19. hevalê min ê büt* nights e, bi dengê xwe şevên min ronî dike sax be. lê bi strana pêşiya malê kenê min aniye, li ber dengê saksafonê dibeje ''qelenê keçika delal 150 bizin e''** |
|
22.06.2014 03:16 |
kevçiyê dil
|
20. mixabin êdî ne wek berê muzîkjeneke pir baş e. albÛma wî ya dawî, birîn, ji bo muzîkjeneke wek mehmet atli hîç ne baş e. û êdî performansên wî yên zindî jî ne baş in. |
|
05.08.2014 15:09 |
kurê xelkê
|
21. min ji bo albûma wî ya nû gelek tiştên xweş hêvî dikirin, lê hêviyên min di ber min de man.. birîn û kavo ne tê de hema bêje hemû stranên din yên di albûmê de nayên avayê.. piştî jahr û wendayê, birîn ji bo min xeyalşikênek mezin bû.. lê çavê min ji mehmet atli ziwa ye, pişta min jê rast e muhtemelen bi xwe jî ji albûma xwe ya dawîn ne xweş e û di demeke zûtirîn de wê vê şikên û pûçderketina hêvî û xeyalên hejêkirî û guhdarên mûzîka xwe telafî bike.. |
|
01.09.2014 15:22 |
endazer
|
22. ku dengê wî tê guhê min; qedîfe, payiz, Bihar, sor, ba, reqs, hejîr, pinpinîk, kurdî, sazbendî, û hwd hêma têne bîra min. şikur dengê te jî heye ji bo kurdî. |
|
04.09.2014 14:17 |
hemdilaarda
|
23. stranbêjê ku bawer nakim tu kes bikarîbe helbesta "name" ya evdila peşêw qasî wî xweş bisitirîne ye. |
|
13.09.2014 01:49 |
berxweda
|
24. hûnermendê kurd o. hem bi kurmancî, hem zî bi kirmançkî stranên ey(bi kurmancî: wî) estê. |
|
13.09.2014 02:07 |
endazyar
|
25. hunermendo ku bîşew stêrk tv de beşdarî bernameya veroz ya kamer soylemezî bibi, bi deyîranê xo yê weş û bi dimliya xo ya fesih û zelal kila zerrîda mi hewna kerd. |
|
19.09.2014 00:09 |
cherkodimili
|
26. stranbêjê kurd ê dengxweş bi navê 'hepsi diyarbakir' pirtûkek jî nivîsiye, pirtûka wî ji weşanên îletîşîmê derçûye, min hê nekirî lê ez ê ji ber meraqê bikirim û bixwînim. bi rastî jî meraq dikim behsa çi kiriye û çawa kiriye. |
|
20.09.2014 13:50 |
ferhenga şikestî
|
27. stranbejê kurdkî yo. hem bi kurmancî hem zî bi kirmanckî stranên ey estê. vengê û (sey îngîlîzan) stîla ey ra ez pir hes kena. gere ke ez her roj tewr kêmî hebêk stranê ey r' goşdarî bikî. |
|
21.09.2014 01:13 |
endazyar
|
28. xweyê dengeke bêhampa û navek rîto ye. te bide xatrê xwedê camêr qey nedikarî navek din ya sehneyê xwe re bibînîya. |
|
21.09.2014 17:09 |
ervah.azad
|
29. Bi 'eslê xwe ji Erxeniya Diyarbekir e. Diya wî Zaza ye, bavê wî Kurmanc e. Her çiqas pirî stranên wî bi Kurmancî bin jî meyla zimanê wî li ser Zazakî ye. Zêde he'j siyasetê neke jî demeke nêzîkî tevgera Kemal Burkay û PSK'yê bû . Heta strana wî ya perfect a bi navê "Fedî" jî helbesteka Kemal Bûrkay e. Li gel ku dengê wî ewqas xweş e , ew qet neweşik e. Bi Arjen Arî re korelasyoneke bêhempa çêkiriye ("Korelasyon" bi Kurdî çi ye ?:/) . Yanê meriv dibê qey Arjen Arî'yê rehmetî ji bo ku ew bike beste hin helbestên xwe nivîsiye . Hin mînak : "Heyrano", "Mihemedo","Wey Gidî", "Negrî". Em dikarin bêjin xebatên hêja dike ji bo mûzika Kurdî. Albûma wî ya nû 2014'an de derçû. Di vê albûmê de helbesta Mîr Kamûran Bedirxan kiriye stran ku ev stran gelek dilsoj e. |
|
02.03.2015 02:46 |
mistefa
|
30. berê li zanîngeha artukluyê bû dibêjin ku hatiye zanîngeha dîcleyê.. |
|
19.04.2015 21:20 |
endazer
|
31. hûnermendekî gelek hêja ye. |
|
06.11.2015 12:29 |
brusk56
|
32. Hunermendê ku di van rojên dawî de min bi vê strana wî hişê xwe xwariye. |
|
17.08.2016 22:58 |
biaqila malê
|
33. bi navê morî mircan albumek derxistiye. Di nav albumê de 9 stran cîh digre. Bi du zaravayên Kurdî distre. di vê albumê de jî stranên kirmanckî û kurmancî bi hev re hene parve kirine. |
|
14.06.2020 01:36 |
kajav
|
34. tam kêf e. vê hefte mehdî mutlu bûye mêvanê wî. lê mixabin yek ji wan stranbêjan e ku bi kurdî naaxifin, jin û zarên wî tev ezmantirk in. (bnr: stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin) |
|
07.01.2021 13:20 ~13:25 |
ezcan
|
35. car caran li ser twitterê rastî şîroveyên wî yên derbarê dinya û polîtîkayê têm. şaşbekeloz dimînim. |
|
07.01.2021 14:07 ~14:07 |
wiha wilo wisa
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |