Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 81 peyam
mirovên helez - tirşik
mirovên helez
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helez:balkêş, sosret “interesting”
Di Wexta xwendekariyê de li bajêr ciheka nav “lokala mamosteyan” hebû. hin caran ji ber hevditîna hevalan ango xwarin, vexwarina alkol, ku hinek erzan bû, diçûn wir. Cihekî ku di qatekî apartmanekî de li keleka kolanekê de bû. Li wir xebatkarekî li hember xwendekaran pir hurmetdar, kubar hebû. Dema ku te sîparîş digo wekî sekina amadebûyînê disekînî, stûya xwe li pêş de hinek xwar dikir, destên xwe hev dipiçikand, heta ku tu tiştekî bibêjî weha disekinî, piştî hevokên ku dibêjî muheqqeq peyva “efendiya min” jî dizeliqand paş hevokê. Dema sîparîş dianî Meriv li hember tevgerên hurmetdariya wî hinek kêfxweş lê aliyekî jî hinek jî aciz dibû. Ji ber ku cihekî tişt miştên xwarinê de hurmetdayina zêde ji muşteriyan re ne hewce bû.
Merivekî hingê qasî 45-50 salî, ne pir dirêj ne jî qutik, neqelew, ortê(navenda) serî rût, kelekên serî por zêde û reng reşik bû. dema birû radibûn enî dibû xet xet, diqermiçî gelek xez derdiketî holê. Yekî melankolik, çavtijî , hema tu caran ken li ser levan da xûya nedibû. Bi lez tevdigerî, dilivî, dixebitî bi awayekî taybet nişkavan jî disekinî.

Pir caran tevgerên roviyan dianî bîra min. Rovî dema dikevin cihekî bi leza birûskê, bi lez, çapik dilivin, diçin, nişkavan disekînin, dema dilivin û diçin disa pir bi bi lez tevdigerin. Belkî taybetiyên roviyên çiya û baniyan de dijîn e, ne taybetiyên hemû roviyan e.

Di nav hewirzeya dengê muşteriyên lokalê hin caran zîq li cihekî dinêrî û wîsa dima, hevalên wî ji bo kirina karekî bangî dikirin tu dibe qey ji xewek kur da şîyar dibû, dihatî ser xwe. Di demên ku muşterî hindik bûn pir caran li cihekî de li ser pê disekinî disa zîq li cihekî de diniherî. Wekî derûnî nebaş xuya dikir lê heta ku tu pir baldar mêze nekir, tu nedizanî. Demekê bala min nekişandibû lê wexta ku bi lêrasthatinekê çîroka wî ji yekî bihîstîm hingê ew merik hîn zêde bala min kişandibû. Di we demê de ji ber cihguhertina lokalê êdî pir nediçûn wê lokalê. Li ser demekek qasî salekê çend caran çûbûm wir lêrastî wî merikî nehatim.
Çîroka wî merikî gotîbûn. Di xortaniya xwe da ji ber tawana endambûna rêxistineka çepgireka tirk ketiye girtigehê, bi salan di girtigehê de maye, piştî derketine derûnî xerab bûye. Ji ber derûniya xerabî demekek tedavî jî bûye.
hin caran ji ber ketina qeyranê, pir caran şev, li balkonê malê xwe de, ber bi kuçeyê de bi dijûnên kuçe û kolanan, argoyî û sloganên şoreşgerên çepgiran tev li hev wekî “Lawikên, kurên orospiyan, bimre faşîzm, min di pergala we niyo, kûçikên faşîst, min di quza we hemûyan niyo, li hember faşîzmê mil bi mil..hwd “ bangî dikiriye heta ku yek ji malbatê wî bigîhîne, wî asteng bike, bixin xênî.
Ji bo ku negirtina aliyê polêsan li qereqolê çendan rîca kirine ku wî negirin navêjin nezaretê tu dozan lê nekin. Ji cîranan re jî rîca kirine ku wî gilî nekin.



17.06.2023 02:10 ~02:13 | çomo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên ku tîpa 'r'yê nikarin derxin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî