1. li cizîrê di wateya temaşe kirin, seyr kirin, lê nihêrtinê de tê bikar anîn û têra xwe berbelav e jî.. heta niha ji bilî kurmanciya cizîrê min li tu derî hisa vê lêkerê nekiriye.. ji bo nimûne: ez darî televîzyonê dikim.. ez ê herim darî fîlma vê paşiyê ya hiner saleem.. çûye darî konsera filan hunermendî.. |
|
09.06.2013 16:14 |
endazer
|
2. peyva ku li alê sêrtê jî tê bikaranîn. qet nebe li mala me tê bikaranîn. heta em zêdetir dibêjin "dorî" * |
|
09.06.2013 16:32 |
simurg56
|
3. bi ya min, kinkirina guhdarîkirinê ye |
|
09.02.2014 02:11 |
kevçiyê dil
|
4. Peyva ku îro min nû dît ku tê bikaranîn, hemwate yî temaşe kirine ye. |
|
12.12.2020 23:07 |
merwano
|
5. peyva go weka cem, ba jî tê gotin e; |
|
12.12.2020 23:35 |
hueyn
|
6. Peyva ku kurdiya peyvên " temaşe û seyr" yên erebî ye. Peyveke karîzmatîk û çalak e. Li herêma dêrika çiyayê mazî û stewrê, bismil tê bi kar anîn. Qe nebe li mala me hêj tê bi kar anîn. Wer dixuye tu alternatîfek wê di kurdî de jî tune ye. Loma jî emê ji neçarî vê peyvê bikar bînin an emê xwe biavêjin erebî û tirkî. Ya emê darî bikin an temaşe û îzlemîş bikin. |
|
12.12.2020 23:44 |
tîrêj zana 21
|
7. Li gorî tdk'yê Temaşe ne erebî ye, farisî ye. Lê dibe ku peyveke hevpar be di Kurdî û farisî de. Erê gotina wê piçekî zehmet e û zêde nayê bikaranîn, bêtir seyr kirin min bihîstiye li gundê me. Lê darî kirin jî nû dibihîsim û guhdarî kirin tîne bîra min. |
|
13.12.2020 00:37 |
xabûrî
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |