Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    29 mijar û 56 peyam
    soundcloud - tirşik
    soundcloud
    (0) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. malper û platforma barkirin û parvekirina mûzîkan e.. di demeke kin de hema bêje cihê myspace û last.fm û fizyê girtiye û îmaja wan kiriye pênc pere! mezintirîn avantaja vê malperê yên ku ne endam bin jî dikarin guhdarî mûzîkên di malperê de ne bikin.. min jî ji xwe re hesabek tê de vekir û strana ku ji mêj de bû ku min dixwest li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim di nav çend deqeyekî de lê bar kir û di facebooka xwe de min parve kir..

    ji bo yên mereq dikin profîla min û strana min parve kirî: http://soundcloud.com/pezkuviyecudi



    2013.10.06-03:44 | endazer

    2. nîmeteka xwudê ye, eger tu liqayî lîsteya camêrekî mûzîkhez hatibî, bihêle bila heta êvarî vekirîbe, bila ew bêje tu guhdarî bike.. çend hefteyekî berê li tirkiyeyê ji ber tê de teybên axaftinên telefonên rayedarên hikûmeta akpê dihatin belavkirin li tirkiyeyê hatibû astengkiirin lê paşê nizanim çawa ev astengî ji ber rabû..



    2014.04.21-23:47 | endazer

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.02-16:07 | jovan bervaj

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.02-16:14 | hûteheftserî

    5. http://m.soundcloud.com/thebestsounds1/



    2015.01.02-16:16 | hûteheftserî

    6. mijara sloganeke me ye: bimre youtube û fizy, bijî soundcloud!



    2015.01.03-11:56 | terkexem

    7. programekî pir pratîk û rengdar e. ne wekî youtubeê tezî û sar e. germ e, sivik e, kêfxweş e. bikevinê, profîlekî çêkin û em bikevin dû şopa hev. haydê yawrim(s).



    2015.12.27-02:38 | wiha wilo wisa

    8. piştî ku spotify derket êdî zêde nayê bikaranîn. lê belê, mirov carna nikare hin stranên kurdî di spotifyê de bibîne lê dikare di soundcloudê de bibîne. û ji ber ku mirov bi xwe jî dikarin stranan lê bar bikin platformeke taybet e.



    2019.07.05-20:22 [guhertin:2019.07.05 20:22]| roza

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    serhedo bê kiras [1]
    bi xêr hatiye. serhedî ye. keçel e. camêr e. mêrê ber partozê ye....
    serhedo bê kiras [1]
    bi xêr hatiye! Cema'ata twittera rengîn tê van deran, çi xweş *...
    serhedo bê kiras [1]
    Finciko ye. Tîpa wî û dengê wî dişibe ya serhadê koma çar Newa. Min ni...
    kalê badî [1]
    muzîkjenekî nû ye. her çi qas çend sal be bi muzîkê ve eleqar be û li ...
    qeşmûşk [1]
    Dema Nanê ku ji tenûrê derdixin, bermayên wan nanan ku bi tenûrê ve di...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » soundcloud

    Kategoriyên mijarê:: muzik malper komputerprogram
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî