Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 30 peyam
    qolinc - tirşik
    qolinc
    (1) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1.



    2013.12.09-22:25 | xwelî li ser

    2. sancî



    2013.12.14-03:56 | zero

    3. êşa ku ketiye piştan, sermilan e, dema êş ket qolinc tê şikandin, an derziya ku masûlkeyan sist dikin lê dexin an jî melhemeke tê didin..



    2014.04.22-20:54 | havka

    4. Ba û qolinc êşên edavgirtin / înflamasyona masûlkeyan e û di eslê xwe de dikare nexweşîya FMf / "Familial Mediterranean fever" bi xwe be lê gelek caran tê tevlîhevkirin.

    (bnr: fmf)



    2014.04.22-21:31 | jîndar

    5. tê girtin.. nexweşiyeke çawa ye nizanim hemd û şikrê xwudê hêj pê neketime lê ji nefsên malê min gelek caran dîtiye dibêjin qolinca min ketiye filankes ka qolinca min bigire.. qolincgirtin jî bi qasê di bîra min de maye bi vî awayî ye; yê ku qolinca wî ketî radibe li ser lingan herdu zendên xwe ji enîşkê ve dişikîne û tîne ser hev û destên xwe li patikê yanî li pişta stûyê xwe digihîne hev û yê ku wê qolincê bigire jî li ser lingan ji piştê ve bêmene nêzikî yê qolincketî dibe, bi herdu destên xwe yê qolincketî hişk dipêçe û di vê pozîsyonê de du sê caran ser hev yê qolicketî radike yanî lingê wî ji erdê dibirre û datîne erdê yanî hildavêje..



    2014.12.26-18:18 | endazer

    6. hindî ez dizanim tê şikandin.



    2014.12.27-03:20 | vêca çiyeeee

    7. Nizanim çiye. Lê tiştek anî bîra min.

    Carekê miheke şivanekî nexweşbû, şivan bi kêrê guhê feqîra heywanê qut kir, daku xwîn jê biherikê. Mi got çima te wilo kir. Wî got; qolinc ketiyê heywên de, min qolinca wê jê bir.

    Û, heke hinek birastî zanibin qolinc çiye , min jî bielimênin bixêra xwe.



    2018.01.05-23:36 | gumgumok

    8. di helbestên helbestvana delalîka ber dilê min fatma savci de zev behsa êşa qolincê derbas dibe..



    2018.01.06-09:31 | hozan serhad

    9. peyvek ji erebî ye ku wateya qulunc (قولنج) bi erebî ''êşa rêvî , mîde '' ye. ev jî ji peyva '' kolanxos'' ya zimanê yewnanî derbasî erebî bûye. wateya kolan + xos ''guvaştina rêvî '' ye.her wiha peyvên kolon , qansera kolon jî ji heman resenê tên.



    2018.01.07-01:20 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    survival of the fittest [1]
    (bnr: bijartina xwezayî) di vê gotinê de wateya fittestê ge...
    li instagramê nivîsandina bi çend zimanan [1]
    Mirov çend zimanan zanibe, di jiyana xwe de çend zimanan bi kar bîne h...
    navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin [1]
    navê kurik danîne "rojvan". min ji diya wî pirsî ka wateya n...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qolîncek

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zanistitenduristi zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî