Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
gotinên navdarên kurd - tirşik
gotinên navdarên kurd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gotinên Navdarên Kurd: wecîze an jî gotinên nav û dengên kurdistanî.





“Zanîna ku veneguhere pratîkê, di navbeyna şaşî û rastiyê de dimîne.”

(Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî)



“Feyza me weka Nîl e, lê em Dicle û Ferat in.”

(Melayê Cizîrî)



“Aşiqê nazik û mehbûban,

Tu mebîn bê ser û bê saman im,

Gulê baxê îremê Bohtan im,

Şeb çiraxê şebê Kurdistan im”

(Melayê Cizîrî)



“Ez mame di hitmeta xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm.”

(Ehmedê Xanî)



“Min Digot Qey Tu Bi Zimanî, Ma Tu Bi Kurmancî Nizanî?”

(Cegerxwîn)



“Bila mirov kuştiyê şêra be, ne girtiyê roviya be.”

(Gotina Pêşiyên Kurdan)



“Berxê xelkê ji meriv re nabin beran.”

(Gotinên Pêşiyên Kurda)



” Kurd bûn zehmet e”

(Mîr Kamuran Alî Bedirxan)



“Kurdno eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e.”

(Celadet Alî Bedir-xan, Hawar 1941)



“Belê dotmam heta mirov xwe nasdike, mirov emrê xwe xilas dike.”

(Celadet Elî Bedirxan)



Mi zur û dalaweran de şimad neşa baş bi kero no mirê ders bo. Ezi şima vero çêwt ne biya no ci şimare derd bo.”

(Seyîd Riza)



”Bila neviyên me li pêşberî dijmin me fedîkar dernexin”

(Şêx Seîdê Pîran)



”Ji her kesî zêdetir kurd ji bo xwe xirab in, kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyêbûne, baweriya wan bi xwe tuney û mezinatiya hevdu napejirînin”

(Simkoyê Şikakî)



” Ey dîrok, an ezê te bi azadiyê binexişînim, an jî ez ê her wekî ku min tu ne jiyayî bihesibînim”

(Abdullah Ocalan)



“Min gotiba bi zimanekî din weke Îtalî, Erebî an jî Ingilîzî ez ê stranan bêjim gelo ez ê dîsa weke xayînê welêt hatibam îlankirin.”

(Ahmet Kaya)



” Xwendingeha min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, zagonên jiyanê yên dijwar in, zextên civakî, xiyanet û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e”

(Yilmaz Gûney)



” Nejî ji bo mirinê, bimre ji bo jiyanê”

(Îbrahîm Ehmed)



“Pelixîbûn bi xwe re koletitiyê tîne. Heger welatekê me yê azad hebûya gelê me jî yê bizanîbûya xwedî li nirxên xwe derkeve. Emê bibin koleyê pelixîbûna gelê xwe.”

(Eyşe Şan)



“Di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke xurt heye. Eger hûn bi kurdî biaxivin hûn ê wekî kurdan bifikirin, eger hûn bi tirkî biaxivin hûn ê wekî tirkan bifikirin.”

(Îsmaîl Beşîkçî)



“Nedîtina kêmasiya xwe, kêmasiyek ji wê kêmasiyê hîn mezintir e.”

(B. Seîdê Kurdî)



29.12.2013 23:59 | xendekî

5. “miletekî dîl ko zimanê xwe winda nekiriye, wek girtiyekê ye ku mifta zindana xwe bi xwe re hilaniye.”

- kamuran alî bedirxan



20.08.2018 16:10 ~2019.08.03 04:06 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên ecêb û beredayî yên kurdî
» navdarên sêrtê
» kurdên çavşîn û porzer

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî