Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    hozan diyar - tirşik
    hozan diyar
    (0) (0) ecêb (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. hema bêje meşhûrtirîn stranbêjê kurd e.. li çarnikarê kurdistanê heyran û hejêkerên mûzîka wî hene.. ew jî ji ekola koma berxwedan e û bi salan di nav koma berxwedan de strandiye û mûzîka xwe îcra kiriye.. albûmên wî yên pêşîn bi piranî li ser kurdayetiyê bûne lê vê paşiyê êdî bêtir li ser eşq û evînê distire.. herdu albûmên wî yên vê taliyê ne tê de hemÛ albûmên wî yên din serkeftî ne û hêjayî guhdarîkirinê ne..

    bi taybetî jî albûma wî ya bi navê kehniya stranan ya ku ligel xelîl xemgîn derxistî mirov jê têr nabe.. mixabin ji ber terz û stîla wî ya nêzikî erebeskê ji aliyê derdorên mûzîkhezên kurd ve hatiye aforozkirin.. û ji ber ku êdî wekê berê ji bo öcalan stranan nabêje jî wek berê di bername û ahengên kanalên nêzikî pkkê de dernakeve.. ev navê hozaniyê jî ez ne şaş bim ji ber ku li başûrê kurdistanê jî stranbêjeke bi navê diyar heye bi pêşiya navê xwe ve kiriye.. wekê din wek diyar dêrsimî jî te nasîn..



    2013.12.17-00:51 | endazer

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.12.17-01:01 | elegez

    3. (bnr: porê diyar çima naweşe)



    2013.12.17-01:04 | ceso

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.12.17-01:05 | dijber

    5. strana wî ya meşhûr ya bi navê biz apoya söz vermişsiz ji aliyê xêrxwazeke misilman ve li qumaşê îlahiyan hatiye fesilandin..












    edith piaf: lÎnk hate sererastkirin, kî çi xêr ji uludagsozluk.comê dîtiye heta tirşik bibîne..



    2013.12.17-01:07 | endazer

    6. stranbêjê ku muzîka kurdî bi min daye hezkirin e. berî ku min guh daye ser albûma wî ya bi navê wey dinyayê min pirr zêde nedikarî guh bidim ser muzîka kurdî.



    2013.12.17-01:45 | fethî ronî

    7. sTRANÊN WÎ YÊN BERÊ STRANÊN ŞOREŞGERÎ BÛN LÊ WEKE GELLEK HUNERMENDAN (XELÎL XEMGÎN, CIWAN HACO) DEMA HINEK PERE PEYDA KIr Û REHETÎ DÎT DEST BI STRANÊN EŞQ Û EVÎNÊ KIRÎ YE..



    2013.12.17-02:22 | nan û av

    8. nizanim çima lê belê hûnermendê ku dilê min jê sarbûyî ye. dibe ku qelîteya muzîka xwe bi jêr ve aniye.



    2013.12.17-03:30 | oxir

    9. hozan ê rewşa wî ne diyar /



    2014.02.01-02:40 | havîn

    10. ozanê ku stranên wî yên tirkî ji yên kurmancî baştir e...



    mînak: biz bu yola baş koymuşuz

    mînak: bedran yoldaş



    2015.04.12-01:23 | mele ehmedê nalbendî

    11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.12-02:05 | elegez

    12. ew jî hozanekî mey hêjaye kesê nizanive û nasneke tine sitranê wî pir xweş hene. bi giştî (genelikle) bi navê diyar tê nasi deng li dinê ve.



    2015.04.12-10:27 | shorbevan

    13. (bnr: lawikê agirî)



    2017.08.28-12:03 | çarçoveya bextewariyê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê de...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [1]
    di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xw...
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [3]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [2]
    ji bo min 30 roj e. tenê sala ewil mafê min tune bû. îsal zêdetirî 50 ...
    mafê betlaneyê ya tirşikvanan ji bo salekê [1]
    ji bo min 20 roj in mixabin. ji ber ku karmend im. piştî 2 salan wê bi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hozan hogir
    » diyarname

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî