Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    kurdiya akademîk - tirşik
    kurdiya akademîk
    (21) (1) ecêb (0) (36)
    di mijarê de bigere

    2. ji ber ku li bakurê kurdistanê di destê kurdan de tu akademî tunîn in ne mimkun e ku zimaneke wan ê akademîk jî hebe.. wekê din her kar û pîşe û çînek yê civakekî xweyî ziman û jarguneke cuda ne ji xwe.. (bnr: zimanê plazayan) (bnr: zimanê bijîşkan)



    2013.06.24-12:16 | endazer

    3. nîşaneya pêşdeçuna kurdiyê di mejiyê kurdan de ye ;)



    2013.06.24-13:57 | azadixwaz

    4. kurdiya akademîk ji zanîneke akademîk bêtir tiraliyeke akademîk e!



    2013.06.24-23:34 | xewn

    5. Heta ku em ava şêlo ya van kundirên akademîk zelal nekin, helbet wê sloganên beredayî yên wekî Her zimanek insanek e jî ji rihê civaka me re bibe nanekî germ



    2013.06.24-23:35 | xewn

    6. ji bo ku em du gotinên kurdî fêr nebin, em li rûyê hev dinêrin û bi derew û bahaneyên akademîk ve dibêjin ez kurdiya akademîk nizanim ev wek kunderek akademike



    2013.06.24-23:38 | xewn

    7. Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:



    A: Navê te çiye ezbenî?

    B: Ez kurdiya akademîk nizanim.



    2013.07.24-19:45 | bazirgan

    8. Ev têgeh mixabin bûye bela serê hema hema her kesî. Hinekên qaşo akademîk-kurdîziman tirane û tinazên xwe bi devokên milet dikin û wan ji zimanê wan sar dikin. ji ber ku milet êdî ditirse k' bêyî daçekan hevokekî çêbike, tîpan girover bike Hwd. evdilê koçer li ser vê mijarê gotarekî xweş nivîsibû, kerem bikin:



    Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê xwe digire û belasebeb xwe rezîl nake. Heke jixwe şerm jî bike di nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi tirkî dike.



    Almanekî ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje, “Ez almaniya akademîk nizanim!”. An yekser dibêje, “Ez nizanim!”, an jî qet tiştekî nabêje û xwe li dinyayê rezîl nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî bike, jixwe bi çi rengî be jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.



    Kurdekî ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina kurdî nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser dibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”. Lê serê we xweş be, şerm û fedî jî nake û di deh salan de nikare du gotinên kurdî jî fêr bibe.





    Helbet her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî jî bike, lê dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe, hem ji tiraliya xwe di bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê zimanê xwe sê metro dirêj bike û bêyî ku maneya wê bizanibe bi sed tiştên pûç ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!” divê em hingê tiştekî jê re bibêjin.



    Ya rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî nizanim. Jixwe kurdiyeke wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min negirin lê li ser tirba Celadet Bedirxan jî peyda nabe.



    Lê heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî hemû zimanan divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr bibe. Bi fêrbûna sê çar gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen û nivîskar jî.



    Heke mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ şermkirin û fihêtkirina ji nezaniya xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv şev û rojan li xwe biherimîne û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.



    Lêbelê ez dibêjim qey mesele tiştekî din e: çawa ku gelek kurd di bin navê “Her zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana zimanên din, her wiha di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!” de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa bipêçin û kurdî jî bixin şirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê nivîskarên ku kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.



    Mesela li hemû dinyayê tişteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek nîvhevokekî jî ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te”, dibêje qey ew bi yara xwe re bûye ‘akademîsyen û zimanzanê kurdî!’, an jî ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe berdide û dixwaze ku di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca were û keziya xwe kur neke keçêêêêê!



    Bi rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir ecêb in. Ev xwedîaqilên mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê jixwe tu mesele nemîne û wê ji nişka ve xweasîmilasyon jî ji ser erdê Bakur rabe.



    Hingê dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin, jixwe wê ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm bikin û wê dû re pê bihesin ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!” bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma tirkan e ku ji binî ve mala zimanê kurdî xira dike.



    Lê na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk” bipeyîvin. İleh bileh dixwazin ku şeveqekî ji xew rabin û ji hemû zimanzanan bêtir kurdî bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û gramereke kurdî û wê du gotinan fêr nebin! Tew mala minêêêê!



    Dema ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey dixwazin rasterast wisa bibêjin, “Ê heval bi darê zorê ez piçekî fêrî tirkî bûm, niha ev kurdî jî ji ku derket yawwww. Bi vê tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez nikarim gotineke kurdî fêr bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piştî sê gotinên kurdî diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn e. Heke di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê çar gotinên kurdî bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake, ma ez biçim xwe di zinarekî re bavêjim heyran…. Yaw ma her tişt maye ser pişta min. Tişta herî baş ez bibêjim ‘Ez kurdiya akademîk nizanim!’ û hewww. Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm nakeeeee... Dev ji min berde hevalê hêja…!?”



    evdilê koçer



    2013.07.24-19:51 | bazirgan

    10. kurdîyeke akademîk nîn e: kurdiyeke qels, kêm, şaş û eletewş heye; û kurdîyeke rast û dirûst heye.



    2013.07.24-20:00 | seydayê_peyvan

    11. kurdiya akademik biwêjekî şaş e, rastê wî;

    (bnr: kurdiya wêjeyî)



    2013.07.24-20:01 | keçkacindî

    12. Hıymm herkes kurdî baş dizane tenê ez nizanim .



    2013.07.24-20:15 | ehlibeyt seyit

    13. kurdiya akademîk nîne herwiha kurdiya wêjeyî jî nîne.. netekîm kurdî bi xwe jî nîne.. em hemû ferxikên tirkan û zimanê wan in..*



    2013.07.24-21:05 | endazer

    14. peyvên ku ji bo kesên hema ne bi zimanê gundê xwe diaxivin, hinekî diguherînin, tê bilêvkirin e .

    yaw temam belkî ne zimanê gundê te ye, 2-3 peyvên nû ketiye tê de lê çi zû bû akademîk yaw . heqqet akademîk çi ye yaw ?



    2013.07.24-23:11 | brusk56

    15. ziman ew e ku di jayana xwe de her tiştê pê bike .heke tu her tiştê pê bikî bawer bikî ji te akademik tu kes nîn e.jixwe wate ya vê mijarê bi ya min bikaranîna zimanê li gorî jiyîna hemdemî ye.heke tu zimanî xwe li gorî pêwistiyên demê pêşde nexî wê li paş mayîna te jênerevîn e.

    tişteke ku wê bibe tu nikarî li ber wê bisekînî *



    2013.07.25-01:06 | fizikzan

    16. kesê ku wateya du peyva nizanibe nabêjin em başebaş kurdî nizanin dibêjin ma em kurdîya akademîk nizanin. başe ku navekî wusa lê kirine yan jî ji bo van hevala berpirsîyarek lazim dibu..



    2013.10.15-22:19 | bawero

    17. Di xeyalên hemû kurdan de Heye lê belê ji ber kes li ser serêxwe naêşîne hew di xeyalê wan de dimîne



    2013.10.16-02:17 | mergehez

    18. kurdiyeke ecêb e ku mala me hemû kurdan xira kiriye û ser de jî me lal û bêziman kiriye



    2013.10.16-23:37 | elomelo

    19. ecêbiyek e û sedema wê jî ew e ku, di tevgera li bakur de navên cihên ku perwerdiya ziman û siyasî tê dayîn akademî ne;

    - Akademiya Zimanê Kurdî bi navê “Şehîd Ferzad

    - Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî Ya Ehmedê Xanî

    - Akademiya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî

    - Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê

    - Akademiya Şehîd Rustem Cûdî

    - Akademiya Mafê Mirovan

    - akademiya jinan

    - Akademiya Ferhat Kûrtay

    - Akademiya Siyaseta Jinan a Berîvanê

    - Akademiya Siyasetê ya BDP'ê

    - Akademiya Jinên Kerkukê

    - Akademiya Cegerxwîn

    - Kürdistan Kültür Sanat Akademisi

    ....

    û hwd.



    2014.01.05-12:14 | simurg56

    20. ew kurdiya ku hin hevalên jÊ re dibÊjin "kurdiya stenbolÊ"



    2014.01.05-14:07 | xewnname

    21. Kurdiya akademîk tune, kurdiya kurdî heye...



    2014.01.05-15:02 | devliken kelogiri

    23. gotinek wisa ye ku xelq jê tiştek fêm nake, lê li ber çehvê xelqê qedrê têgehê gelekî giran E. Mûcîdê vê peyvê kurdînezan û vactirkî ne. ew kesên hanê ji ber xwe zimanek çê kirine û ji ber ku xelq tiştek jê seh nekiriye, navek bi vî rengî lê kirine. bi xêra vê peyvê gava bi yekî Kurd re xeber bidî xwe bi nezaniyê dide û dibêje; Ez Kurdiya akademîk nizanim. Xweska em jî nizanîbûna.



    2014.02.20-04:25 | hevalê çak

    24. (bnr: maka otoasîmîlasyonê)

    min di maka..!



    2014.02.20-04:27 | zero

    25. kategoriya ku kurdiya tirşikê jî fikeve nav sînorên wê.



    ya ku tê gotin: ez kurdiya akademîk nizanim.

    ya tê xwestin were gotin: ez nizanim bi kurdî binivîsim û bixwînim. jixwe nikarim ji xeynî dê û bavê xwe bi tu keseke din re bi kurdî biaxivim jî. ji ber ku heta nima min tu tişt li kurdiya xwe ya zarokaniyê zêde nekiriye û hwd.



    2014.02.20-22:10 | simurg56

    26. kurdiya akademik ewe ku tirkmancek dinivîse kurdmancek fêm nake .



    2014.03.04-00:12 | xecê

    27. a ku dîsa min dîn kir. ji twitterê axaftineke min;



    - gelo tu bûyî endamê tirşikê? nîha dikarî bibî nivîskarê tirşikê û bi kurdî binivîsî, parve bikî û niqaş bikî... tirsik,net

    + Na ez nikarim:((

    - xêr e?

    + Ez akademi kurdi nikarim biniwisim sewa wé:(



    2014.03.04-22:00 | simurg56

    28. (bnr: super ultra kurdÎ)



    2014.05.25-11:04 | xwelî li ser

    29. (bnr: kurdiya endazer)



    2014.05.26-16:59 | nazim tolhildan

    30. bi rastî zimaneke akademîk tune ye. ên ku zimanê kurdî baş dizanin piraniya wan dibêjin "ez kurdiya akademîk dizanim" . îcar gundî û şênî jî dibêjin qey ev çi ye? tişteke zor e an na? ji ber vî awahî jî xwe ji zimanê dûr didin.



    2014.05.26-17:13 | kurê xelkê

    31. kurdiya têde zêde tirkî û erebî tuneyî.



    2014.05.26-17:41 | azadixwaz

    32. kURDIYA ESÎL JÎ KURDIYA AKADEMÎK JÎ KURDIYA KU DAYIK Û BAVÊN ME DIAXIVIN E..



    2014.05.26-18:39 | nan û av

    33. belkî jî kurdiya ku di nav xwendekarên harvardê de tê axaftin, be.

    tabî ger mirovek wisa hebe.

    ya rast, di nav kurdan de jî akademî zehf in: nûbihar akademî, Akademiya Kurdî ya Hewlêrê, akademiya mahsum korkmaz, akademiya jinan, akademiya siyasetê û hwd.

    belkî jî zimanê wan be.



    lê xuya ye, weke zimanê kurdî ya normal, ev ziman jî yek ji "zimanên ku nayên zanîn" e.



    2014.05.26-18:56 | simurg56

    34. gellekî bî zehmetê



    2014.05.26-22:16 | picassoyê kurdî

    35. kurdiya kurmancî ya wêjeyî an nivîsandine hîn baş di şûne de..bo standart xwendin an nivîsîne an axaftine kurdiya akademîk dibêjin.. bi min rastiya vê heye lê navlêkirin arîşe ye..



    2014.05.26-22:39 | havka

    36. Bûye mijarek mezin di nav kurdan de. Her kurdek dibêje devokê min bingeha kurdiya akademik e û li hemberî hev nîqaşên hereretî dikin. A baş li ser ev kurdiya akedemîk kî berpirsiyar be bila ji kerema xwe ve bêje ka kurdîya kîjan herême bingeh stendine



    2014.12.27-00:56 | gûndîyav

    37. ji bela ku 'kurdiya akademîk' nîn e, hûn jî serê xwe bi gengeşî û nîqaşên ku li ser tunebûnekê diqewimin, meêşînin..

    bikenin û derbas bin, jiyan rengîn e, bimre statizim û mekanîzm!



    2014.12.27-01:04 | ferhenga şikestî

    38. Di nav a civakê de rêjeya Akademisyenan dibe ku nagihêje ji %1 ê ser dinyayê de hemû dewletan de ev wusa ye.



    Wek mînak em bêjin, li îngilîstanê her kes îngilîziya akademîk xeber dide? na li wir a jî nav a kuçeyan, dikan û cihê danûstandinan, fîlman de zimanê wan hinek sivik hinek giran hinek cuda ye.



    Ferqa wan ji me ew e ku giş wan bi saya bajarî bûnê, xwendinê, medyayê devok di zimanê wan de nemaye.



    Hewce nake ku her kes bibe akademîsyen û bi zimanê akademîk xeber bide û bixwaze jî ev nabe. Di Nav miletan de kesên gundî, karker, kêm xwandî hwd. her car hebe,



    Heke Zimanekî di nav du kesan de bona têkilî were xeberdan û xwendin û nivîsandin hebe bona seretayî bes e.



    Loma Biwêjeke mebesta wê gava ku gelek kesên dibêjin mixabin şaş e.



    2014.12.27-01:15 | mîr

    41. kurdiya ku hîç çu carê tûnebû ye. yaw kurdiya akademîk çi ye xwedê ji we razî? ka îngiliziya akademîk heye? an jî swêdiya akademîk? tiştê ku hûn dibêjin "ez kurdiya akademîk zanim" ne rast e. tenê ev heye: ên kurdî baş dizanin û ên ku kurdî baş nizanin.



    2014.12.28-11:52 | kurê xelkê

    42. kurdiya ku bÛye behane ji her kesî re ku hewl nede du rêzikên rêzimanê hîn bibe. mixabin kurd qûna her tiştî derdixînin û gû dixin her tiştî. birayê min kesî negotiye bi heval û dêya xwe re wisa biaxive û kesî negotiye bibe zimannas lê mirov bi kêmasî hînî çend tîpan dibe û hewl dide bi qasî tirkî kurdî jî bizane lê yên me, mane bibêjin akademîk, xwezî bigota akademîk jî, dibêjin aqademîq..

    (bnr: quzê kerê)



    2015.09.19-13:54 | dijber

    43. ma li çemîşgezekê akademîya kurdî hebû jî em neçûn.



    2015.09.19-13:57 | cinorek

    44. di her zimanê de du heb şiklê ziman hene:



    1 - zimanê xeberdanê / devkî

    2 - zimanê nivîsandinê



    zimanê xeberdanê: xwezayî ye, bê Qayde Ye, çêkirî nîne, sade ye. her herêmê de ferqa peyv û bilevkirinan çêdibe.



    zimanê nivîsandinê: çêkirî ye, qaydeyan rastnivîs û rêzimanê hene, Nesade ye, li welatekî de anegorî xeberdanê yek e.



    kê vî biwêjê kurdiya akademîk ê ji kû derxistiye, belav kiriye!!! gere meriv wê bibîne û têr bikute (kutanê serhedê ne botanê haa!!), çend sal derbas bû hê aqlê milet safî nebû. ew kerê ewil li şûna zimanê nivîsandinê xwestiye vî bêje û hew...





    2015.12.14-00:39 [guhertin:2015.12.14 00:43]| mîr

    45. kurdîya ku divê pir zêde giran nekin ji bû meriv jê fehmbike carna ez hinek nivîsên kurdî dibînim ez dixweynim dibê qey peyvên dema hz. ademin.. pir fehm nakim û riya xwe têde nabînim bi xweynim.. yanî kurdîyeka bîna kurdîya minî orjînal(kurdîya farqînê) hinek kêmasîyê wê temam bikin û hew çi serê we na êşê wun/hûn potik û benika lê girêdidin bi kurdî heftê teqle didin avêtin..



    2015.12.14-15:19 [guhertin:2015.12.14 15:21]| shorbevan

    46. pir xwezayî ye ku peyvên nû bikevin nav zimanekî, an zimanên cuda hin peyvan ji hev û du “deyn” bikin. tişta ne xwezayî ew e ku li gor pêdiviyên jiyanê, yên wî zimanî, çêkirina hin peyvan a ne ji aliyê akademîsyenan, sazî û otorîteyên ziman ve, lê ji aliyê her kesekî ku fêrî xwendin û nivîsandina ziman bûye ve!.. Navê vê kambaxiyê jî bûye zimanê akademîk, an jî zimanê bilind(!) Li gel tevlîheviyekê û hev û du nepejirandinê, ev yek di heman demê de dibe sedema girankirin û daxistina kalîteya wî zimanî. Divê li mînakên welatên xwedî otorîte, sazî û dezgehên bi vî rengî ne yên pêşkeftî, bê nêrîn ka ew çi dikin. Beriya her tiştî, her nivîskarek xwe mîna otorîteya wî zimanî bi nav nake û wî barê giran nade ser mile xwe, wê neheqiyê li xwe û li zimanê xwe nake. Lewra zanyarên wê beşê hene, akademîsyen in û di saziyên fermî yên dewletê de, xwedî otorîte û biryar in. Pêdiviya peyveka nû, di nav wan de tê nîqaşkirin, biryara wê tê dayîn û dikeve nava gel û ser pênûsa nivîskar. Yê me, bê guman ku ji bêderfetiya vê yekê rû dide û pêvajoyek e ku dê derbas bibe. Bi temamî jî neyînî nine bi ya min. Lewra ev peyvên “çêkirî” hemî jî dê sibe ji aliyê sazî û dezgehên vî gelî ve, ji aliyê otorîteyên zimanê vî gelî ve bêne nîqaşkirin û pir pêkan e ku hin ji wan an gelekên wan jî, bi fermî êdî bêne bikaranîn û bikevine nava zimanê kurdî. Lê ev rastî jî, nabe sedema rêlibergirtina rexneyan. Bi tenê her kesek cihê xwe bizane, dê pir tişt pê re sererast bibin.



    2017.02.07-15:48 | tizbîkêş

    47. Kî vê hevokê nûvedaye bila ji raya gel borîna xwe bixwaze. ji bo soranî meriv dikare bêje erê ku li zaningehên başûr tez û Lêkolînên akademîk tê nivîsandin lê ji bo kurmancî ev tişt hîn ne gengez e. kengî li zaningehan kurmancî bibe zimanê perwerdehî û pê tez bên nivîsandin, emê jê bêjin kurmanciya akademîk.



    2018.01.31-23:04 | umed

    48. behsa wî ji axaftinê zêdetir tiştekî li ser nivîsê ye. di kovarên akademîk de tê bikaranîn.

    bo ya zanîngeha mêrdîn artuklûyê
    (bnr: the journal of mesopotamian studies)

    bo ya zanîngeha dicleyê
    (bnr: international journal of kurdish studies)



    2018.02.10-04:51 [guhertin:2018.05.01 13:05]| mirovekirind


    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdî nizanim [2]
    stranake xweş e, gotinên wê:

    xezala min, delala min,
    dostum dostum [4]
    navê straneka ahmet kayayî xweşe gotinên wê evin:

    Dos...
    dîstopya [1]
    Rewşa dinyayê ya aktûel jî jiberku bihêzbûna rejimên faşîst û popûlist...
    roj agir [1]
    nivîskarek e. bi xwendina kovara jehrê (hejmar 5 - 2015) ya hê...
    begzade [2]
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdiya girê xwar

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî