Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    qanatê kurdo - tirşik
    qanatê kurdo
    (0) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Qanatê Kurdo yek ji mezintirîn ronakbîrê kurdayî sedsalîa XX bû, kurdperwarekî xwediyê bawariyên bi hêz. Di ketin-rabûnên sedsaliya XX de ew bawariyên wî tu caran ne şikestin, wî ew bawarî heta dawiya jiyana xwe parastin.Qanatê Kurdo kurdnasekî mezin bû û ji bo wî kurdnasî ne tenê beşekî zaniyariyê, lê usan jî sengera parastina nasname, ziman, dîrok û çanda kurdî bû. Û di seranser jiyana xwe de wî ji bo xwe çawan karekî sereke parastina berjewendiyên gelê kurd, dîrok, ziman û çanda wî, ji êrişên zaniyar û ne zaniyaran de didît.



    2014.02.24-23:19 | hemokrates

    2. (z. 1909 li Qersê − m. 31'ê kewçêrê 1985'an) nivîskarekî û zimannasekî kurd bû.



    Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Sala 1922'an bi înisiyatîva nivîskarê kurd ahmedê mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me hakob xazaryan û hinekên din, li bajarê tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama riya teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê semend syabendov û gelekên din.



    Sala 1928'an komerkeziya partiya komûnîstên ermenistanê bi pêşniyaza erebê Şemo heş xortên kurd dişînin lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya Înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngradê beşê ziman, dîrok û edebiyatê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.



    2014.09.15-12:51 | xwelî li ser

    3. Qanatê kurdo nivîskarê birrek pirtûk û bendên zanistî yên çapbûyî û çapnebûyî ye ku pirraniya wan bi rûsî û kurdî hatine nivîsandin.kurdo bi van xebatên xwe ve, li gel celadet elî bedirxan, kamuran bedirxan, emîn zekî,elladîn secadî,gîwî mukriyanî,heciyê cindî,ordîxanê celîl,celîlê celîl û gelek gewreyên din, yek ji wan kesan a ku mohra xwe li sedsala 20an Kurdan xistine



    2015.03.13-01:28 | quşxaneli

    4. Berhemên wî

    rêzimana zimanê kurdî (Kurmancî) (1957),

    ferhenga kurdî(Kurmancî)-Rûsî (1960),

    Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî tevî Zara Yûsûpovayê (1983),

    beranderkirina rêzmanên dîalêkta kurdî (Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr) (1973),

    tarîxa edebiyata kurdî cilda 1 (1983), cild 11 (1985),

    gramêra zimanê kurdî (1990),

    Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn (1996)



    2015.04.13-14:43 | quşxaneli

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin
    Here lînkê ((:...
    kuştina cirnîsan li endonezya yê
    Bûyer li endonezya yê diqewime. Mêrek durê 40 salî ji alîyê cirnîsek l...
    rojnivîska tirşikvanan
    jiyan zehv ecêb e.. hine caran tirşikvanên kevin dinihêrim, dibêjim g...
    selahedîn çelîk
    ji nivîskarên malpera rûdawê ye.
    li ser kurdıstana bakur ji gel...
    selahedîn çelîk
    nivîskarekê rûdawê ye, qelema wî xurt e û li ser xet û hêleke kurdista...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qanatê kurdo
    » kurdox

    Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî