Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 37 peyam
pira malabadê - tirşik
pira malabadê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pireka kevnar ya li ser çemê batmanê hatiye avakirin..

em dirêjiya çîroka vê pira dîrokî ji gotara zeyelabidin zinar bixwînin:

''Ev Pira Mêjûyî li ser Çemê Batmanê hatiye avakirin. Di navbera Farqîn û Batmanê de ye.

Pir di sala 1147an de bi kevirên rengîn hatiyê çêkirin û li dinyayê di nava pirên ji kevirên birrî de, ya herî fireh e. Dirêjiya wê 150 m. firehiya wê 7 m û bilindiya wê jî 19 m. ye.

Di navbera her du kêlekên kemberên Pirê de, du ode hene û ji pênc çaviyan pêk hatine. iya Dirêjiya kembera pirê 40 metre û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 metre ye.

Ev Pir ji aliyê Badê kurê Dostik ve, dema Desthilatdariya Kurdên Merwanî hatiye avakirin. Ji ber hindê ye ku jê re dibêjin: Pira Mala Badê.

Li ser Pirê hin nivîs û wêne hene. Ew dişûfin yên li ser keleha Heskîfê. Lê niha ew rind nayêne xwendin. Ji ber ku hin kes bi baweriyeke şaş an jî bi zanîn, ku ango ev peyker û nivîs, ji aliyê gawiran ve hatine çêkirin, şikandine û xirab kirine.

Di salên 1950 de dewletê li kêleka pira Mala Badê, pireke nû çekiriye. Riya nabera Farqîn û Batman û Bedlîsê di ser vê pira nû re derbas dibe. Pireke mîna pira Mala Badê, lê jê piçûktir, berî avakirina Pira Mala Badê, ji aliyê kalê Bad Kemûk ve hatiye avakirin. Niha jî xelkê herêmê ji wê pirê re dibêje Pira Kemûkê û gundek jî heye jê re gundê Kemûkê tê gotin.''



21.12.2013 04:15 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
yeni turku [1]
herî zêde strana wan ya "olmasa mektubun" li ber dilê min şî...
ali çeven [1]
Qeşmerekî tam e. Wek min jê fêm kiriye hinekî dilê wî bi ser hîzîpçiya...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirate bays

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî