Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
tabutta rövaşata - tirşik
tabutta rövaşata
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê fîlmê: Tabutta Rövaşata (somersault in a coffin, di hindurê tabûtê de pehîn)



Derhêner: Derviş Zaim

Sanarîst: Derviş Zaim

Leheng:



Ahmet Uğurlu

Tuncel Kurtiz

Ayşen Özdemir



Zimanê Fîlmê: Tirkî

Welat: Tirkiye

Mûzîk: Grup Yansımalar, Baba Zula





Mijar:



(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)



Fîlm behsa jiyana Mahsun Supertitizê betal û bêxweyî û bêmal ku li dora Rumelîhîsariya Stenbolê li kolanan dijî dike.. Mahsun di şevên sar yên zivistanê de ji bo ku xwe germ bike ‘erebeyên cihêreng didize û heta dibe sibeh ji xwe re pê wan erebeyan digere û piştî ku zereqa tavê dikeve ser rûyê ‘erdê ‘erebê li cihê wê yê kevn park dike, rêç û şopên ji xwe ji ‘erebê paqij dike lê dîsa jî gelek caran bi sûncê diziya ‘erebeyên xelkê ji aliyê polîsan ve tê girtin û tûşî lêdan û şikenceyên dibe.. Mahsum nava rojê bi piranî di qehwexaneya Zekî de rûdine û dîsa pirî caran bi deyn çayê vedixwe.. Xweyê qehwê Zekî çendî ji vê rewşê ne razî be jî zêde dengê xwe lê nake.. Bi demê re dilê Mahsun dikeve jinikekî eroînkêş ku ew jî nava rojê bi piranî li qehwexaneya Zekî rûdine û debara xwe bi qehbitiyê dike.. Mahsun carinan bi masîgirê hevalê xwe re derdikeve masiyan û masîgir jî ji qezenca xwe para Mahûn didiye.. Hevalê Mahsun yê kolanan Sari şevekî di qayikekî de ji serma dimire.. Piştî qederekî Mahsun dîsa bi sûncê diziya erebeyan tê girtin û ji polîan tepetorek lêdan dixwe.. Amirê polîsan masîgirê hevalê Mahsûn dixwaze cem xwe û bi nîvî gefxwarin jê re dibêje divê Mahsun xweyî derkeve û nehêle şevê erebeyên xelkê bidize.. PiştÎ vê bûyerê masîgirê hevalê wî ji Zekiyê xweyê qehwexanê rixa dike ku karekî û cihekî yê razanê bide Mahsûn.. Zekî ricaya masîgir naşikîne û Mahsûn dike nobedarê li ber deriyê avdestxaneya qehwexanê.. Ta qederekî Mahsûn debara xwe bi vî karÎ dike bêyî ku meyla diziya erebeyên xelkê bike.. Wî wextê serokkomarê Îranê 50 tawisan wek diyarî dide serokkomarê Tirkiyê yê wê demê Sûleyman Demîrel û liser fermana serokkomar wan tawisên diyarî tînin ji bo dîdariya xelkê û gerokan bi Rumelîhisaryê de bicihûwar dikin.. Mahsûn dema ku bi vê nûçeyê dihese gelekî kêfa wî tê û diçe ku here serdana tawisan lê zêrevanê li ber deriyê bircê nahêle û dibêje bêyî bilêt kes nikare têkeve bircê êdî.. Li ser vê yekê Mahsûn xwe ji ser caxên dergehê bircê re diqevêze û diçe dîdariya tawisan û yekî ji xwe re tîne û dîsa bi erebeya ku dizî li Stenbolê digere.. Rojekî jinika ku dilê Mahsûn lê heye pirsa hal û ehwalê Mahsûn dike û jê re dibêje xweziya min bi te ku cihekî û karekî te yê sabît heye.. Mahsûn jê re dibêje eger bivê dikare carinan were odeya lê radize bimîne jinik pêşiyê red dike û dibêje ew yek ne mumkin e lê paşê rojekî digel mûşteriyekî xwedikeve odeya ku Mahsûn lê radize.. Mahsûn dema ku bi vê dihese gelekî li ber dikeve, diqehire û jinikê ji cem xwe diqewirîne piştî hingî Mahsûn dikeve derpresyoonê de û êvara wê rojê dîsa erebeyekî didize û ta siharê digere ji xwe re û di rê de li kûçikekî kolanê dide û dibe nexweşxaneyê.. Piştî çend rojan jinik dîsa tê cem Mahsûn û li ber digere ku wê bibe Taksîmê Mahsun pêşiyê qebûl nake û paşê xwenagire û dîsa bi erebeyeka diziyê wê dibe heta Taksîmê.. Piştî ku ji Taksîmê vedigerin jinik dikeve tepê û cih nîne ku lê bihewin MahsÛn jî radibe vê carê tekneya masîgirê hevalê xwe didize û ta siharê tevî jinikê tê de dimînin bi siharê re tekne li zinarekî li tenişta qeraxê dikeve û piç û par dive û Mahsûn û jinik jî bi zorê ji aliyê polîsan ve tên xilas kirin.. Piştî vê rûdanê masîgirê hevalê wî jî û xweyê qehwê Zekî jî pişta xwe didine.. Roja dî Mahsûn ew qas birçî dibe ku tu tiştê xwarinê bi dest nakeve çar neçar diçe birca ku tawis lê bicihûwarkirine û ji xwe re tawisekî digire û digurîne di prosêsa pehtinê de ji aliyê zêrevanî ve tê girtin.. Di dawiya fîlmê de Mahsûn dîsa tê girtin û derdikeve ser nûçeyên êvarê bi sûnc û qebhetê dizîn û gurîna tawisa diyaria serokkomarê Îranê.. û piştî nûçeya girtina Mahsûn dengê reklama sosîsan bilind dibe ji tvya li qehwexaneya Zekî..



(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)



17.06.2013 00:11 | endazer

2. Fîlma serlehengê wê mahsûn gellekî serkeftî lîstiye. Mun tu fîlmê wî tê de lîstiye nedîtiye. Dema min li vî fîlmî temaşe dikir min digo belkî mahsûn jiyaneke werê dijî..



06.12.2015 02:07 | berxweda

3. Fîlima ku ev replîka xweş di tê de derbas dibe ye.

"Ya ku sare ne hewa ye mehsûn. Mirov sar in. Jiyan zaf sar e. Xwezî evqasî sar nebûya ev cîhan û tu jî evqasî necemidiyayî.."



20.09.2017 00:06 | robar cilo

4.

Tişta herî zêde min di fîlm de meraq dikir, rewşa teyrê tawiz bûn, wan direwand lê çi dikir ji wan. Mehsûmê ku ew qasî li ber bindest bûna wan diket çawa di dawiyê de ji birçîbûnê serjêkir matmayî mam.



09.01.2023 17:15 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tabutta rövaşata

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî