Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 16 peyam
    kemasiya niviskarên zazakî dinivisin li ser tirşikê - tirşik
    kemasiya niviskarên zazakî dinivisin li ser tirşikê
    (2) (0) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. KEMASîYEKA PIR MEZIN E. HEQIQETA REWŞA ZARAVEYA ZAZAKI DIKE HOLê. NIVISKAREKê HEJA HEBû BI NAVê kurdane, êDî EW Jî XûYA NAKE. BILA ADMINêN TIRŞIKê DERMANEKê BIBININ JI BO WÊ REWŞê.



    2013.11.23-19:32 | cinorek

    2. çare zazana!

    me çi xêr ji nivîskarên kurmancnivîs dît heta em şopê li ser nivîskarên zazanivîs bigerînin?



    2013.11.23-19:37 | endazer

    3. kêmasiya hevalên zaza ne *

    dema em ferhengê didin nasîn em dibêjin ferhengekî kurdî û tirkî qedexe ye, lê nabêjin ferhengek kurmancî ye û zazakî qedexe ye .

    (bnr: kendine yazsınlar)












    2013.11.24-00:59 | brusk56

    4. (bnr: kêmasiya endazerên atomê di nav kurdan de)



    2013.11.24-01:05 | ceso

    5. mijara ku bi qasê di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin eleqeyê nabînê ye.. heyf!



    2013.11.24-01:06 | endazer

    6. kêmasîyeke, wek kêmasîya zazayên zazakî dizanin girîngtir nîne ye. zaza bila bi sêrî de zazakî bizanibin ew jî bese. nivîskarî pirsgirêkeke paşê ye.



    2014.01.21-17:36 | nazim tolhildan

    7. meseleyeke pirr trajîk e û pirr jî komîk e hêjayî lêkolînê ye.. de bêjin çima?

    ez bixwe zaza me û zazakî jî dizanim û vêya bêjim heta pênç sal berê jî zazakiya min ji kurmanciya min çêtir bûn.. rewşeke pirr seyr û balkêş heye kesên ku heke li Amedê di kolanan de geriyabin belkî bala wan kişandibe guhê mariv ji kurmancî bêhtir zazakî dibihîze... ji ber ku zaza hemû di quntarên çiyayan de dijîn li gor kurmancî piçikek baştir xwe parastine di nava civatên zazayan de qet tirkî nayê axaftin ez ji hêne me û di hêne de zimanê bazarê zazakî ye ji zarokên ku dest bi axaftinê dikin ve bigire hete kalemêr û pîrejinên ku li ber mirinê ne, çi jin çi mêr hemû giş bi zazakî dipeyivin hama bibêje tirkî qet tune ye lê heta li vir pirsgirêk tune ye tiştê ku ez dibêjim balkêş e, ev e ku hama bibêje yekî/ê jî destê xwe nedaye rûpelek be jî bi zazakî tiştek nexwandiye û nenivisandiye stranên kurdî godarî dikin lê haya wan ji stranbêjên ku bi zazakî dibêjin ve tune ye her cara ku diçim henê ji min re dibêjin tu koka xwe ji bîr kiriye bi Kurmanciyê dijî lê qet guh nadî zazakî yaw xwelî li serê we be ma destê we şikiyaye hûn bo çi bêxebat û xemsar dijîn? bersiv tune ye.. pirr normal e ku di tirşikê de jî tunebe jixwe hebûya jî kes nedixwendin ez bawer im tirşikvanek zazakîavêf ji ber vê yekê êdî nanivîse



    2014.01.21-20:19 | ferhenga şikestî

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.01.22-13:28 | elegez

    9. La dimlîyêno shima kotî de yê? La bêrê ha bêrê roj roja giran a, na lej leja eşîra nîya, leja camerdanê kurdan û zalimanê tirkan a:-)



    2014.01.23-21:33 | prode_pasha_chinyo!

    10. bi hatina prode_pasha_chinyo! piçeke din jî kêm bûye.

    henek menek em dibêjin kêmasî lê li gorî rêjeya nivîsandina kurmancî û nifûsa kurmancan, rêjeya zazakî jî normal e.

    min hêvî nedikir ev qas jî nivîskarên dimilî-nivîs werin û li vir binivîsin. maşelleh ez xelet derketim. hêvî dikim hê gelekî şaşwaz bibim vê mijarê de.



    2014.01.23-23:20 | simurg56

    11. nonke xelesiya zonik xelesino!

    ekmek biterse dilde biter!



    Na qesa hem qesa mına, hem fikre mı.

    Cede mıra nemenda.



    2014.04.29-15:10 | zeyno ziyani

    12. wexto ke ez tÎya de zone ma nuştene, ez hés kena ke ez xo be xo qisey kena.

    eke çendén merdomé biayé zone ma binuşte ez amadeyo ke ardimé Îşan bikerime.



    by the way, merdomé ke tirşiké de bi zone ma nuştene;

    (bnr: kurdane)

    (bnr: kasanÎ)

    (bnr: derqamÎ)



    2014.04.29-15:20 | cinorek

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.29-15:20 | cinorek

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.04.29-19:06 | derqami

    15. hejmara wan pirr bûne û ji wextê dinivîsin ji kurmancînivîsan jî bêhtir dinivîsin. pirsgirêka mezin kêmketina wan a tirşikê ye. her ku ez dikevimê ez çavê xwe li mijareke zazakî digerînim û gellek caran ez nabînim jî.



    bila kesên zazakînûs civînekê li tirşikê çê bikin û werr xuya bikin ev der a zazakînivîsa ye ne a kurmancînivîsan. bi telaq heke ez li wê rojê rast werim ez ê 3 pirtûkên zazakî bikim diyarî û ez ê bidim zazakînûsan *



    2015.08.29-20:49 | berxweda

    16. ji kêmasiya di jiyana rastin de kêmtir e lê dîsa jî heye.

    Ji bo bikarahênerên dimilkî xeyal û fikrên min yên xweş hene lê dema jê re daxwaz tune be, mirov jî motive nabe.



    2015.08.29-22:35 | simurg56

    17. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.08.30-21:57 | derqamij

    18. Prode dezaymi prode. Mi wa biraymi zî yena. Î wext hîç kes netuwani bi ma re watey vaje.



    2015.08.31-14:01 | cinorek

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çûna kar bi duçerxeyê [1]
    Ma hûn hê jî behsa duçerxeyan dikin. Dem dema scooter e....
    çûna kar bi duçerxeyê [2]
    tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxey...
    te îroj ji bo kurdî çi kir [1]
    Ez ketim tirsik.net'ê. Min çend hevokên kurdî nivîsî.(Wey xwed...
    blues [2]
    Van salên dawî de li muzîka kurdî sor bûye ev cûreya muzîkê. Ez dibêm ...
    blues [1]
    Piştî ferit sevîm min hinekî din bala xwe da muzîka Blues. Hel...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kêmasîya jêrenivîsên kurdî
    » nivîskarên sirgûnê
    » zazaki.de
    » serhad
    » tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

    Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî