŞTEKÎ NE BÊ QEBÛL E. LÊ CARNA BIKARANÎNA PEYVÊ "ELLAH" HEW qAS BÊWATE SER HEV DU TÊ KU MI PIR acîz dike. ÇÊNEKINE BIRA ÇI HEWCÎYE? EV GEL BÊ BÊJE YÊ "ELLAH" JÎ MISILMANiya xwe ev çend sed sal e kanî ye berdewam bike.



    2013.10.13-15:25 | biruya hayao miyazaki

    11. evqas salin ku bi vî awayî pêk hatiye û şikir ji xwedê re ku kurd ne xwedênenas in jî nîşan dide ne tişteke ewqas giring an kêmasiyek e. de ka dev jê berdin piştî vê saetê.



    2013.10.13-22:23 | azadixwaz

    12. Mûcizeyekî ye ku netewek wisa ji bindestî hezdike, ewqa heyranê serdestê xwe ne, bê çawa derbarê vê mijarê de bertekek wisa netewperwer dane , mirov pê di heyir e.



    2018.01.08-12:28 | umed

    13. lê ne hemû kurd dibêjin xweda.
    hine Zaza dibêjin Allah.
    zazayên el-ezîzê dibêjin allah



    2018.01.12-21:48 | hozan serhad

    14. Zaza jixwe navê xweda bikarnaynin . Dêvla Xweda , navê Homa bikartînin. Homa tê wateya xwema( xwe+ma) yanî tiştê bi xwe xwe dimîne û ji bo hebûna xwe hewcedariya tiştek din nabîne. Her wiha zazayên elewî dibêjin heq ( ji peyva Erebî hakk tê ), yên hêla xarpetê dibêjin elah û yên amed û derdora wî dibêjin homa



    2018.01.12-23:02 | umed

    15. jiber xwedê kurdî jî dizane dibe kurd be jî * bi devê xwe gotiye ez bi mazlûmanre me * ji niha pêde navê xwedê, xweda, Allah zikirbikin binihêrin li xwe..

    neyse minê çi bigota ez niha enerjiyê bardikim muzika kurdî wê muzîka kurdî wekî berê bi rih bibe zewq bide wê hemû cîhan muzika kurdî gohdar bike wê kurdî hîn bibin ji niha pêde hêdî hêdî wê kurd rabin pêdariyê * tirkiye rusya iran sûriye û hemû zalim, wê têk herin wê hemû cîhan piştgirî bide kurda... yikilacaklar bû bahara


    ji ey reqîb û şêrîn û xweşee ee zimanê kurdî, strana mala we li ber malameye ji kê gohdardikin ferq nake samî yusuf barekallah/ya resûlallah û berfîn aktay şemlê gohdar bikin, strana ibo çakmak çakmaya geldim * dest pê bikin û hun jixwere li piyasê binihêrin

    hun jimin bawernakin lê ezê bi we bi darê zorê bidim bawer kirin kesê bi ya min bike poşman nabe *

    wê vê heftê rusiya tevlî hev bibe heftê dora yekî. stranên temelê tirkiyê bihejîne pir nema bidestbixim lê di stranên suriyêde tirkiye jî diheje *



    2018.01.13-11:22 [guhertin:2018.01.13 11:24]| telebê hz mêdî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    levent gültekin
    (stur: "wekî siyasetmedaran her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmî...
    24.06.2018 hilbijartina serokkomariya tirkiyê
    hilbijartina ku heçko zêde ne xema kurdan e. vaye tirkiye bi hev keti...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    dengê çûkê hatî qelandin
    Dengekî xweş û zelal e. Aramîtijî ye. Lê mixabin piştî çîroka vî çûkî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd
    » navên ecêb ên pirtûkan
    » allah tektir ordusu türktür

    Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî