Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 63 peyam
solê kabik - tirşik
solê kabik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tr. topuklu ayakkabi.

Nizanîbûm. Hîn bûm.

Bîska din, ji markêtê derketim. Du jinikên xavikspî di nav xwe de derheqê kasîyerê dipeyivîn a ku solê kabik li xwe kiribû û bi dengê teq û req ji qasê çû beşa zahirê û bi berhemê jî dîsa bi teq û req vegeriya. Bîstik din li hêla manavê, li derve diyalogekê hema hema wiha qewimî. Îja qey gotin ez ne kurmanc im, hema peyivîn û peyivîn bi pistepistî.

- keçê te dît solê wê yê kabik. Çi xweş bû.
- erê wele. Keçik bi xwe jî çi xweş bû, çavê xwedê lê be.
- e wile. Bi teq û req ji xwe re çû û hat canikê...
- min carekê got ez ê jî Solê kabik li xwe kim, feqet mêrik nehişt.
- êh..
- wile mêrik digot li te tê, li xwe bike... bavê wî... hema digot ev çi teq û req e...
- ne bi xêr... tehm nedan caniya me...

Hema min dev ji kirîna mêwe û sebzeyan ber da û cixarekê vêxist.

Edit.



05.10.2023 11:22 ~20:30 | biruya hayao miyazaki

2. Ew keçên bedew bi solên xwe yên kabik meşiyan û çûn.



05.10.2023 14:34 | cinorek

3. gava ez qondere li piyê xwe dixim mala min xera dibe îja jin çawa solê kabik li xwe dikin nizanim. seyr e *



05.10.2023 14:45 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» solê kabik
» kabik

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî